Karkerên Nexweşxaneya Zanîngeha Koçê dest bi berxwedanê dikin

Karkerên taşeron ên endamên DÎSK-Dev Saglik-Îş’ê, li dijî şertên xebatê yên bi koletî ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Koçê li wan tên ferzkirin, dest bi berxwedanê dikin.

Karkerên Endamên DÎSK Dev Saglik-Îş’ê ku girêdayê fîrmaya taşeron a bi navê Eûroserver ên di Nexweşxaneya Zanîngeha Koçê de dixebitin, li dijî şertên bi koletî ku li wan tên ferzkirin, sibehê wê dest bi berxwedanê bikin. Karker di nexweşxaneyê de 4 rojan rojê 12 saetan bêyî navber dixebitin

Karkerên pêşeng Semra Kucet û Kenan Gungordu ku bi ANF’ê re axivîn û destnîşan kirin ku ji ber giraniya kar û bar nikarin têr bêhna xwe bidin û bistînin û dixwazin şertên wan ên xebatê mirovane bin.

‘BAR TEV LI SER MILÊN ME YE’

Semra Kucet xebatkara unîteya nihêrtina li zarokên nûza ye, bal kişand bi ser wê yekê de ku tevî ew jê qatekê berpirs e, neçar tê hiştin ku li çar qatan binihêre.

‘DAXWAZA ME XEBITÎNA MIROVANE YE’

Kucet diyat kir ku kesê mirov jê re behsa pirsgirêkên xwe bike nîn e û got: “Daxwaza me ew e ku şertên me yên xebitînê mirovane bin. Em dixwazin bibin karkerên kadro û heta mafên xwe bi dest bixin em ê li ber xwe bidin.“

Xebatkar wê sibehê bi daxwaza ketina nav kadroya nexweşxaneyê wê saet di 12.30’an de li ber nexweşxaneyê dest bi berxwedanê bikin.