Karayilan: Wê sala 40’emîn ne ji rêzê be

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku, dema mirov li pêşveçûnên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dinihêre wê were dîtin ku sala 40’emîn a PKK’ê ne ji rêzê be.

Mûrat Karayilan diyar kir ku di çarçoveya biryarên di civîna asayî ya Komîteya Navendî ya PKK’ê wergirtine û plansaziya wê de, dixwazin sala nû bikin saleke mezin û got, “Ji ber şertên şer ên diguhere – ji ber ku têkoşînên êdî ji erdê çûye asîmanan, gerîla jî li gorî van tiştan xwe birêxistin dike. Em dixwazin sala 2018’an a ku dibe sala 40’emîn a PKK’ê bikin saleke mezin a têkoşîn û pêngavan.”

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Mûrat Karayilan ji ber salvegera avabûna PKK’ê û pêşveçûnên rojane rojev ji Stêrk Tv’yê re nirxand.

Karayilan di nirxandina xwe de ev tişt diyar kir:

“Têkoşîna me ya bi navê PKK’ê bi şêwazekî fermî 39 salên xwe temam dike. Beriya damezrandina PKK’ê jî 5 salên têkoşîna me hene. Bi giştî 44 sal in têkoşîna azadiya Kurdistanê berdewam dike. Di afirandina vê fikrê û avakirina Partiya PKK’ê de, ji roja avakirinê heya roja îro kesê herî zêde xwedan ked û hewldaneke mezin bêguman Rêber Apo û şehîdên  me yên qehreman in. Ez vê roja pîroz a 27’ê Mijdarê ya salvegera Partiya me Partiya Karkerên Kurdistanê ya 39. û têketina sala 40. di serî de li Rêber Apo, li tevahî hevalan, sempatîzanan, gelê me û dostên gelê me pîroz dikim.

Dîroka têkoşîna PKK’ê bi berxwedanê pêk hatiye. Bi ked û şehadetê pêk hatiye. Ez tevahî şehîdên şoreşa azadiyê di şexsê şehîdê mezin ê yekem rêheval Hakî Karer de bi bîr tînim, li pêşber bîranînên wan bejna xwe ditewînim û soza me dayî wana careke din dubare dikim. Em ê axîna wan li erdê nehêlin, di şopdariya wan de têkoşîna azadiya Kurdistanê her bilind bikin û wana di Kurdistana azad de bidin jiyîn.

DAGIRKERIYEKE QIRKIRINÊ HEYE

Dagirkeriya li ser Kurdistanê ne dagirkeriyeke asayî ye. Dagirkeriyeke qirkirinê dimeşîne. Ango tenê ne warîdatên gelê me dimije û talan dike, dixwaze gelê me talan bike, tune bike û ji holê rake. Dagirkeriyeke wisa dijwar e û vê dagirkeriyê li Kurdistanê qirkirina fizîkî û çandî bi şêwazê asîmîlasyonê pir kûr kir. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê serdemek wisa çêbû ku, êdî hebûna Kurd ket xeteriyê. Demek tarî, bêhêvîtî bi pêş ket. Di demek wisa de derketina Rêber Apo wekî ji wê tarîtiyê re bû şewqek, bû ronahiyek.

Heman demê sala 1975’ê şikestina li Başûrê Kurdistanê hatî jiyîn bêbawerî hîn kûr kiribû û li tevahî Kurdistanê belav kiribû.

BIRYARA BERXWEDANA NETEWEYÎ

Civak êdî ji bo pêşeroja xwe ket gumanan. Di serdemek wisa de hewceyî bi biryarekê hebû; ango ev gel dike bi hebûn be, yan jî wê teslîmbûnê qebûl bike? Hewceyî bi biryarek wisa hebû. Di 27’ê Mijdara 1978’an de biryara hatî dayîn, biryara berxwedana neteweyî bû. Li ser vê bingehê biryara avakirina partiyê pêk hatiye. Yanî divê em tunebûn, helandin û koletiyê qebûl nekin, serê xwe rakin, li ber xwe bidin. Buhayê xwe çi dibe bila bibe, divê em li ber xwe bidin û xwe bihebûn bikin. PKK li ser vê bingehê ava bûye. Yanî wekî hêzeke fedaî, ne ji bo mal û malbat çêbike, yan jî ji bo navê xwe derîne, yan jî ji bo xwe mezin bike; ji bo siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bidawî bike, gelê Kurd xwedan pêşeroj bike û azad bike wek fedaiyan derket holê.

Dagirkerî pir bi şîdet çû ser. Bi îlankirina PKK’ê re şer dijwar bû û Cuntaya Faşîst a Leşkerî pêk hat, zilm meşandin. Li zîndanan, li kolanan, li serê çiyan berxwedanên pir mezin hatin raberkirin û di van berxwedanan de destanên qehremaniyê yên mezin hatin avakirin. Îradebûna însan derket holê. Bi wî awayî di hundirê Kurdistanê de ciwanên Kurd, keçên û xortên Kurd ên herî zêde xwedan hestiyar, herî zêde ji welatê xwe hez dikin, ne ji bo xwe, ji bo welatê xwe dixwazin bijîn beşdarî PKK’ê bûn. Mirov dikare bibêje, di hundirê civakê de PKK’ê adeta bijart. Însanên herî bijare, kesên di dibistanan de herî zekî, herî jîr, herî aqilê xwe dixebitin û herî zêde fedakar hatin nav PKK’ê. Yanî PKK di Kurdistanê de bû koma ciwanên ku ne ji bo xwe, dixwazin ji bo civaka xwe, dîrok û pêşeroja xwe bijîn, ku pêwîst be xwe feda bikin. Ji ber wê jî, zêdeyî 20 hezar şehîdên wisa ku her yek hêja, her yek bi serê xwe egîdek ku mirov dikare li ser romanan binivîse, jiyana her yekî wisa ye.

LI BER HEQÎQETA KURDISTANÊ TÊK ÇÛN

Di hundirê van 40 salên derbas bûyîn de gelek caran rayedarên dewleta Tirkiyê gotine ku, “Êdî em gihîştine ber dawîkirinê, em PKK’ê tune dikin, tesfiye dikin.” Lê ev gotinên ku îro rejîma AKP’ê û rayedarên wan tînin ziman ne tiştekî nû ye. Ji berê ve her wisa digotin. Feqet niha ciyawaziya xwe heye. Berî her tiştî divê mirov vê bibêje; gelek dem hene ku demên dijwar in. Di van deman de têkoşîn bilind dibe, êrîşên dagirkeriyê çêdibin û li hemberî wê berxwedana şoreşê jî pir zêde çêdibe. Ev dem jî niha demek wisa ye. Feqet ciyawaziya xwe ya din çi ye? Bi esasî artêşa Tirkiyê û dewleta Tirkiyê li hemberî heqîqeta stratejiya Kurdistanê têk çûye, bi bin ketiye. Feqet di vê serdema em tê de hinek pêşketinên teknolojîk ên nû çêbûn. A niha dewleta Tirkiyê dixwaze ji vê pêşketina teknolojîk a di asta cîhanê de çêbûyî sûd bigire û bi riya wan bi rêbazên nû li hemberî şoreşê biçe encamê. Niha ew jî li gor xwe wisa plan dike. Bi esasî artêşa Tirk li ser erdê êdî li hemberî me nikare şer bike. Di hêza wan de êdî ew qudret pir nîn e.

ŞÊWEYÊ ŞERÊ ARTÊŞA TIRK

Şerê xwe yê niha li dijî me dimeşînin çawa dimeşînin? Mirov dikare bibêje li ser sê lingan e. Yek, îstixbarat e. Yanî îstixbarata xwe hem bi guhdarkirinê, hem bi şopandinê, hem bi keşfê, hem bi sîxuran xurt dike. Didu, bi teknîkê ye. Şer kir şerê hewayî, yanî berê şer li ser erdê dimeşiya, niha ji erdê rakir hewayê. Operasyonên ku dikin bêhtirê xwe hewayî ne. Destpêkê keşif tê, balafirên şer tên, dûvre jî kobra tên. Bi vî awayî li ser erdê pir hindik tişt hene. Hemû şerê xwe bi hewayî dikin. Bêguman ev gişt bi pereyan dibin. Ev îktîsada wan bi bin dixe. Ewqas mesref lê dikin. Ew cuda ye. Lê ew êdî dixwazin bi teknîkê biçin encamê. Ya sêyem jî, şerê taybet e. Şerê psîkolojîk dimeşînin. Yanî şer li ser van her sê lingan dimeşînin.

ŞERÊ PSÎKOLOJÎK ÇI YE?

Şerê psîkolojîk çi ye? Esas derew e. Tu derewan zêde bike, lê bixe, çav bitirsîne û wê bûyerê mezin bike ji bo kes nikaribe serê xwe rake, her kes bibêje ev dewlet pir xurt e, bi heybet e, tu kes pê nikare. Tim têgihanek wisa di civakan de ava dikin û wisa civakan teslîm digirin. Rejîma AKP’ê li kêleka rêbazên xwe yên zextkar û faşîst, vê rêbaza şerê psîkolojîk bi xurtî dimeşîne. Ji bo wê jî li gorî berê derewên xwe hîn zêde ne. Rast e, vê dewletê berê jî derew dikirin, lê niha hîn zêde kirine. Yanî AKP jî di vê der heqê de pir zêde bi nav û deng e; tiştê neyî dikare wekî heyî raber bike, yê heyî jî wekî neyî raber bike. Bêguman hemû ne derew in, ji ber ku niha şerek heye û ev şer bi dijwarî dimeşe. Di vî şerî de şehadetên me hene, gelek kuştiyên artêşa Tirk jî hene. Derbeyên li wan dikevin hîn zêde ne, hejmara xwe jî pir kêm didin. Tu dinêrî, tim yek-du kuştiyên xwe didin. Jixwe qedexe ye ji diduyan bêhtir leşker bimirin. Talîmat dane ku wê kes ji diduyan bêhtir kuştiyên xwe nede. Eger sed kes jî bimirin, divê didu miriyan bidin. Tenê carekê 9 kes îtiraf kirin, ewqas e. Ango şerê psîkolojîk bi vî awayî bêhempa dimeşînin. Ji bo wê derewan zêde dikin.

OPERASYONA LI BESTAYÊ

A niha li Besta operasyonek pir berfireh bi rê ket. Ji 3’yê Mijdarê heya 16’ê Mijdarê yanî 14 rojan pir bi xurtî û berfireh, ji Girê Sêvo heya Katoyê Jîrka, Deriyê Qaçê, Deriyê Beqê ew xeta navber gişt operasyonê girt hundirê xwe. Hema her roj êrîşên hewayî pir berfireh meşiyan. Lê hevalên me li hemberî wan leşkerên wan ên ku derketin erdê çalakî bi pêş xistin. Nimûne, li Girê Sêvo hevalên me çalakî kirin. Herî dawiyê cardin di 12’ê Mijdarê de çalakiyek hîn berfireh kirin. Li gorî tespîtan herî kêm 8 leşkerên wan mirine. Li Kortexanê helîkoptera wan derbe dixwe, guman e tê de hinek miribin, an jî dûvre çûbe û ketibe. Yanî ev şer e, şerekî berfireh tê meşandin. Di vî şerî de bi giştî 13 hevalên me jî şehîd bûne. Lê ew çawa didin? Hejmarê li ser 40’an re raber dikin, cuda raber dikin. Ev ne rast e. Li wir berxwedaneke mezin û dîrokî çêbûye, bi giştî 13 hevalên me şehîd in û hîna me hemû nav misoger nekirine. Em ê di van rojên pêş me de navê hevalên xwe yên şehîd jî zelal bikin, jixwe em ê bi raya giştî û gelê xwe re parve bikin. Helbet ji bo me windahiyek cidî ye, lê li holê şerekî cidî heye, îro têkoşîneke di asta lûtkeyê de dimeşe.

Rastî ew e ku şerek heye û her hefteyê şehîdên me hene, lê ew 6-7 qatan zêde dikin, tim diwerimînin, ên xwe jî vedişêrin. Esas di heqîqetê de şerek cidî heye, alî li hev dixin. Ew zêde nikarin di bejayî de şer bikin, piranî bi hewayî êrîşan dikin; em jî bi taqeta însan, bi îrade, aqilê însan dixwazin derbeyê li wan bixin û wana vala derbixin. Şerekî wisa heye, feqet dijmin dixwaze vî şerî bi vê astê raber neke. Dixwazin wekî bibêjin, “Şer nîn e, va ye operasyon heye, em ketine dûv wan, em dixwazin wana pak bikin” raber bikin. Pêwîst e gelê me bizanibe heqîqet ne wisa ye. Ez bawer im raya giştî jixwe vê dizane.

Derewkariya wan hîn zêde zelal bû. Cara yekem serokwezîrek sivîl çûye Çela Nimêjan, li wir şer koordîne dike. Şerê operasyona Bestayê jixwe nû bidawî bibû, li wê derê bi bêtêlê talîmat dide û dibêje, “bombardiman bikin” û di dîmen de jî raber dikin ku topan diavêjin. Eşkere dijminiya xwe raber dike. Hatiye Botanê û talîmat dide ku çawa zarokên Botanê em bombardiman dikin. Vê raber dike. Bi rastî vê gera wan a li wê herêmê heqîqeta wan, durûtiya wan û bêrûtiya wan eşkere kir.

EM HEMÛ JI TECRÎDÊ BERPIRSYAR IN

Bi taybetî gelê me yê Bakurê Kurdistanê divê vê bibîne; ger îro li Îmraliyê sîstemeke dijwar a êşkenceya psîkolojîk, tecrîdeke giran li ser Rêber APO heye, em hemû di ber de berpirsyar in. Rast e, berpirsiyariya yekem aîdî me ye. Em wekî kadroyên vê Tevgerê, wekî rêveberiya vê Tevgerê berpirsyar in. Lê hemû gelê me jî tê de berpirsiyariya xwe heye. Her Kurdek, her jineke Kurd, her ciwanekî/e Kurd, her welatparêzek, heta her kesê dixwaze di Tirkiyê de aştî çêbibe, demokrasî bi pêş bikeve divê xwe di ber vê de berpirsyar bibîne.

Dengê Serokatî dengê çi ye? Dengê hêz dayînê ye, dengê li xwe xwedî derketinê ye û dengê pêşxistina têkoşîna demokrasiyê ye. Ew naxwazin ev deng bigihe gel. Ji ber ku ew dixwazin gel sist bikin, teslîm bigirin. Lewre bi taybet li Bakurê Kurdistanê, pêwîst e her kesekî/e me yê/a welatparêz vê ji bo xwe bifikire. Yanî xwe wisa bêtaqet û bêhêz neke. Ev dijmin ewqas tiştan dike ji bo ku tu bi hêz nebî. Wê çaxê tu bi xwe, xwe bihêz bike, tu bi xwe, xwe birêxistin bike, xwe kom bike, xwe bike îrade û wisa derkeve holê. Niha dem ew dem e ku, pêwîst e saziyên demokratîk, kesên demokrat û welatparêz êdî xwe komî ser hev bikin, di nav xwe de rêxistinê bi pêş bixin, di vê der heqê de bi taybetî li hemberî kiryarên di Îmraliyê de tên kirin bêdeng nemînin. Dewleta Tirk dixwaze di navbera gel û Serokatiyê de dîwarekê çêbike; divê gel vî dîwarî qebûl neke. Bêdengî wekî qebûlkirinê ye. Ji bo wê jî pêwîst e her welatparêzek di vê xisûsê de xwe berpirsyar bibîne, ew jî hinek destê xwe bixin bin ber û bar rakirin. Îro ev bar ji bo her kesekî/ê ferzek e. Ji ber ku têkoşîna me îro gihîştiye qonaxeke pir girîng. Di vê qonaxê de yan em ê bi ser bikevin, sîstema dagirkeriyê bişkînin, an jî wê ew me bi paş bixin. Ew nikarin me tesfiye bikin. Lê em niha gihîştine qonaxa ku em bigihin encamê û ew dixwazin pêşiya vê bigirin.

GERÎLA JÎ XWE NÛ DIKE

Wekî Tevger civîna me Komîteya Navendî ya PKK’ê hat lidarxistin. Jixwe li wir jî daxuyanî hat dayîn. Biryarên me hene, me plansaziya salê çêkiriye û em dixwazin salê bikin saleke mezin. Em dixwazin hem di aliyê têkoşîna gelêrî de hemleyeke rêxistinî bi pêş bixin, hem jî di aliyê têkoşîna parastinê ya gerîla de gavên nû bavêjin. Gerîla niha di pêvajoyeke xwe nûkirinê de ye. Gerîla, ev pêvajo hema hema temam kir. Yanî ji ber ku rêbazê şer hat guhertin, ji erdê çû ezman, niha gerîla jî li gorî wê êdî xwe eyar kiriye, xwe eyar dike ji bo bikaribe li gorî w hemleyê bi rê bixe. Ev sala pêş me, sala 40. a PKK’ê, ango sala 2018’an em dixwazin li ser vê bingehê bikin sala têkoşîna mezin, bikin sala hemleya mezin. Divê her kes li gorî vê nêz bibe, li gorî vê li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve.

Ev dagirkerî êdî peritiye, di gelek cih de gedûk lê vebûne. Li derve êdî rûmet û qîmeta xwe nema ye. Hêzên berê li pişt wan bûn êdî ne li pişt wan in. Heqîqeta Kurdistanê, heqîqeta mezin êdî eşkere bûye. Ew êdî nikarin wekî berê berdewam bikin. Ji bo wê wisa li ser Rêbertiyê ewqas zextê dimeşînin û li ser hêzên me, li ser gelê me jî ewqas êrîşan bi pêş dixin.

Eger em bi îrade bin, îradeya xwe hîn xurt bikin, di nav refên xwe de rêxistinê hîn geş û xurt bikin, wisa propagandayên dijmin ên psîkolojîk bawer nekin em ê zûtir bigihin encamê. Ji ber niha dixwazin cerdevanan jî pir têxin şer û şer dîsa bikin şerê Kurd û Kurd, belkî hinek di vê xisûsê de şaş bûbin. Her kesê welatparêz divê li ser vê bisekine, rê nede tiştek wisa. Ev dewlet êdî zeîf bûye, niha pere û pûlan dirijîne, mûçe zêde dike, statu diguherîne û dixwaze di encamê de Kurd jî bixe meriyetê û wisa biçe encamê.

JI DEWLETA TIRK DÛR BIKEVIN

 Di vê serdema ku dijminatiya Tirk li Başûr, Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê eşkere bûyî de tu kesê Kurd ê ku dibêje ez îxanetê li xwe nakim, îxanetê li ziman, çand û kevneşopiya xwe nakim divê ne bi dewleta AKP’ê re be. Her kesê di nav refên AKP’ê de jî divê vê bibîne, êdî dest jê berde. Ji ber ku AKP bi MHP’ê re bû yek, di dijminatiya Kurd de êdî rê nadin MHP’ê. Heya MHP şaş ma, ji bo wê dibêje, êdî em bi hev re bin. Ev dewletek nijadperest e, fikir û bîrdoziyek nîjadperestî dimeşîne, dijminatiya gelê Kurd dimeşîne.

Wekî gelê Kurd divê em jî li hemberî vê xwe bikin yek û êdî pêvajoya pêş me ango sala 40. a PKK’ê bikin sala meşa azadiya demokratîkirina Tirkiyê, bikin sala meşa azadiya Kurdistanê, bikin sala azadiya Rêber APO û bikin sala vê meşa mezin. Em ê vê meşê bi şêwazek geş û xurt bi pêş bixin, bikin sala têkoşîna azadiyê.

Di vê wateyê de pêwîst e her kes li berpirsyariya xwe xwedî derkeve. Eger her kes hinekî li berpirsyariya xwe xwedî derkeve, em bawer dikin ku sala 40. a damezrandina PKK’ê wê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bibe saleke gihîştina lûtkeyê û bibe saleke mezin.”