Katircioglu: Tercîha AKP'ê bûdçeya şer e

Wekîlê HDP'ê Erol Katircioglu diyar kir sala çûyî çaryeka bûdçeyê li şer çûye û got tercîha îsal jî ya AKP'ê bûdçeya şer e.

Katircioglu bi bîr xist bûdçe tercîhên hikûmetan nîşan didin û got bûdçeya sala 2022'an jî wê weke ya sala çûyî be. Katircioglu anî ziman ku ew ê muxalefeteke hişk bikin, xebatên bi çarçoweya 'Rûniştina Bûdçeyê'' bi bîr xist û got, tercîha wan li ser bûdçeya gel e.

Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê Komîsyona Meclîsê ya Plan û Bûdçeyê Erol Katircioglu diyar kir ji sala 2015'an û wir ve di hemû bûdçeyan de qeleman herî mezin ji bo 'ewlehiyê' hatiye veqetandin û par hema hema çaryeka bûdçeyê jişer hatiye veqetandin. Katirciogl got, ''Pereyên ku b çarçoweya ewlehiyê hatine veqetandin bi encamî ew pere bûn ku dikarîbûn zêdetir ji bo berjewendiya gel bihatana bikaranîn. Ji ber ku tercîh ne wiha ye, bi qinyata min îsal jî wê bûdçe weke ya par bbe. Nêzîkatiya hikûmetê ya li aboriya welêt neguheriye. Dîsa behsa S-400'î, F-16'an tê kirin. Dîsa xwe weke parçyek ji pêşbaziya çekdarbûnê dibîne.''

Katirciogl u her wiha got AKP ji bo ku kanan biaqilî naxebitîne destfirehiya aborî çênabe, tercîha HPD'ê li ser gel e û got, ''Ji şûna xerckirinên bi çarçoweya ewlehiyê, bala me li ser wê ye ku bûdçe ji bo destfirehbûna civakê û xebatên ji bo aştiyê were veqetandin.''

Katircioglu her wiha got bûdçe tê Komîsyona Plan û Bûdçeyê ew ê muxalefeteke hişk li bûdçeya şer bikin.