Wesayita Karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wesayiteke ku karkerên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tê de bûn, vê sibehê qeza kir. Ji ber qezayê 4 karkerên ji şêniyên wargehê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, qeza vê sibehê saet di 06:40'î de di navbera rêya Şirgat û Bêcî ya li parêzgeha Selahaddînê qewimî.

Hate ragihandin, karkerên wargehê, ji ber ambargo û astengiya PDK'ê ya li ser wargehê, ji bo karibin debara xwe bikin, berê xwe dan Bexdayê ku kar bikin.

Lê belê wesayita ku karker tê de bûn qeza kir û di encamê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn.

Navê karkerên jiyana xwe ji dest dane:

Deniz Xelîl Deniz

Mehmud Sîso Tahir

Hogir Musa Yusuf

Cîhat Mihemed Hecî Mihê

Navê karkerên birîndar bûne;

Ferhat Xelîl Deniz

Serbest Nazmî Ziyav

Xelkê wargehê piştî ku bi qezayê hesiya, berê xwe da seytereyê û li benda anîna cenazeyan e.

Tê payîn li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmek ji bo kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane were lidarxistin.