Karayilan: Hatina Qendîlê ne karekî hêsan e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Erdogan gefên li Qendîlê weke propaganda hilbijartinê bi kar tîne û got, "Eger şerefa Erdogan hebe wê were Qendîlê. Hatina Qendîlê ne hêsan e."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û rojeva heyî nirxand.

Karayilan bal kişand ser projeya dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku weke hedefa destpêkê jî Qendîl danîne pêşiya xwe. Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk bi êrîşên dagirkeriyê re dixwaze PKK'ê ji Başûrê Kurdistanê derxîne, bi vî rengî zextê li ser Başûr bike û Kerkûkê ji Başûr qut bike, her wiha bi zextê re siyaseta başûr bi xwe ve girê bide. Karayilan destnîşan kir ku ev yek projeyeke nû ya dewleta Tirk e, projeya desthilatdariya AKP û MHP'ê ye.

Karayilan bi bîr xist ku niha hilbijartinên 24'ê Hezîranê di rojevê de ye û Erdogan jî ji bo di vê hilbijartinê de bi ser bikeve dixwaze bi propaganda "Di pirsgirêka Kurd de ez serketî me, ez Kurdan dikujim, bi vî rengî ez ê Tirkiyeyê mezin bikim" encamê bigire.

Karayilan işaret bi gefên dagirkirina Qendîlê, çikandina alê li Qendîlê  û çûyina Şengal û Mexmûrê kir û got, "Ji wan heye ku ku derê bixwazin dikarin biçin wê derê. Halbûkî rastî ne bi vî rengî ye. Em dewleta Tirk baş nas dikin. Zanin bê ji aliyê leşkerî ve hêza xwe çiqas e. Niha propagandayê dikin û îdîa dikin ku wê biçin Qendîlê. Eger wê biçin Qendîlê gelo zanin ku wê li çi rast bên? Hatina Qendîlê ne hêsan e.

EGER HÊZÊN BAŞÛR ALÎKARIYÊ NEDIN, ARTÊŞA TIRK NIKARE TIŞTEKÎ BIKE

Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare bi wan û got, "Tecrûbeya 35 salan ev rastî eşkere kir. Bi operasyoneke berfireh dixwazin encamekê bi dest bixin, lewma neçar in hinekan bigirin cem xwe. Ji bo wê jî dixwaze hin Kurdan bigirin cem xwe. Mesela, li Efrînê çeteyên Ereb girtin cem xwe. Dema ku hêzeke cihgir bi artêşa Tirk re tine be, nikare şer bike.

Yanî eger hêzên Başûrê Kurdistanê alîkariyê nedin wan, artêşa Tirk nikare tiştekî bike. Eger alîkariyê bidin -ku em vê naxawzin- wextekê jî kiribû, wê dîsa nikaribe encamê bigire. Beriya her tiştî vê yekê bêjim; Êrîşa li ser Qendîlê wê rê li ber şerekî mezin veke û ev şer jî wê ne hêsan be."

EGER NEYÊN, BÊŞEREF IN

Karayilan got, "Her tim dibêjin; em ê biçin Qendîlê. Lê belê hatina Qendîl an jî Şengalê ne hêsan e" û wiha dewam kir: "Propaganda hilbijartinê dikin. Hewl didin xwe nîşan bidin ku ew xurt in. Erdogan derewên mezin dike û dibêje, 'Ez li dijî PKK'ê operasyona dikim, PKK'ê diqedînim, metirsiya li ser Tirkiyeyê tasfiye dikim'. Eger wê bên Qendîlê, fermo bila bên. Lê derewan dikin. Yên neyên bêşeref in. Eger şerefa Erdogan hebe wê were Qendîlê. Ewqasî propagandayê dikin, ez dîsa dibêjim; yên neyên bêşeref in. Hatin Qendîlê ewçend hêsan e gelo? Ev yek kirine mijara propagandayê."

YÊN KU DIBÊJIN QENDÎL HATIYE VALAKIRIN, BILA KEREMKIN BÊN

Mûrat Karayilan anî ziman ku Qendîl cihekî qedîm û stratejîk ê Başûrê Kurdistanê ye û got, "Niha dest bi nîqaşekê kirine û dibêjin 'Qendîl hatiye valakirin, gerîla Qendîl vala kiriye'. Gelê me yê hêja yê Qendîlê ev 20 sal in li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide, gundên xwe, malên xwe vala nake. Ez di wê baweriyê de me, li Başûrê Kurdistanê yên herî zêde rastiya dewleta Tirk fêhm kiriye gelê Qendîlê ye.

Rêz û hezkirina me ji bo wan her tim heye. Kesî Qendîl vala nekiriye. Eger mebesta wan em bin, me Qendîl vala nekirine û em li benda wan e. Qendîl nehatiye valakirin, tevdîr hatine girtin. Rastî ev e. Qendîl di dîroka Kurdistanê de û îro jî keleha berxwedanê ye. Destberdana ji Qendîlê ne hêsan e. Tiştekî bi vî rengî nîne, ev yek propaganda ye... Yên dixwazin zanibin ku rewşa Qendîlê çi ye, bila fermo werin Qendîlê."

Di dewama axaftina xwe de Karayilan ciwanên ku weke mertalên zindî hatine Qendîlê silav kir.

DIXWAZIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR BIKIN Û LÊ MAYINDE BIBIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku eger AKP-MHP di hilbijartinê de bi ser bikevin wê dewleta Tirk projeya xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê berfireh bike û got, "Dixwazim destnîşan bikim ku ev proje eleqeya xwe bi hilbijartinê re nîne. Dewleta Tirk ev 3 sal in li ser vê projeyê tevdigere."

Karayilan bi bîr xist ku beriya niha bi çar rojan Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nûrettîn Canîklî di Ajansa Anadolû de qala projeyên dewletê kir û ji bo Başûrê Kurdistanê got, "Bicihbûna me ya li Iraqê mîna berê nîne. Berê em diketin hundir û piştre jê derdiketin. Lê êdî em ji bo lê bimînin diçin."

Karayilan bal kişand ser bêdengiya hêzên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê û destnîşan kir ku bêdengî tê wateya desteka ji bo dagirkeriyê.

AKP DI MIJARA MINBICÊ DE JÎ DEREWAN DIKE

Karayilan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku AKP mîna ku di gelek mijaran de derewan dike, di mijara Minbicê de jî derewan dike û got, "Bi qasî ku me fêhm kiriye, der barê Minbicê de peymaneke ku bi dewleta Tirk dide qezençkirin bi DYA re nehatiye kirin. Peymanek heye, lê belê ne li ser tiştekî nû ye. Tevî vê yekê jî dibêjin 'Me Minbic qezenç kir, bi DYA re em li dewriyê digerin, em kontrolê dikin'. Eger wê li ser sînor li dewriyê bigerin bila bigerin, ev yek rewşa li Minbicê naguherîne. Lê belê vê yekê dinepixînin û dikin amûreke propagandayê."

DIXWAZIN CIHÊ LEŞKERÊN XWE YÊN DÎLGRTÎ TESPÎT BIKIN Û BI BALAFIRAN WAN BIKUJIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku di zîhniyeta dewleta Tirk de mirovahî nîne, xwedî sekneke faşîst e û got, "Di mijara leşkerên dîlgirtî de jî rewşa wan bi vî rengî ye. Midûrên MÎT'ê, efser, polîs, leşkerên bi pere şer dikin, leşkerên ji rêzê di destê me de dîlgirtî ne. Lê qet li wan napirsin û qala wan nakin.

Eger îro rojnamevanek rabe vê mijarê ji Erdogan bipirse, nepêkan e ku bersivê bide. Bi fermî qebûl nake ku di destê PKK'ê de leşkerên dîlgirtî hene. Dixwazin atmosfereke welê biafirînin û ji gel re bêjin 'PKK belav dibe, PKK tine dibe'. Lewma naxwazin qebûl bikin ku di destê PKK'ê de dîlgirtî hene. Mîna ku leşkerên dîlgirtî nîne tevdigerin."

Karayilan bi bîr xist ku dewleta Îsraîlê ji bo du cenazeyên leşkerên xwe yên di destê Fîlîstîniyan de werbigire bi hezaran girtî berda û got, "Lê li Tirkiyeyê di mijara dîlgirtiyan de tiştekî wiha nîne. Rewşeke ji vê jî xerabtir heye. Divê gelê Tirkiyeyê bi vê zanibe; dewleta Tirk hewl dide bi îstîxbaratê û balafirên keşfê cihê leşkerên dîlgirtî tespît bike û bi balafiran wan îmha bike. Ez vê yekê cara yekemîn dibêjim. Lê eqasî bêrehm in û zalim in. Dixwazin mirovên xwe îmha bikin. Ewqasî ji mirovbûnê derketine."

HEYFA PIRSÛSÊ WÊ LI ERDÊ NEMÎNE

Mûrat Karayilan êrîşa AKP'ê ya li navçeya Pirsûsê şermezar kir û got, "Mirovên me yên welatparêz ên di êrîşê de şehîd bûn, şehîdên demokrasiyê ne. Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil bi xwînxwarî kuştin. Divê gelê me beriya her tiştî vê êrîşê bibîne. Ev êrîş ne tenê li dijî malbata Şenyaşar e. Êrîş li dijî îradeya Pirsûsê, Rihayê û vîna tevahiya gelê me ye. Bila serê malbata Şenyaşar û tevahiya gelê me yê li Pirsûs û Rihayê sax be. bila dayika şehîd Celal û Adil zêde negirî û dilê dijmin xweş neke. Lê bila vê baş zanibe, heyfa wan wê li erdê nemîne. Tenê vê dikarim bêjim.

Malbata Yildiz şaşitî kir. Divê tavilê ji şaşitiya xwe vegere, vê yekê rast bike û ji gelê me lêborînê bixwaze. Sûcê ku kirine gelekî giran e. Ev gel bêxwedî nîne. Ev yek dozeke mezin a gel e. Em baş zanin bê bûyer çawa qewimî ye. Em dibînin ku ev malbat malbateke noker e û hatiye bikaranîn. Em fêhm dikin ku bûyer bi vî rengî qewimî ye: Xwe amade kirine û çûne sûkê. Li wir nîqaş û şer derketiye. Piştre êrîş birine ser mirovên me yên welatparêz ên li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. Li wê derê şehîd xistine. Wê wextê qeymeqam, walî û Fakibaba yê ji Bêrecûkê li wir bûn.

MIROVÊN ME YÊN LI PIRSÛSÊ BI FERMANA ERDOGAN HATIN KUŞTIN

Ne pêkan e ku haya Erdogan ji bûyerê tinebe. Eger Erdogan destûr nedabûya, kesî nedikarî nava rojê êrîş bibira ser nexweşxaneyê û bi rêbaza DAÎŞ'ê bi şûşeyên serûmê qirkirina birîndaran jê bikira û bikuşta. Kî dikare tiştekî wiha bike? Polîs an jî dewlet li wir nebû? Çima dest lê wernedan, ji ber ku Erdogan ferman daye. Wekî din, Hecî Esvet ê extiyar bi lînçkirinê tê şehîdxistin. Kî dikare vê qebûl bike, kî dikare xwe li vê rabigire? Ev yek heqareteke mezin e. Li Pirsûsê her sê mirovên me bi fermana Erdogan hatine kuştin."

Karayilan destnîşan kir ku heyfa wan şehîdan wê li erdê nemîne û ev hişyarî da: "Lê belê niha pêvajoyeke hilbijartinê heye. Dibe ku dixwazin bi bûyerên wiha hilbijartinê betal bikin an jî bi rengekî gumanbar bikin. Lewma divê gelê me niha bi xwînsarî tevbigere û nekeve xefika provokasyonan. Bila her kes xwe biparêze."

ESNAFÊ 30 SALAN KIRIN PKK'YÎ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê bi dewamî got, "Ji bo komkujiya ku li Pirsûsê kirin gotin 'PKK'ê kir, PKK'ê êrîş kir'. Ev derew e. Kesên li wir hatin kuştin, mirovên esnaf in ku 30 sal in esnafiyê dikin. Ti eleqeya xwe bi PKK'ê re nîne. Ji xwe li wir, li nava sûkê hêzeke me ya amadeyî nîne. Eger hêzeke me li wir hebûya, wê bi hêsanî nikarîbûna êrîş bikirana û mirov bikuştina."

Karayilan got, "Ew bi xwe êrîş dikin, lê piştre dibêjin êrîşî me kirine. Bi xwe lê didin, lê dûre dikin ax û wax. Lê rastî berevajî îdîayên wan e. Ev yek tabloya edaletê ya Erdogan û AKP'ê ye. Gelo bi van re edalet, wijdan û şeref heye? Desthilatdarek ku hêz di destê wê de heye, gelo dikare qirika mirovan bi şûşeyên cam jê bike? Kîjan wijdan, kîjan îman, kîjan ol dikare xwe li vê rabigire? Lê ev yek marîfeta Erdogan e."

GELÊ ME DIVÊ JI BO PIRSÛSÊ BERSIVA PÊWÎST BIDE AKP'Ê

Karayilan da xuyakirin ku ev desthilatdarî çeteyeke mafya ye, ji bo berjewendiyên xwe dikare her tiştî bike, lewma bang li gel kir ku li her derê tevdîrên xwe bigire, hev bi tenê nehêlin û destûrê nedin êrîşên bi vî rengî.

Karayilan destnîşan kir ku divê gelê Kurdistanê û hemû hêzên demokrasiyê bi hev re tevbigerin, pêşî li van provokasyonan bigirin û got, "Bêguman pêwîste di dema xwe de bersiva pêwîst bê dayin."

DENGÊ JI BO AKP'Ê TÊ WATEYA QEBÛLKIRINA KOMKUJIYA LI PIRSÛSÊ

Mûrat Karayilan da zanîn ku divê welatparêzên Rihayê baş zanibin ku rejîma AKP'ê bi taybetî nêzî Rihayê dibe û got, "Divê gelê me yê xwedî bawerî, yê nasnameya xwe înkar nake û naxwaze bê qirkirin, li ber vê yekê rabe. Bi taybetî di vê hilbijartinê de lazim e kes dengê xwe nede AKP'ê. Yanî dengê ji bo AKP'ê tê wateya erêkirina vê siyasetê. Eger yek rabe dengê xwe bide AKP'ê ev tê wê wateyê ku komkujiya li Pirsûsê erê dike, neheqiya tê kirin erê dike. Mirovên ji dil û Misilmanên xwedî bawerî pêwîste vê siyaseta zilmê erê nekin."

Karayilan got, "Hêvîdar im êrîşa xwînxwarî ya li Pirsûsê li dijî malbata Şenyaşar hate kirin wê bibe wesîle ku her kes ji nû ve li ser rewşê bifikire. Wê her kes li dijî hêzên siyaseta zilmê dikin helwestê nîşan bidin û bêjin 'êdî bes e'. Bendewariya me ji gelê Rihayê ev e."