Kaytan: Li gel xeteriya qirkirinê serketin ji her demê nêzîktir e

Kaytan: Ruhê berxwedanê yê îro li Efrînê derketiye holê, xwe dipsêre berxwedana li Îmraliyê. Divê gelê Kurd û dostên wan her wiha zanibin ku netewe dewlet bi xwe li dijî gelan komplo û qirkirin e.

Endamê Konseya Serokatiya KCK'ê Alî Haydar Kaytan bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê, ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah de li dijî tevahiya gelê Kurd hate kirin, ji ajansa me re axivî.

Kaytan da xuyakirin ku komploya navneteweyî ya sala 1999'an beriya her tiştî ji aliyê sîstema kapîtalîst hegemonîk a global ji bo guhertina statukoya heyî ya li Rojhilata Navîn hate kirin. Kaytan go, "Ji bo vê projeyê bi cih bînin, ev kirin. Bêguman komplogeran, sîstema hegemonîk a global dixwestin herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Rêber hevrê Abdullah Ocalan li pêşiya van hewldanên xwe yên ji bo dîzaynkirinê asteng didît. Lewma dixwestin wî beralî bikin û bi vê armancê komplo amade kirin. Rêber Apo dîl girtin û teslîm girtin."

'ARMANCA DAWÎ YA ERDOGAN, QIRKIRIN Û TINEKIRINA KURDAN E'

Kaytan diyar kir ku di rewşa heyî de gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd bi têkoşîna xwe beşek mezin a komployê pûç kirine û got, "Ya ku komplogeran dixwestin bikin, niha Recep Tayyîp Erdogan hewl dide pêk bîne." Kaytan da xuyakirin ku yê niha dixwaze gelan li hemberî hev rake, Tirkiye bike qada şer Erdogan e ku ji bo şer bang dike û got, "Mejiyê netewe dewletê mejiyê herî xetere yê komploger e. Û mantiqê Erdogan jî mantiqê komploger e."

Di dewama axaftina xwe de Kaytan bal kişand ser êrîşên rejîma AKP'ê yên li dijî Efrînê û got, "Ya ku niha Recep Tayyîp Erdogan, ya ku dîktatoriya wî dixwaze bike, temamkirina qirkirina Kurdan e. Armanca xwe ya dawî tinekirina Kurdan e. Bi vê armancê êrîşî Efrînê dike. Ne tenê Efrînê dibêje ku Minbic jî di hedefa wî de ye. Piştî ku rojavayê Firatê ji Kurdan xalî kir, dixwaze derbasî aliyê din jî bibe. Ji xwe li her derê êrîş dike. Kurdeke ku dixwaze bi nasnameya xwe ya azad bijî li ku hebe, êrîşî wê/ê dike. Bombeyan li Pencewînê dibarîne, li cihên nêzî Rojhilatê Kurdistanê dibarîne, li hêzên Rojhilatê Kurdistanê dibarîne, li Başûrê Kurdistanê, li Efrînê, li aliyên din ên Rojava dibarîne. Wekî din dibêje, ku xwediyê van cihan, hinekî din e.

Ji ber vê yekê divê em vê zîhniyeta qirker cidî bigirin. Ev têkoşîn ne tenê ya hin pêşengan e, ev têkoşîn ji heft heta heftê salî ya her însanî ye."

Kaytan da xuyakirin ku bi têkoşîna hevpar a hemû beşên civakê divê berxwedan bê kirin û got, "Bi têkoşîneke tenê çend lehengan û gerîla ev qirkirin beralî nabe. Teqez divê civak tev li dijî vê qirkirinê xwe bi rêxistin bike û bibe xwedî sekneke rêxistinbûyî."

'BERXWEDAN BI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DIBE'

Alî Haydar Kaytan destnîşan kir ku ev yek divê şerê gel ê şoreşgerî be û got, "Şerê gel ê şoreşgerî şerekî welê ye ku heft heta heftê salî divê her kes tevlî bibe. Şer niha ber bi vî alî ve diçe, lê asta heyî negihîştiye vê rewşê. Beralîkirian qirkirinê bi şerê gel ê şoreşgerî dibe."

Kaytan anî ziman ku li her deverên Rojava divê hemû gel; Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Sûnî, Ermenî her kes bibe yek û li dijî qirkirinê xwe bi rêxistin bikin û ev berxwedan jî ne tenê li Efrînê ya jî herêmê, divê li her cihî bê kirin.

'LI GEL XETERIYA QIRKIRINÊ JÎ SERKETIN GELEKÎ NÊZ E'

Kaytan diyar kir ku gel xeteriya qirkirinê jî di rewşa heyî de serketin ji her demê nêzîktir e û wiha dewam kir: "Îro dibe ku reş û tarî xuya bike, lê belê nêrînên Rêber Apo ku weke rojeke azadiyê ye, vê kêliyê timî ronî dikin. Yanî destûrê nade ku roj tarîtir bibe. Armanca me ya bingehîn ew e ku em li dora nêrîna Rêber Apo bibin yek û bi cih bînin. Em Kurd, partî, şervan, fermandar, her kes divê vê nêrînê bi cih bînin. Em ê nêrînên wî yên şaristaniya nû, cîhaneke nû, jiyaneke azad û azadîparêziyê bipejirînin û di her kêliyê de bi nêrînên wî bijîn. Em ê nêrînên wî ji xwe re bikin beden û li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê bixin meriyetê. Cîhaneke nû ava dibe, şaristaniyeke nû ava dibe. Em şaristaniyeke nû ya demokratîk û modernîteya demokratîk şênber dikin. Kurd pêşengiyê ji vê re dikin... Lewma her Kurdek; jin, mêr, zarok, extiyar asta xwe ya perwerdeyê çi dibe bila bibe divê li dora vê bîr û baweriyê bibin yek. Bi rola pêşengiya cîhaneke nû radibin. Bêguman avakirian vê cîhanê û têkoşîna têkbirina qirkirinê di zikhev de ne. Heta ku em vê qirkirinê ji holê rakin, hingî em ê cîhana nû ava bikin."