Karayilan: Em ê girekî Kurdistanê jî ji dewleta Tirk re nehêlin

Karayilan diyar kir, wê girekî Kurdistanê jî ji dewleta Tirk re nehêlin û got, "Dikarin bi cih bibin, lê belê wê berdêla wê bidin. Dijmin li ku be em li wir in. Em ê di nava hev de bin, em ê dest ji ti cihî bernedin û bi ti cihî ve neçin."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina (NPG) Gel Mûrat Karayilan li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re axivî.

Karayilan destpêkê bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, ku di encama vê berxwedanê, çalakiyên canbexşane yên girtiyan û têkoşîna dayikên laçik spî de dîwarên tecrîdê yên li Îmraliyê hatiye hilweşandin. Karayilan got, "Dibe ku bi temamî dawî li tecrîdê nehatibe anîn, li gorî pêvajoyên polîtîk dikar bê guhertin, lê belê dîwarê tecrîda muqlet hate hilweşandin.

Karayilan şehîdên berxwedanê bi rêz û minet bi bîr anî, di serî de dayikên berxwedêr hemû çalakger bi hestên şoreşgerî silav kir û di hevrêtiya wan a bi Ocalan re serketin xwest.

Karayilan bal kişand ser peyamên dawî yên Ocalan di hevdîtinan de anî ziman û got, "Rêber Apo ne tenê ji bo pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê ew ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hemû hêzeke çareseriyê ye. Daxuyaniyên wî ev rastî careke din raxist pêş çavan. Felsefe, nêrîn û xeta wî xwedî formula çareseriya pirsgirêkên gelan e. Ev yek bi rengekî vekirî hate dîtin.

Rêber Apo ji bo dewleta Tirk bikişîne ser zemîna demokratîk gelekî hewl dide. Di vê mijarê de bi daxwaz û sebir têdikoşe. Careke din hate dîtin ku vê têkoşîna xwe ya ji bo çareseriyê bi îrade û biryardariyeke mezin didomîne."

KONSEPTA NÛ YA ŞER: LI BAKUR PÊKANÎNA 'PLANA TÊKBIRINÊ', LI BAŞÛR Û ROJAVA DAGIRKERÎ

Fermandarê Giştî yê NPG'ê Karayilan bal kişand ser konsepta nû ya dewleta Tirk a êrîşê û got, "Dewleta Tirk ji ber ku di şer û êrîşên xwe de yên beriya niha bi ser neket, dest bi konsepteke nû ya şer kir. Dewleta Tirk gihîşt wê qenaetê ku di nava sînorên fermî yên Tirkiyeyê de ji êrîşan nikare encameke mayinde werbigire, ji bo vê jî divê êdî ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê her wiha li nava 'sînorên misakî-mîllî' û li qada navneteweyî êrîşên xwe bidomîne. Lewma cewhera konsepta nû wiha ye; Li Bakurê Kurdistanê bicihanîna 'plana têkbirinê' li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî temamkirina hewldana xwe ya ji bo dagirkeriyê. Ji heye ku pirsgirêka sed salî ya Kurd û Kurdistanê bi vî rengî dikare çareser bike. Yanî dixwaze bi siyaseta qirkirinê pirsgirêkê ji holê rake."

Karayilan got, ya ku siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê fêhm nekiriye ya jî naxwazin fêhm bikin ev konsepta nû ya dewleta Tirk e û diyar kir, "Dewleta Tirk di çarçoveya vê konseptê de ji destpêka sala 2018'an ve hewl dide vê plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Li Efrînê dest bi bicihanîna vê plana xwe kir. Dagirkirina Efrînê, piştî wê êrîşên dagirkeriyê yên li Xakurkê û Kanî Reşê, dagirkirina Girê Lêlîkanê ya meha Nîsanê, hewldanên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê destpêkirina vê hewldana dagirkeriyê bûn. Balkêş e, di nava sînorên mîsakî-mîlî de li du aliyên Kurdistanê dest bi hewldana dagirkeriyê kirine. Lê belê hem li Efrînê, hem jî li Xakurkê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berxwedana dijî vê dagirkeriyê re dewleta Tirk gelek kuştî da. Ev yek jî nîşan dide ku pêkanîna armanca wan ewqasî hêsan nîne. Lewma nekarî hewldana xwe ya dagirkeriyê hîn bêhtir bi pêş ve bibin."

Karayilan anî ziman dewleta Tirk di vê polîtîkaya xwe de xitimiye, li Efrînê, li Lêlîkanê xitimiye û ji bo hebûna xwe ya li Lêlîkanê biparêze dest bi dagirkirina hin qadên Xakurkê kiriye.

HÊZÊN KURDISTANÎ DIVÊ HEMÛ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERKEVIN

Mûrat Karayilan diyar kir, ji bo berjewendiyên neteweyî divê hêzên Kurdistanî hemû li dijî vê dagirkeriyê derkevin û got, "Ne tenê PKK, divê hêzên Kurdistanî hemû li dij derkevin. Dema ku em vê dibêjin, em nabêjin 'bila bên alîkariyê bidin me'. Na! Niha li Başûrê Kurdistanê hewldanek ji bo dagirkirinê heye, lewma em vê dibêjin.

Der barê pêwendiya êrîşên dewleta Tirk ên li Xakurkê bi hilbijartinên Stenbolê re jî Karayilan destnîşan kir ku AKP dixwaze di nava atmosfera şer de encamê ji hilbijartinê werbigire û li Stenbolê bi ser bikeve.

DEWLETA TIRK DIXWAZE VÊ GAVÊ HERÊMEKE TAMPON AVA BIKE; EV ÊRÎŞ HEWLDANEKE DAGIRKERIYÊ YA MAYINDE YE

Fermandarê Giştî yê NPG'ê Mûrat Karayilan der barê çarçoveya êrîşa dagirkeriyê ya li Xakurkê got, "Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; ev êrîş hewldaneke dagirkeriyê ya mayinde ye. Hêza xwe ya leşkerî û siyasî ya niha têrê nake ku tevahiya Başûr dagir bike. Lê belê qet nebe dixwaze herêmek tampon ava bike. Yanî bi avakirina herêmek tampon a li Başûrê Kurdistanê re dixwaze bandora xwe ya li ser siyaseta Başûr zêdetir bike û bi vê bandorê Kerkûkê ji Başûrê Kurdistanê qut bike, Başûr biçûk bike û hîn bêhtir kontrol bike. Piştî herêma tampon eger bigihêje armanca xwe ji xwe wê hewl bide bigihêje, ku dagirkeriya bi giştî jî yek ji aliyên vê planê ye."

Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Xakurkê destûr ji NATO û Emerîkayê wergirtiye, her wiha bal kişand ser gelek hevdîtinên veşartî yên navbera dewleta Îranê û dewleta Tirk a ji bo pêkanîna operasyonên hevpar ku di destpêka salê de pêk hatin.

Karayilan got, "Xuya ye Îranê dagirkirina Xakurkê pejirandiye. Iraq dewleteke federal e, lê belê dewleta AKP-MHP'ê Iraqê zêde cidî nabîne. Ji wergirtina destûra Iraqê wêdetir mirov dikarin bêjin ku li Iraqê ferz kiriye. Ji xwe yekser bang li Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih kirin ku biçin Tirkiyeyê. Xuya ye plana dagirkeriyê bi vî rengî li wan ferz kirine. Serdana Salih jî di rojeke welê de pêk anîn ku êrîş li dijî Xakurkê wê rojê dest pê kir. Dema ku bomberdûmaneke giran li Xakurkê hebû û şer didomiya Birêz Berhem Salih li Enqereyê bû. Ev jî peyameke cuda ye. Em nizanin bê wî bi xwe çiqasî fêhm kiriye, lê bi dîtina min rast fêhm nekiriye.

Ji ber ku di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku ji bo wî cihê rûmetê ye Tirkiyeyê ew vexwendiye. Ev jî nîşan dide ku nekariye nêta rastî ya dewleta Tirk bibîne. Tiştekî ku pê serbilind bibe û bi rûmet bibe nîne. Dewleta Tirk çav berdaye Iraqê. Iraqê weke mêtingera xwe ya berê zêde cidî nabîne. Dewleta Iraqê heta ku leşkerên Tirk ji Başîka dernexîne nikare bibe xwedî îrade.

Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Xakurkê hewldaneke dagirkeriyê ye ku li dewletên herêmê hatiye ferzkirin û hêzên navneteweyî pejirandine."

Der barê xemsariya rayedarên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî Karayilan got, "Bi taybetî hêzên ku desthilatdar in helwestekê nîşan nadin ku em têrker bibînin an jî nebînin. Bê helwest in, bê deng in. Eger li pêşberî rewş an jî bûyerekê bêdeng be wê demê tepisiye. Ev yek ji bo siyaseta Kurdan helwesteke rast nîne, divê teqez ji holê bê rakirin."

NE JI HEVSENGIYA NAVBERA PKK Û DEWLETA TIRK BE SÎSTEMA FEDERE YA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NIKARE ROJEKÊ JÎ BIDOME

Karayilan metirsiya ku Başûrê Kurdistanê tê de ye bi vî rengî nirxand: "Eger îro ne ji hevsengiya navbera PKK û dewleta Tirk be, sîstema federe ya li Başûrê Kurdistanê nikare rojekê jî bidome. Wê êrîş bike û ji holê rake! Gelo Erdogan negotibû; 'ji ber şaşitiya me li Bakurê Iraqê rewşeke wiha derkete holê'. Eger firsendê bibîne wê vê yekê ji holê raneke? Ji ber hevsengiya bi PKK'ê re û ji ber ku ji têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê ditirse nikare vê bike. Hêzên Başûrê Kurdistanê yên sûdê ji vê hevsengiyê werdigirin niha hebûna xwe bi federasyonê didomînin. Bila şaş neyê fêhmkirin, bêguman gelê Başûrê Kurdistanê bi dehan salan têkoşîna azadî û serxwebûnê meşand, berdêlên gelekî giran da ku para vê yekê di rewşa heyî de heye. Lê belê atmosfera siyasî, îtibar û rastiya konjonkturî ya ku bi PKK'ê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya li sê parçeyên din ên Kurdistanê bi navê Kurdistanê afirandine, bi qasî ku jinedîtî ve neyên diyarker in. Eger polîtîkayeke rast bê meşandin wê karibe roleke gelekî xurt bilîze û gihîştiye wê astê. Dema ku em dibêjin, 'destketiyên Kurdistanî destketiyên hevpar in' mebesta me ev yek e."

Karayilan diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk niha ji aliyê Devlet Bahçelî ve tê diyarkirin û got, "Ya ku serdest e zîhniyeta MHP'ê ye. Li gorî vê zîhniyetê li Efrîkayê jî dewleteke Kurd ava bibe wê dewleta Tirk biçe wê dewletê ji holê rake. Eger li dijî vê yekê têkoşîneke xurt neyê kirin, wê ti carî desthilatdariyeke Kurd a li Hewlêrê nepejirînin. Divê ev yek bê dîtin. Divê vê rastiyê bibînin û xwe ji pozîsyonên ku zerarê didin gerîla vegirin."

EGER HIKUMETA BAŞÛR EWQASÎ BÊDENG Û BI TIRSONEKÎ TEVBIGERE, WÊ DEWLETA TIRK XWE BIGIHÎNE HETA HEWLÊRÊ

Karayilan der barê bêdengî û xemsariya hikumeta Başûrê Kurdistanê got, "Bêdengî û helwesteke bi tirsonekî ku rexneyekê jî nake, teslîmiyet e. Eger vê rêbaza xwe bidomînin wê sibe xwe bigihînin heta Hewlêrê û hewl bidin hesab bipirsin. Eger desthilatdariya heyî ya Başûrê Kurdistanê giraniya xwe nîşan bide dikare gelek tiştan asteng bike. Bombe li gund û derdora bajaran dibarînin, mirovên gelê me jiyana xwe ji dest didin. Li Başûrê Kurdistanê xebateke mezin a îstîxbaratê heye."

MÎT LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NE TENÊ LI DIJÎ PKK'Ê KAR DIKE

Fermandarê Giştî yê NPG'ê Karayilan destnîşan kir ku liv û tevgera îstîxbarata Tirk MÎT'ê ya li Başûrê Kurdistanê ne tenê li dijî PKK'ê ye û got, "MÎT niha li rayedarên Başûrê Kurdistanê guhdarî dike. Li telefonên wan guhdarî dikin û wan dişopînin. Em vê yekê rast nabînin. Dewleta Tirk hêzeke mêtinger qirker e. Me hemûyan dît ku li Efrînê, li Cizîrê çi kir. Ya herî xerab jî hevkarî bi dewleta Tirk re tê kirin, car carna îstîxbarat tê parvekirin; ku ev yek jî rewşeke gelekî tirsnak e, ji bo berjewendiyên me yên neteweyî gelekî şaş in. Divê tavilê ev rewş bê bidawîkirin. Eger dawî li van nêzîkatiyên nexêr neyê anîn û di çareserkirina pirsgirêkan de diyalog esas neyê wergirtin dibe ku pêvajoyeke gelekî metirsîdar rû bide. Divê em teqez dawî li vê yekê bînin."

BANGA LI HÊZÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ: DIVÊ EM POLÎTÎKAYEKE NETEWEYÎ BIAFIRÎNIN

Karayilan bang li hêzên desthilatdar ên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî PDK'ê kir û got, "Ji bo armancên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê asteng bikin divê em teqez polîtîkayeke neteweyî biafirînin. Di vê qonaxa girîng a dîrokê de tişta herî zêde pêwîstiya me pê heye polîtîkayeke neteweyî ya hevpar e. Em dibêjin; Başûrê Kurdistanê ewqasî ji parçeyên din ên Kurdistanê qut nekin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî zerarê dide destketiyên gelê me hemûyan. Armanca dewleta Tirk ew e ku di nava Kurdan de şer derxîne. Bi vê polîtîkayê re dixwaze Kurdan parçe bike. Nekevin vê xefikê. Em van lîstikên dijminên xwe têk bibin. Em bi piştevaniya demokratîk a neteweyî tevbigerin.

Em; hêzên siyasî yên gelê Kurd divê vê bibînin; berevajî gotinên dewleta Tirk û dijminên din; em ne tenê civateke ji eşîran e. Em neteweyek in, em gel in. Hêza me heye ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi diyalogê û rêbazên demokratîk çareser bikin."

YA EM Ê BI RENGEKÎ AZAD BIJÎN, YA JÎ WÊ ME QIR BIKIN

Karayilan ji bo gelê Kurd jî got, "Du rê li pêşiya gelê me hene; ya em ê li xaka xwe ya kevnare bibin xwedî mafên xwe yên xwezayî û bi rengekî azad bijîn, ya jî em ê di bin postalên dijminê mêtinger re bên qirkirin û komkujî li me bê kirin, bi vî rengî tine bibin. Ji bo paşerojeke azad beriya her tiştî divê em berjewendiyên neteweyî esas werbigirin. Divê em teqez pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bikin. Eger em karibin vê bikin em ê planên dijminê xwe têk bibin, destketiyên gelê xwe û paşeroja azad misoger bikin."

'DIJMIN LI KU BE EM LI WIR IN; DEWLETA TIRK WÊ KÊLÎ BI KÊLÎ BERDÊLA VÊ BIDE'

Fermandarê Giştî yê NPG'ê Mûrat Karayilan der barê berxwedana gerîla ya li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk got, "Em gerîla ne. Dewleta Tirk dikare li girekî bi cih bibe. Ev ji bo me ne lawazî ye. Li Şekîfê jî em bi rê û rêbazekê hene. Yanî em jê dernakevin. Dijmin li wir be em jî li wir in. Em ê di nav hev de bin. Em ji wir dernakevin, bi ti deverê ve naçin. Di pêvajoya nû de tiştekî bi vî rengî qet nîne. Dijmin li ku be em li wir in. Eger dewleta Tirk vê qebûl dike wê li wir bimîne, lê belê her roj, kêl bi kêlî wê bi rengekî giran berdêla vê bide. Wê bi sûîqestê berdêla wê bide, bi sabotajê, bi çalakiyên serdegirtina gir wê berdêla wê bidin.

Me dît ku di nava salekê de li Lêlîkanê çawa berdêl dan. Di nava salekê de gelek kuştî dan lê ji gelê Tirk veşartin. Niha gir zêde kirine. Li pênc-şeş girên din in. Windahiyên wan jî wê zêdetir bibe. Wê bi vî rengî bidome. Berxwedan wê mezintir bibe, bi rengekî dîrokî wê bidome.

Bila gelê me nekeve nava fikar û gumanan. Dijmin çiqasî teknolojiyê bi kar tîne bila bi kar bîne, gerîla wê bi rêbaza nû her tim di her kêliyê de biavêje ser wan. Ji nişka ve li her deverê dibe ku em derkevin pêşiya leşkeran. Li devera ku ne li bendê bûn, di dema ku hêvî nedikirin wê gerîla derkevin hemberî wan ku ev yek rêbaza bingehîn a gerîlayên dema nû ye. Rêbaza bi vî rengî wê berfireh û xurtir bibe."

Karayilan destnîşan kir ku têkoşîna wan wê bi biryardarî bidome û got, "Em ê girekî Kurdistanê jî dewleta Tirk re nehêlin."

Karayilan got, "Dikarin bi cih bibin, lê belê wê berdêla wê jî bidin. Ji ber ku hêzeke dagirker e. Bêguman em ê li ber xwe bidin. Berxwedana ji bo azadî û demokrasiyê wezîfeya me ye. Zarokên vî gelî, keç û xortên vî gelî wê bi vê têgihiştinê li ber xwe bidin."