Karayilan: Erdogan guh neda Davûtoglû û komkujî kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir, li gorî agahî û belgeyên li ber destê wan, Erdogan ê ku Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, guh neda Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû û rêze komkujî kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan beşdarî Bernameya Taybet a Radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên Arjîn Ferat. Çend ji beşên nirxandina Karayilan wiha ne: "Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di serdemeke girîng de ye. Bûyerên ku di vê demê de diqewimin û sala bê biqewimin wê di diyarkirina paşeroja gelê me, tevgera me û Rêberê me de roleke girîng bilîzin. Pêvajoyeke bi vî rengî girîng û stratejîk e.

ŞERÊ TOPYEKÛN WÊ DIJWAR BIBE

Mêtingeriyê li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi şerekî topyekûn kiriye. Rejîma AKP-MHP-Ergenekonê domkirin û mayindekirina sîstema xwe ya faşîst bi tinekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û destketiyên gelê Kurdistanê ve girêdaye. Tevî ku ji gelek aliyan ve di nava krîz û lawaziyê de ne, hemû derfetên xwe seferber kirine û hewl didin bi şerê li dijî gelê me desthilatdariya xwe bidomînin, sîstema xwe ya faşîst mayinde bikin. Lewma di navbera me û dewleta Tirk a faşîst mêtinger qirker de şerekî dijwar heye û ev şer wê dema bê dijwartir bibe.

KIRYARÊN ERDOGAN ÊN DIGEL DAVÛTOGLÛ

Mutabaqata Dolmabahçeyê di çareseriya pirsgirêka Kurd de ya li Tirkiyeyê qonaxa dawî bû, lê belê Erdogan ji bo xeyalên xwe yên serokatiyê biryara şer wergirt û red kir. Ji bo şer bike, dijberiya li nava civakê sor bike û şovenîzmê geş bike çi ji dest hat kir. Ya ku Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû qala wê dike ev e.

Destpêkê kirin ku li mîtînga HDP'ê ya Amedê bombe bên teqandin, piştre Komkujiya Pirsûsê, dûre Komkujiya Enqereyê. Dibe ku hinekan ev yek bi destê DAÎŞ'ê dan kirin, lê belê weke plan û projeyekê bi agahdariya Erdogan hatin kirin.

Ya ku Erdogan digel Davûtoglû kir, kiryarên di dema berxwedana bajaran, bi taybetî komkujiyên li Cizîrê ye. Di vê mijarê de agahî û belge li ber destê me hene. Dema ku HDP'î ketin navberê û hewl dan ku ciwanên berxwedêr ên birîndar ên li jêrzemînan derxînin, rayedarên dewletê yên li wê deverê, generalên ev şer koordîne dikirin alîgirê wê bûn ku birîndar bên derxistin. Di vê çarçoveyê de amadekarî kirin, lê belê Erdogan bi rêya MÎT û Hakan Fîdan dest li vê pêvajoyê werda û got, 'Ez vê qebûl nakim, divê ew bên eciqandin û bên kuştin'. Beşeke girîng a kesên li wan jêrzemînan ciwanên li zanîngehên Tirkiyeyê xwendekar bûn ku ji bo alîkariya gelê Cizîrê çûbûn wê deverê. Polîsên Erdogan şûşeyên ku benzîn tê de bûn ji paceyên jêrzemînan avêtin hundirê jêrzemînan. Berxwedêrên ku li jêrzemînan birçî, tî û birîndar bûn gotin 'av dane me' û xwe dirêjî wan şûşeyan dikin. Lê belê heman piştî ku ew şûşeyên benzînê avêtin hundir yekser agir berdan jêrzemînan û hemû şewitandin. Li wan jêrzemînan ew mirovên me bi rengekî herî dijî mirovahiyê, herî namerdane û zalimane bi saxî hatin şewitandin. Dibe ku mebesta Davûtoglû ew be.

JI ERDOGAN JI BO MÎT'Ê, JI MÎT'Ê JI BO GENERALAN

Weke min got, li ber destê me hin dane hene. Ev yek yekser bi fermana Erdogan û bi destê MÎT'ê hate kirin. Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan ji generalan re dibêje, 'Pêşniyara HDP'ê ji aliyê Qesrê ve nehatiye qebûlkirin, fermana wî eşkere ye û divê bê pêkanîn'. Bi vî rengî komkujiyê dikin. Piştre li bajarên din ên Kurdistanê heman rêbaza komkujiyê dom kirin, bi sedan zarok, ciwan, sivîl şehîd xistin. Hemû jî bi fermana Erdogan hate kirin.

HEMÛ SAZÎ Û RÊXISTINAN WEKE PKK'Î NÎŞAN DIDIN

Dema dawî li dijî gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd dest bi kampanyayekê kirine. Bi bikaranîna navê PKK'ê re dixwazin destketiyên gelê Kurd hemûyan bikin hedef. Destketiyên gelê Kurd, karên li her deverê, xebatên wan ên qanûnî, mînak saziyên qanûnî yên li Ewropa û Tirkiyeyê, saziyên weke HDP'ê, derdorên demokrat ên alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd in, hêzên Şoreşa Rojava, berxwedêrên civaka me ya Êzidî yên li Şengalê weke PKK'î nîşan didin û dikin hedef. Hewl didin vê yekê bi rengê kampanyayê bidomînin. Bi senaryoyên derewîn hewl didin atmosfereke bi vî rengî biafirînin.

PKK cuda ye rêxistinên bi vî rengî cuda ne. Ti eleqeya HDP'ê bi PKK'ê re nîne. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelê Tirkiyeyê gihîştin hev, gelek sazî, rêxistin û kesayetî li hev kom bûn û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ava kirin. HDP jî weke berhemek vê kongreya tifaqa demokratîk a gelan afirî. Hewldanên ku vê yekê weke PKK'î nîşan dide derew e, berevajîkirina rastiyê ye. Tiştekî bi vî rengî nîne. Eger li ber destê wan belgeyek heye di vê mijarê de hingî bila ispat bikin. Tiştekî wiha nîne. Ji bo siyaseta qirkirinê bimeşînin, ji bo zextê li HDP'ê bikin, ji bo bikin hedefa êrîşan van derewan dikin.

BILA ISPAT BIKIN KU ŞAREDARIYAN PERE ŞANDINE

Mesela Erdogan serkêş, serokkomarê dewleta Tirk e. Saziyên dewletê; îstîxbarat, leşkerî, polîs di destê wî de ye. Ew axivî û got, 'ev şaredarî pereyan dişîne Qendîlê'. Madem ewqas derfetên dewletê di destê Erdogan de hene û van gotinan dike, wê demê bila ispat bikin. Eger nikaribe ispat bike wê demê ew derewînê herî mezin ê Tirkiyeyê ye. Gelo çawa dibe ku Serokkomarê dewletekê ewqasî dikare derewan bike û hewl dide rastiyê berevajî bike? Li pêşberî raya giştî destpêkê ew derewan dike, piştre jî bi van derewan di gelek qenalên televîzyonê, radyo, rojname û organên çapemeniyê de propaganda tê kirin, şerê psîkolojîk tê meşandin. Ev hemû derew in. Eger karibin ispat bikin ku lîreyekî bi tenê jî gihîştiye me wê demê em ê qebûl bikin ku rast dibêje, lê belê nikarin vê ispat bikin, ji ber ku tiştekî wiha nîne.

KES BI REVANDINÊ NABE GERÎLA

Yên tevlî nava refên me dibin bi îradeya xwe ya azad tevlî dibin. Gotina 'hatin revandin' derewa dewleta Tirk a mêtinger e. Gotina zimanê şerê taybet e. Em tevgereke îdeolojîk in ku tevlîbûna bi daxwaza xwe ji bo me esas e. Kurd, an jî neteweyeke din, her kes bi daxwaza xwe tevlî nava refên me dibin. Wan bi binpêkirina qanûnên xwe hevşaredarên sê bajarên mezin ji wezîfeyê dûr xistin. Darbe li îradeya gelê Kurd kirin. Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û dinyayê nerazîbûn li dijî vê darbeyê hate nîşandan. AKP ji ber ku zehmetiyê dikişîne vê polîtîkaya xwe ya qirkirinê bidomîne, tiştên din plan kirin, dek û dolab gerandin. Ji bo neheqiya li HDP'ê kirine bê nixumandin, plan kir ku hinekan bibe ber deriyê HDP'ê bide rûniştandin.

EW DAYIK DIVÊ LI BER AVAHIYA HDP’Ê LI ZAROKÊN XWE NEGERIN

Belkî ew dayik hinek ji wan nêta wan paqij e. Hinek ji wan dibe ku dizanin ev tê çi wateyê û nêteke wan cihê jî hene, ez bi vî tiştî nizanim, dayîktî pîroz e. Heke dayika mîlîtanên azadiyê be, ew ji bo wê şeref e. Tişta ku li pêşiya wê avahiyê tê kirin jî projeya Erdogan, MÎT û polîsan e. Ev çalakiyeke şerê taybet e. Mirovên me yên li wê derê divê hay ji vî tiştî hebin. Divê nebin amûra şerê taybet û divê ji vê plana qirêj xwe vekişînin. Heke lêgerîneke wan hebe, cihê wan ne ev der e.

EW DEH SALAN LI WÊ DERÊ RÛNÊN KES VENAGERE

HDP nikare ji me re bibêje ‘Filan kesî/ê bişîne mala wî/ê’. Têkiliyeke me ya wisa tune û ne jî em bi gotina hin kesan milîtanên xwe naşînin cihekî. Divê her kes bi vî tiştî baş bizanibe, ew li wê derê ne deh rojan, deh salan rûnên jî kes venagere. Ev dewlet ji bo milîtanekî me şehîd bike, bi milyonan pereyan xerc dike. Ji bo rêhevalekî me şehîd bixin, bi dehan balefirên xwe bi saetan li hewa difirîne. Niha jî bi planeke qirêj dixwazin milîtanên me vegerin malên xwe. Yên ku tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe, êdî dibe milîtanê gel. Ev serbilindî û şerefeke mezin e. Kesên ku bûne milîtanên azadiyê, êdî qîmetê nade wan bangan û ji bo pereyan naçe. Ew êdî bûne fedaîyên gelê xwe, ji bo van tiştan venagere. Ev tişt nabe.

BILA ZAROKÊN XWE FEDÎKAR DERNEXÎNIN

Di çapemeniyê de em hîn bûn ku zarokê dayikeke li wê derê di zindanê de ye. Bi îddîaya ku PKK’yî ye, ew xistine zindanê. Mecnûn Akkoyûn hewl daye xwe bikuje. Çima? Ji ber ku gelekî qehirîye ku dayika wî tiştekî wisa kiriye. Divê dayik zarokên xwe fedîkar dernexînin. Nabe ku dayika milîtanan bibe amûra şerê taybet. Heke dixwazin xwedî li zarokên xwe derkevin û qenciyekê bikin, rêya wê ne ev e.

JI BO REVANDINAN LI DAYIKÊN ŞEMIYÊ BINIHÊRIN

Binihêrin 30 sal in Dayikê Şemiyê li zarokên xwe digerin. Zarokên van dayikan ji aliyê dewletê hatiye revandin û qetilkirin. ‘Revandina’ rastîn ev e. Belge û îspatên vî tiştî hene. Dayikên Şemiyê her roja Şemiyê îspatên di destê xwe de ji raya giştî re eşkere dikin. Lê gelo rejîma AKP û MHP’ê çi dike? Vê çalakiya rewa û masûmana ya dayikan qedexe kir. Bi jop û şîddetê ew ji Qada Galatasarayê derxistin. Niha ev dayik her roja Şemiyê li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê kom dibin û çalakiyên xwe didomînin. Gelo çima medyaya Tirkiyeyê vî tiştî nabîne? Erdogan çima qala êşa van dayikan nake lê medyaya şerê taybet çima dayikên li pêş avahiya HDP’ê dike roje? Ev heqîqet bi xwe gelek tiştan eşkere bike. Ev dewlet durû ye. Gelê me qir dike û wan dike kole. Yên xizmetê ji wan re dike, mafê jiyanê dide wan. Karakterê vê dewletê wisa ye. Dayikên li pêş wê avahiyê divê bizanibin ku bi van çalakiyan xwe nagihêjin tu derê û wê tu encaman bi dest nexin…

HEKE AHMET TURK JÎ QEBÛL NEKIN

Rêzdar Ahmet Turk 50 sal in di siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê de ye û her dem qala aştiyê dike. Ew her dem qala aştiyê dike û alîgirê yekîtiya gelê Kurd û Tirk e. Heke dewleta Tirk kesekî wekî Ahmet Turk qebûl neke, wê demê ew ê kesî qebûl neke. Heke mirovên me yên wisa ji peywirê dûr bixînin, divê hemû Kurd li ser vî tiştî bifikirin. Çalakiyên niha watedar e lê ne bes e. Divê li hemû bajar û kolanan gelê me bi awayekî rêxistinî nerazîbûna xwe nîşan bide. Wisa diyar e ku di pêşengtiyê de qelsî hene, ji nav gel jî pêşeng dernakevin, her kes li bendê ye ku kesekî/e din pêşengtiyê bike. Lê divê bi taybetî jin û ciwanên Kurd pêşengtiyê bikin. Diyar e ku wê wisa nebe. Ji ber ku divê gelê me bi awayekî girseyî û xurt nerazîbûna xwe nîşan bide. Ji ber ku ev êrîş li dijî îradeya gelan e.

HDP’Ê PIŞTGIRÎ NEDA XWERÊVEBERIYAN

Dewleta Tirk evqasî êrîşî HDP’ê dike, em jî rabin wan rexne bikin wê ne di cih de be. Heke ev dewlet dixwaze PKK’ê tune bike, wê demê ew ê rê li pêşiya siyasetmedaran vekira. Ev jî înkar û îmhayeke gelekî mezin e, lê ev ne tiştekî ji rêzê ye. Ji ber vê êrîşî HDP’ê dikin, yan na wê êrîşî HDP’ê nekirina. Ji ber vê em jî HDP’ê zêde rexne nakin.

Heke em rabin li pişt xwe binihêrin, HDP di wê demê de li peywira xwe xwedî derketa, wê wisa nebûya. Niha gelek rayedarên HDP’ê di girtîgehê de ne. Hemûyan sûcdar dikin û dibêjin ‘Di dema berxwedana xwerêveberiyê de HDP’ê siyaseta hendekan parast.’ Ev derew e. HDP’ê wê demê piştgiriya vê pêvajoyê nekir. Heke HDP’ê piştgiriya wê pêvajoyê bikira, wê niha ne wisa bûya. HDP dudil tevgeriya, gel jî dudil tevgeriya û serê gelê me tevlihev bû. Ew ciwan li hemberî dijmin bi tena serê xwe hate hiştin. Şehîd Çiyager û 60 ciwanên pê re li nîveka Amedê li Sûrê bi tena serê xwe hatin hiştin.

Niha dewlet dibêje ‘HDP çek biriye wê derê, piştgiriya siyaseta hendekan kiriye, kepçe şandiye’ lê ev derew e. Tiştekî wisa pêk nehat. Berevajî wê tevgeriyan. Ji ber ku dewlet êrîş dike, me ev rexneyên xwe nekir. Li ser vî esasî tiştên ku dewlet li ser HDP’ê dibêje derew e û tu eleqeya wê bi rastiyê tune.

HDP'yî li ser vê bila baş bifikirin. Heke di wextê xwe armanca esasî ya êrîşên dewleta mêtinger a qirker bihata fêhmkirin encam wê niha wiha bûya. Her kes ji vê rewşê divê dersê ji xwe re bigire. Mirov çendî lavan ji vê dewletê bike, çendî banga aştiyê bike jî ev dewlet ji vê fêhm nake. Li nav mirovên me divê geşkirina yekîtiyê û rêxistiniyê û berxwedan esas were dîtin, divê berxwedana gel were geşkirin. Rêya encam jê standinê û serkeftinê ev e. Va ye em dibînin; hemû rêyên siyasetê têne girtin, ti heq û hiqûqî nas nakin, hiqûqa dewleta xwe ya ne demokratîk jî binpê dikin. Tenê bi yek fermanê hemû hiqûqa dewletê didin alî. Parlamenter in lê ji ber ku Kurd in wan bi erdê ve kaş dikin. Polîsekî ji rêzê jî dikare derkeve pêşberî wan û deynê wan.

Ew qas hevşaredar, siyasetmedar û parlamenter ne li zindanê ne? Çi sûcê van heye, çi kirine? Ti sûcê wan tine. Sûcê wan tenê Kurdbûna wan e û xwedîderketina li vê Kurdbûnê ye. Mesele ev e. Li pêşberî me rejîmeke faşîst û nîjatperest heye. Ev rejîm dixwaze ku hemû destkeftiyên Kurdan, hebûna Kurdan ji holê rake. Ji ber vê ev çend bi ser siyasetmdaran de diçe. Ji ber vê em dibêjin, 'divê gelê me li HDP'ê xwedî derkeve'. An na em nabêjin ew her tişt in. Kêmasiyên wan jî hene. Heke şert û merc lihevhatî bûna gelek tişt hebûn ku me yê rexne bikira lê di rewşeke wiha de ku rejîma faşîst hemû destkeftiyên Kurdan dane ber xwe, her roj êrîşan tînin, helbet gelê Kurd divê li siyasetmedarên xwe, yên ku wan hilbijartiye xwedî derkeve. Niha ya hewce ev e.

Tenê li sê bajaran ku mirov li dora wekîlan kom bibe ev bi serê xwe têrê nake. Na, divê çalakiyên girseyî werin geşkirin û berfirehkirin. Em bawer dikin ku ciwan û jinên Kurd bi vê hêzê ne, dikarin vê bikin...

ÊDÎ QEBEDEBÛNA WAN JI WAN RE NAMÎNE

Dema ku mirov dêhn û bala xwe bidin navên operasyonên ku dewleta Tirk li wan kirî mirov wê bibîne ku navên wiha ne ku dixwazin Kurdan bikin kole. Ango dibêjine Kurdan, 'ez xurt im, ez pençê li we dixim. Ez we dişkînim, diçewisînim', navên bi vê maneyê ne. Tim bi darê zorê dixwazin bigihijin encamê lê îro li dijî hişmendiya zordar û faşîstiyê gelê me jî xwedî hêz û berevanî ye. Êdî HPG a gelê Kurd, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hene. Êdî qebedebûna wan li cem wan namîne. Bersivên hewce têne dayin û wê hê jî werin dayin. Êdî ew bi zor, tundî û zextê nikarin encamê bistînin. Zû dereng wê vê fêhm bikin.

XWEDÊGIRAVÎ PENÇE YE, KA ÇI KIRIYE PENÇEYA WE?

Gelê me jî êdî rê û rêbazên têkoşînê hîn bûye. Bi perspektîfa Rêber Apo re gelê me êdî xwedî felsefe, bîrewerî û nasnaneyê ye. Gelê me ji her alî ve rêxistiniya xwe kiriye. Ango êdî ev gel ji qemçiya wa ya koledariyê natirse. Xwedêgiravî pençe ye! Pençeya çi, ka çi kiriye pençeya we? Niha tişta ku jê re Pençe 1, Pençe 2 dibêjin li Xakurkê xitimiye. Her roj ji pişt wan ve, li derdora wan, li ber serê wan çalakî têne kirin. Va cihê ku wan zevt kiriye Ermûş e û li wir her roj çalakî têne kirin. Ango tiştekî ku zevt kirine tine, deverên bilind zevt kirine, ji bo parastina wan jî tim balafirên keşfê li ser serê wan difirin. Gerîla jî tim li derdora wan e. Ev ji bo wan ne çareserî ye. Xwedêgiravî wê em jî bidana ber û di Qendîlê re derbiketana. Hewl dan ku hinekî bi pêş ve biçin lê dîtin ku gerîla hema li pişt wan e. Rê û rêbaz û taktîkên dewlemend ên gerîla hene û wiha tim ew pûç kirin.

GERÎLA DI ROJA 2'YAN DE PENÇE 3 ŞIKAND Û AVÊT

Dema ku li Xakurkê bêgav man vê carê jî berê xwe dane Heftenînê. Li Heftenînê hinekî bi pêş ve hatin. Gerîla di roja duyan de Pençe 3 şikand û pençeyê wan avêt. Derbeke giran xwarin, hejijîn û gêjelanî bûn. ArtêşaTirk derba ku 25'ê Tebaxê li Girê Partîzanê xwar ti caran wê ji bîr neke. Ji wê rojê ve metroyekê jî bi pêş ve nehatiye. Roja peşî bi baskan kîlometreyekê bi pêş ve hatibûn. Hatibûn Bêzenîkê, Girê Keçel, Girê Hêliz. Dema ku hêzên me derbeke giran li wan dan qedemeyekê bi paş ve çûn û rawestiyan. Hê jî li cihê ku lê ne disekinin.

'QIR'A WEZÎRÊ NAVXWE ÇI JÊ HAT?

A ku vê operasyonê rê ve dibe artêş e. Heke hûn bala xwe bidinê li ser vê mijarê Wezareta Berevaniyê ya Millî ya Tirk li ser navê artêşê daxuyaniyê dide. De qey li ser vê Wezareta Navxwe jî got, 'Çima em vala bisekinin, em jî xwe rojeva xwe deynin û propagandayê bikin' û got, 'Em jî operasyona Qirê rê ve dibin.' Navê wê danîn 'operasyona Qirê' û xwedêgiravî ji bo ku wê hewayê bide ku 'diçe ku her tiştî dide ber xwe, tiştek li ber nasekine' tiştekî wiha danîn. Gotin, 'Em vê operasyonê li Wan, Şirnex û Colemêrgê rê ve dibin'. Ev çawa bû, kengî qediya, encama wê çi bû, li kû derê çi qasî şer kir? Hîç behsê nakin. Ji ber ku pûç derket, winda kirin û têk çûn. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ew li wan deran pûç kirin û têk birin...

BI OPERASYONÊN SERNEKETÎ HEWAYA SERFIRAZIYÊ

Operasyonên ku bi ser neketine di çapemeniyê de weke serkeftinekê nîşan didin. Dixwazin li nav civakê nerîneke wiha çêbikin. Weke ku diçine kû derê wir distînin, dest davêjin kû derê dikevin wir, hewayeke wiha çêdikin, dixwazin xwe weke ku pir xurt bin nîşan bidin. Dibe ku li nav Kurdan jî hin jê bi vê bixapin û wiha bizanibin. Rastî ne wiha ye. Di navbeyna me û dewleta Tirk de şerekî mezin heye, ev şer hê jî didome û bi ser neketine. Mînak li Heftanînê her carê gotin gelek windahiyên gerîla çêbûne. Ev hemû derew in. Dema operasyonê tenê 4 hevalên me, hevalekî me jî li derveyî qada operasyonê li Keşanê şehîd bû. Ango bi tevahî 5 hevalên me şehîd bûn. Windahiyên me ev in..

Em bi hişmendiya ku dizanin çi dikin li kar û barê xwe binerin. Dijminê qirker û mêtinger ku li her devera Kurdistanê xitimiye, wê zêdetir bixitime û serfirazî bibe ya gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê."