KCÊ-E salvegera damezirandinê ya PKK'ê pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê (KCÊ-E) Salvegera Dameziradinê ya PKK'ê pîroz kir û bang kir ku her kes tevlî kampanyaya, ''PKK gel e, gel nayê qedexekirin'' bibin.

KCÊ-E'yê 27'ê Mijdarê salvegera damezirandinê ya PKK'ê bi daxuyaniyekê pîroz kir.
KCÊ-E'yê got, ''Em şahidê vê yekê ne ku ti partî û rêxistinekÊ bi qasî PKKê, qîmet nedaye Êzdiyan û li Êzdiyan xwedî derneketiye. PKK, di manîfestoya xwe ya destpêkê de rewşa Êzdiyan aniye zimên û xwe wekî beşekî vê civakê pênase kiriye.

PKK ji roja damezirandina xwe hetanî îro li her qadê li Êzdiyan xwedî derketiye. Dibe ku nifşê îro nizanibin, lê beriya PKKê, Êzdî, nikaribûn bi hêsanî biçin bajaran û pêdiviyên xwe pêk bînin. ''

KCÊ-E'yê kampanyaya ''PKK gel e, gel nayê qedexekirin'' bi bîr xist û xwest ku tevlêbûna li kampanyayê were geşkirin.

KCÊ-E'yê got, ''Bi taybetî bi rasthatina 43'an salvegera PKKê de, divê em xwedî derketina li PKKê derxin asta herî jor. Em li her derê û li hemû platforman, kampanyaya "PKK gel e, gel nayê qedexekirin" xurt û bi hêz bikin. 

Di vê çerçoveyê de, li aliyekî Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê li ser tevna civakî, li aliyê din jî sazî û rêxistinên gelê Kurd bi çalakiyên girseyî, 43'emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê, bi civîn û rêbezan cur be cur pêşwazî dikin.

Armanca kampanyayê û çalakiyên "PKK gel e gel nayê qedexekirin"; rakirina qedexeya li ser PKK'ê û derxistina wê ji "Lîsteya Terorê"'ye.  ''

Bi berdewamî hate gotin,''Em Kordînasyona Civaka Êzdî a Ewropayê, bang li hemû kesên xwedan ehlaq, Kurdistanî û dostên wan, bi taybetî jî li kurd û Êzdiyên azadîxwaz û welatperwer dikin ku tevlî vê pêvajo û kampanyayê bibin.''

KCÊ-E'yê di daxuyaniya niviskî de banga tevlêbûna li kampanyayê kir û got, ''Em bang li hemû civak û gelê xwe dikin ku bi awayekî girseyî di serî de tevlî çalakiya ku wê di 27ê Mijdarê de, bi pêşengiya saziyên Elman li paytexta Elmanya Berlînê bê lidarxistin bibin. ''

Têkilî kampanyaya li ser medyaya dijîtal jî ev agahî hate dayin:
''Herwiha em bang li tevahiya civak û gelê xwe dikin ku bi awayekî herî xurt, tevlî Kampanyaya Hashtagê ku roja 26ê Mijdarê ango îro, ji aliyê Meclîsa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê ve, li gorî demjimêra Amedê 08.00ê (pn) û demjimêra Brukselê 06.00ê (pn) dest pê bike, bibin. Em di 26ê Mijdarê de, li ser tevahî platformên medya dijîtal, vê kampanyayê bi ruhê berxwederên Şingal û Werxelê, bi serketinê tacîdar bikin.''