Li bajarê Elmanya Wûpperatlê, Vasif Kaya bi nasnav Goran Serhed ê di 8'ê Adarê de li Hezexê, Cuneyt Aydemîr bi nasnav Berxwedan Çiya yê di 13'ê Adarê de li Sûrê jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
ANF
WÛPPERTAL
duşem, 28 adarê 2016, 08:52
Merasîma bîranînê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan, li kolana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.
Li ser navê malbata Goran Serhed Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Savci Azar axivî.
Azar bal kişand ser têkoşîna gerîlayên PKK'ê ya li çar parçeyên Kurdistanê û got, "Dagirkeran bi mehan bi tank û topan êrîşî ciwanên me kirin, lê nikarîbûn wan esîr bigirin. Wan ti carî dest ji têkoşînê bernedan. Heta kêliya dawî jî têkoşiyan. AKP a ku nikarîbû bi têkoşînê, herî dawî malên ciwan lê bûn bi kepçeyan xera kirin û bi panzeran pê li ciwanên me kirin. Çima ev kirin; ji ber ku ji cenazeyên şehîdên me ditirsin, ku malbat şehîdên xwe nas nekin. Em ê bîranîna şehîdên xwe her tim bidin jiyîn. Em ê doza wan a bi rûmet bidomînin."
Li dû axaftina Azar nûnera KOMAW'ê Asmîn peyivî û destnîşan kir, ku PKK partiya şehîdan e. Asmîn got, "Gerlê Kurd û gerîlayên bi ruhê azadkirina Kurdistanê şer dikin, bi canê xwe di her demê de bi awayekî fedaî tevgeriyan. Şehîdên me weke pêşengên pêşeroja azad wê her tim bijîn."
Li ser navê malbata Berxwedan Çiya Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Munsterê Ayhan Çelîk peyivî û da zanîn, ku Berxwedan ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiya û di vê oxirê de şehîd kiet.
Piştî axaftinan xwarin li beşdaran hat belavkirin û merasîm bi dawî bû.