KBDH'ê li Amedê çalakiya daliqandina pankartan lidar xist

Milîsên Zeynep Kinaci yên KBDH'ê, li Amedê bi armanca bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dêrsimê di çalakiya fedayî ya li dijî artêşa Tirk de şehîd bibû, pankart daliqand.

Milîsên Zeynep Kinaci yê KBDH’ê di 30’ê Hezîranê de li Taxa Seyran a Amedê pankarta “Dema Zilanbûnê ye” daliqand û banga “Li dijî tacîz, destavêtin û qetlîamên li ser jinan her tim li qadan bin” li hemû jinan kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Milîsên ku gotin ew ê bibin deng jinên hatine qetilkirin û têkoşîna wan bidomînin, li dijî polîtîkayên komkujiyê yên sîstema serdest a mêr li ser jinan ferz dike bang li hemû jinan kir ku tevlî nava refên KBDH'ê bibin û bibin milîtanên şoreşger ên yekbûyî yên jinan."

Heman rojê li Stenbol/Yakacik/Dortyolê pankarta bi nivîsa "Dema Zîlanbûnê ye" hat daliqandin.