Karkerekî din jî jiyana xwe ji dest da

Karkerekî din jî jiyana xwe ji dest da

Di hezaza li înşaeta TOKÎ ya Başakşehîr de, karkerê bi navê Îlhamî Karaman jiyana xwe ji dest da, karkerê bi navê Kadîr Kurt jî bi giranî birîndar bû.

Di hezaza ku li înşaeta xaniyên komî yên TOKÎ yên li Başakşehîr a Stenbolê de pêk hat, karkerekî jiyana xwe ji dest da, karkerek jî bi giranî birîndar bû.

Di hezaza ku dema karker li otoparkê dixebitîn rû da, Îlhamî Karaman li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Kadîr Kurt jî bi giranî birîndar bû. Kurt rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Arnavûtkoy.