KCÊ-E: Metirsiya Fermaneke nû heye, divê her Êzîdî rabe ser piyan

KCÊ-E bi daxuyaniyeke bal kişande ser gefên Iraqê yên bi hevkariya Tirkiyê û malbata Barzaniyan a li Şengalê û got, ''Tehdît û metirsîya fermanek nû heye, divê her Ezdî u welatparêz rabê ser pîyan û em derkevin qadan.''

Koordînasyona Civak Êzdî ya Ewropayê (KCÊ-E) derheqê gefên Iraqê yên bi hevkariya dewleta Tirk û malbata Barzaniyan a li ser Şengalê daxuyaniyeke niviskî da. KCÊ-E'yê di daxuyaniyê de bang li tevahiya Êzdî û welatparêzan kir li dijî 'Fermaneke nû'' rabin ser piyan û derkevin qadan.

Daxuyaniya KCÊ-E'yê wiha ye:

"Dema dawî bi hevkariya Tirkiyê, malbata Barzanî û hinek alîkarê wan ji hêla dewleta Iraqê, êrîşên xwe li ser nirx û pîrozgehên Ezdatîyê li ser xaka Şengal zêde kirine. Ev êrîş gihaştiye asteke metirsîdar. Her Ezdiyekî bi xîret, dîtin û ramana xwe çi dibe bila bibe, divê bertekê nîşan bide. Tehdît û metirsîya fermanek nû heye, divê her Ezdî û welatparêz rabe ser pîyan û em derkevin qadan. Yekîtî û tifaq bi xwedîderketina nirxan u xîretê tê bi cihkirin û diyar dibe.''