Karayilan: Berxwedan wê bi ser bikeve

Karayılan: Şer êdî derbasî qonaxeke nû bûye. Qonaxa yekem serketî bû. Eger di vê qonaxa nû de berxwedan bi şêwazê herî baş dom bike, wê berxwedan bi serketineke mezin tacîdar bibe.

Endamê Desteya Rêveber a PKKʹê Murat Karayılan derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî bajarê Efrînê, bêdengiya navneteweyî li hember vê û Berxwedana Serdemê ya ku qehremên azadiyê li li dijî faşîzmê didin meşandin, ji Ronahî TV re nirxandin kir.

Endamê Desteya Rêveber a PKKʹê Murat Karayılan ev nirxandin kir:

“Ez destpêkê gelê me yê Efrînê, gelê me yê hêja û hemû berxwedêrên Efrînê bi rêzdarî silav dikim. Rast e, berxwedana Efrînê îro kete roja 53’an. Serkeftî ye. Berxwedana Efrînê di dîroka şer de pelekê nû vekir, rêbazên nû derxistin holê. Rêbazên çawa derxistin holê? Herêmeke biçûk, şervanên xwe bi çekên ferdî, bi vîna xwe, bi şêwazên şerê xwe artêşa NATO ya duyem û teknolojiya serdemê ya herî pêşketî ,radiwestîne û li dijî wê dikare bibe hêz, îrade û şer bike. Di van 53 rojan de ev heqîqet derket holê, ev tiştekî pir girîng e. Bi rastî tiştekî pir dîrokî ye û ev berxwedana heta roja îro serkeftî ye.

‘EV SERKEFTIN WÊ WAN BIGIHÎNE ENCAMÊ’

Şerê Efrînê hîn di roja 5-6’an de bû, me dîsa bi we re bername çêkir. Di wê bernameyê de jî min got, eger ku artêşa Tirk, çeteyên pê re, werin bigihîn navenda Efrînê jî ev nayê wê wateyê ku Tirk bi ser ketiye. Wê dîsa jî bi bin bikeve. Ez niha jî, piştî 46 rojan cardin heman tiştî dibêjim û heta ez dikarim vê jî bibêjim, ez bi xwe li bendê bûm ku dagirkeriya Tirk hîn zûtir bigihîşta navenda Efrînê. Lê xuya bû ku bi rastî şervanên li Efrînê her kes matmayî hişt, me di warê berxwedan, îrade û şêwaz de şaş nekirin, lê di vê astê de em ne li bendê bûn. Me digot ku wê di 20 an jî 25 rojan de dewleta Tirk wê bigîhê navendê. Vaye niha di roja 51’an de tenê baskekê xwe nêzî navendê kirine. Ev ji bo berxwedêrên Efrînê, ji bo gelê Efrînê bi rastî jî serkeftinek mezin e, ew êdî bi serketine. Ji vir û pêde, çi dibe bila bibe ev serkeftina wan, wê wan bibe encamê.

‘GEL Û ŞERVAN YEKBIN SERKEFTIN MÎSOGER E’

Bes tenê divê ku pêwîstî ji vir û pêde jî pêk bînin, sekna pêwîst pêş bixin. Êdî şer kete qonaxeke nû. Qonaxa yekem serkeftîbû. Qonaxa nû ji vir û pêde jî eger bi şêwazên guncav berxwedana xwe dom bikin, wê ev berxwedanê bigihînin zaferek mezin. Em di vê bîr û baweriyê de ne, bingehê vê hatî ava kirin. Bê guman ev berxwedana bi hêsanî negihîşt vê nuqtê. Gelek qehreman çêbûn, şehîd çêbûn, fedakariya vî gelî çêbûn, cesaret û fedakariyek mezin gelê Efrînê, şervanên Efrînê raber kir ku îro gihîşt encamekê. Ev encam qonaxeke serkeftî ye. Lê ji vir û pêde qonaxeke duyem heye. Du rojan beriya vê fermandarê qada Efrînê di çapemeniyê de peyam da, got ku; “Em ti caran Efrînê bernadin. Her dareke Efrînê em ê di bin de bin, her deverekê Efrînê em ê di bin de bin.” nexwe ev biryar e. Wisa xuya dibe. Heta niha gelê me bi şervanên xwe bawer kirin, divê ji vir û pê ve jî bawer bikin. Ji ber ku wan şervanana di hundirê van 53 rojan de berxwedanên kirî, cesaret û qehremantiyê raber kirî û taktîk rêbazên pêş xistî bingehê baweriyê hîn xurt kirine. Ji ber wê eger ku gel û ev şervan wisa bi yek bin çi kesek wê bi wan nikaribe û ev berxwedanê gihîştina vê astî wê bikaribin bibin zaferê.

‘EW ŞEHÎDÊN ŞOREŞA PÎROZ IN’

Di serî de ez hem şehîdên ji gel, hem jî şehîdên ji hêzên parastinê bi bîr tînim. Em wana weke şehîdên şoreşa pîroz dihesibînin. Ew şehîdên tevahî gelên Kurdistanê ne. Ji ber ev êrîşa li ser Efrînê, beriya wê jî me û pir kesan got ku ‘her kes dizane, ev êrîş ne tenê li ser Efrînê ye, li ser tevahî gelê Kurdistan, pêşeroja gelê Kurd û pêşeroja gelê Ereb û gelên herêmê ye.’ Ji bo vê yekê ev şehîdana bi rastî berxwedana pir bi wate nîşan dan û wisa şehîd ketin. Em wan bi bîr tînin û em dibêjin, wê tola wan li erdê nemîne. Ji hemû birîndaran re em şîfayê dixwazin. Ji gel û ji şervanan gelek birîndan hene. Li gorî çapemeniyê me bihîst, birîndar jî zêdene. Em ji hemûyan re şîfayê dixwazin.

‘DIVÊ GEL XAKA XWE NETERIKÎNE, BITERIKÎNE NIKARE CAREKÎ DIN LÊ VEGERE’

Gelê Efrînê heTa niha helwesteke pir pîroz pêş xist û vaye em ji çapemeniyê dibihîsin ku biryarê wan ev e, Efrînê bernedin. Ev biryareke pir rast e û biryareke dîrokî ye. Divê li ser a xwe bin, rêya wan rast e. Gelê me li her deverê Kurdistan li pişt wan e, em li pişt wan in. Raya giştî ya demokrasîxwaz hemû li pişt wan in. Ew li ser axa xwe ne, axa xwe ya xwezayîne û naxwazin berdin. Ev helwesteke pir hêja û di cih de ye. Divê her kesek vê yekê bizanibe; eger ku gel ji navenda Efrînê derkeve, careke din Kurd nikarin vegerin Efrînê. Ji ber dijmin ku dijmin jixwe eşkere dibêje. Erdogan dibêje; “Em ê kesên Efrînê ji wir derxînin, xwediyê wan ê eslî têde bi cih bikin.” Xwediyê eslî kî ne! Gelê Efrîn bi hezar salan li ser wê axê dijîn, ew çiyayê Kurmanc e. Lê ew dixwaze li wir çi bike? Li wir paqijiya miletî bike. Paqijiya miletî tê wateya jenosîd, qirkirin û vê eşkere dibêje, venaşere. Dixwaze di wir de Tirkbûnek çêbike û Erebên aligirên xwe têxe. Bi esasî ev dewleta Tirk heta sala 1938’an jî dixwest ku Efrîn jî tevî Hatayê bi wan ve bê girêdan. Ma ne niha dixwaze wekî Osmaniya nû pêş bixe, ji bo cardin wê armancê xwe xistiye meriyetê. Dizane bi van Kurdan jî nabe, Kurd tevlî wan nabe; dixwaze Kurdan ji wir derxîne. Jixwe hinek aqilmendên wan eşkere di televîzyonan de çi dibêjin? Dibêjin ku; “Bila biçin rojhilatê Firatê. Bila biçin Kobanî.” Aşkere dixwaze Efrîn ji dest Kurdan bigire. Lê ev tê qebûl kirin? Ev yek ê bûyînê ye? Di sedsala 21’emîn de dewleteke hov, nijadperest aşkere dibêje; “Ez ê miletê wir ji wir derxim, hinek kesên din li wir bi cih bikim. Yanî demografiya wir ez ê biguherînim.” Ev qirkirin e. Jixwe uslûbê Erdogan ev e; tiştê herî xirab dike, lê xwedî derdikeve, weke tiştekî rewa ye raber dike. Niha wisa dike. Ji bo wê divê gelê me Efrînê bernede.

‘BIRYARA GEL; EM NATIRSIN, NAREVIN’

Ew çi taktîkê dimeşînin? Ew taktîka berê li Cizîr û Sîlopî dimeşînin. Dixwazin li vî alî li gel bixin, li wî alî li gel bixin, hinek şehîd bixin. Dizane ger ji milet zêde şehîd çêbibe, wê cîhan raber ser ling. 2-3 li cihek şehîd dixîne, çend kes li cihek birîndar dike. Ev 2 roj in her roj bi balafiran li derdorê Efrînê bombardiman dike. Armanc, milet bitirsîne û bide revandin. Dibêje; “Ev Kurd in, bila bibînin balafirên me çawa lêdixin. Em xaniyan xirabe dikin, hinek jî di bin de bimrin, di cîhanê de zêde bertek çênabe. Lê wê ew bitirsin û birevin.” Lê gelê Efrînê jî helwesta xwe danî got: “Em natirsin, em narevin.” Ev helwestek pir pîroz e, pir bi wate ye, pir mirovî ye. Li hemberî hovîtiyê, li hemberî kiryarên ne mirovî ev temsîla mirovatiyê ye. Yanî dibêjin, em ji vir naçin. Biryarê wan rast e, rêzdariya me jê re heye. Ew û şervanên xwe hev bernedin wê biçin encamê. Zafer a wan e.

‘KES NIKARE BIKEVE EFRÎNÊ, SERKEFTIN A WAN E’

Dibêjin, li Efrînê nêzî mîlyonek însan lê heye. Belkî bi ewqas însanan li wir dijîn zehmet be, dikarin xwe bikin du cih. Qismek aliyê Şêrewa bi cih bikin, lê kes ji axa Efrînê dernekeve. Dikarin wisa pêş de biçin, li cihekê bi ewle qismek di wir de jî bi cih bibin. Bajarek wekî ji çadiran dikarin ava bikin. Derfetê Kantonê heye, dikare li gelê xwe xwedî derkeve. Gelê Kurd hemû dikarin alîkarî bikin û lê xwedî derkevin. Lê belê navend divê dagirtî be. Di navendê de bi qasî têrê bike, xelk hebe, însanên me hebin. Divê kes ji dewleta Tirko netirse. Ew nikare wisa were nav milet bombardiman bike. Ew dinêre, kî der kêm însan hene, ji bo bitirsîne bombardiman dike. Ji bo wê divê em hev bigirin, gelê me hev bigire. Hevgirtin ewlehî ye. Bi hev re bin û wisa di bajarê xwe de bin; di hundirê bajar de tedbîrên xwe yên ewlekariyê bigirin. Lê di bajarê xwe de bin. Ji bajarê xwe dernekeve. Eger derkeve careke din nikare vegere. Niyeta wan êdî eşkere bû. Ji bo wê îro pêşeroja Efrîn di destê gelê me yê hêja, gelê me yê Efrîn bi xwe de ye. Eger ku îro ev helwestê xwe dom bikin û wisa biryarbûna xwe pêş bixin wê zafer bê girtin, bi ser bikevin. Wê ev faşîzma Tirkan û ev êrîşa El Nûsra û DAIŞ vala derxînin. Mesela Guta ewqas sale şer dike, di nav şer de bi gelê xwe ma ye. Li Helebê ewqas mirov di şer de man, divê gelê me jî li Efrînê di nav şer de bimîne. Dijmin dibêje, ez ê şer bînim Efrînê! Ev şervanên ku di bejayê de li hember wan 53 rojan şer kir û hîn jî şer dikin; (ji ber hîn nîvê bêtir erdnîgariya Efrînê di destê şervanan de ye) dikarin di bajêr de şerekî hîn mezin bikin. Kes nikare bikeve Efrînê. Wê zafer a wan be. Yek, di bejayê de şer bikin, didu; di bajêr de şer bikin, sisê; belave şer bikin. Li her derê Çiyayê Kurmanc şer bikin, wê ew bi ser bikevin. Niha tiştê min şopandî, rêbazê wan wisa ye. Ji axivandina Fermandar û Rêveberên wan me wisa fêm kir. Ji bo wê pêşeroj a wan e. Jixwe me di destpêkê de got, eger ku dijmin were bigihîje navendê jî, eger ev sîstema kûr bibe, wê ev sîstem biçe encamê û biçe serkeftinê. Niha xuya dibe ev sîstema bi rastî jî kûr bûye, li cihê xwe rûniştiye û wê biçe encamê. Yanî wisa baskek xwe hatiye gihîştiye navendê, panîk çêbû ye û filan! Na. Hemû bask jî werin cardin di pişt wan de jî dîsa şer e. Kes hema hemû nayîn ku dorpêç bike! Na. Ev şera bi vî şêwazî wê kûr bibe û wê zafer a gelê me yê Efrînê be. Ev ez misoger dibînim.

‘ÎRO HER KES LI PIŞT WAN E’

Ji bo wê di vir de divê gel fedakarî bike. Helbet ne hêsan e. Îro divê her kes destê xwe bixe bin ber. Fedakariyê bike, hevdU bigirin. Em Efrîna xwe ya şêrîn bernadin, jê dernakevin. Wisa nêz bibin wê bi ser bikevin. Ji ber her rojê diçe, cîhan jî pir bi baldarî temaşe dike, raya giştî piştevaniyê dike. Gelê me li hemû beşên Kurdistanê piştevaniyê dikin. Niha em dişopînin, gelê me yê Cizîr û Kobanî, ji Reqa, Tepqa û ji gelek cihan, ango Bakurê Sûrî tevlîbûna gelê Ereb a vê meşê pir pîroz e. Ereb dibe, Asûrî, Suryan û Tirkmen dibe, her kes ên li dijî hovîtiya Erdogan ev siyaseta qirkirin û nijadperestiyê, îro li dijî dagirkirina Efrînê helwest pêş dixin. Evana hemû tiştên hêjane. Pirek ji wan berê xwe dane Efrînê. Li gorî me ev tiştekî pir baş e, divê gel li Efrînê bimîne. Ne hewceye biçin û werin. Tenê gelê Efrînê li wir nemînin, bila yên dîtir jî biçin û li wir bimînin. Divê gelê me yê Rojava xwe bi vî awayî bikin yek, Efrînê nede tu kesî. Şervanên wan fedayîne, di cengê de bi rastî jî cengawer in. Ev şerê li dijî DAIŞ’ê da îspat kirin, niha şerê li dijî Tirk, El Nûsra û DAIŞ’ê de cardin îspat kirin. Îspat kirin ku ev li hemberî bombardimanên a herî berfireh, li hember balafir, helîkopterên kobra, li hemberî tangan û li hemberî teknolojiya her şêwazê şer dikarin bi îradeyên xwe, bi rêbazên xwe, bi taktîk dewlemendiyên xwe bisekinin. Ev îspatek mezin e. Ji bo vê yekê, gelê me bi vê welatparêziya kûr û bi vê sekna îradebûna şervanê xwe, xwe bike yek wê ji sedî sed bi ser bikeve.

‘DIVÊ HER KES JI HER TIŞTÎ RE AMADE BE’

Li kêleka vê gelê me li Rojava di nav hemû hewldanan de ne, ev tiştek baş e. Lê gelê me yê li beşên din, vaye niha Rojhilat jî kete dewrê. Gelê me yê li Ewropa bi rastî beşdarbûnek pir xurt dikin. Ev baş e. Lê divê hîn jî zêde bikin. Yanî çi kesekî/ê Kurd, çi kesekî/ê Ereb, çi kesekî/ê demokrasîxwaz, alîgirên biratiye gelan; li Efrînê şerekî wisa dijwar heye, divê rehet neke, bi şêwazeke rehet li mala xwe ranezê û çi pêwîst be divê wê bike. Eger kolanan mayîn pêwîst dike, wê li kolanan be. Wekî din cûr bi cûr çalakvanî pêwîst be, divê wê raber bike. Îro li hember hovitiyek, nijadperestî û qirkirinek berxwedaneke mirovatî heye. Berxwedanek pir pîroz û hêja heye; her kesekî/ê ji xwe re dibêje; “Ez mirov im” divê li hemberî vê berxwedanê bêdeng nemîne û lê xwedî derbikeve. Ev jî erka me hemûyan e. Gelê me û her kes ên demokrasîxwaz dibîne, ji bo wê ev demek dirêje di çalakvaniyan de ne, lê divê hîn jî geş bikin.

Niha pêşveçûna çêbûyî fikir û ramana tevgera me ya Rêber APO piştrast kir. Fikra me çi ye? Em dibêjin, divê mirov li ser hêza xwe ya zatî be, hêza xwe ya cewherî be. Mirov bi hêza xwe bimeşe, lê xebatê dîplomasiyê bimeşîne, têkiliyan bimeşîne. Eger piştevanî ji derve bê girtin baş e. Neyê girtin jî, divê tu wek gel, wek rêxistin li ser xwe hesap bikî, pişta xwe nedî kesî. Pêşveçûnên çêbûyî di vê Serdema Berxwedana Efrînê de ev nêrîna cardin rastiya xwe îspat bû. Eger gelê Efrînê pişta xwe bidana kesan, nikaribûn şer bikirana û li ber xwe bidana. Nexwe erê têkiliyê xwe hebûye, hinek li ser xwe îhtîmam çêkiriye. Ev baş e. Ji vir û pê ve jî divê wisa be. Lê dîplomasiya Şoreşa Rojava zêde heye. Li gorî em dizanin bi hemû hêzên cîhanî re têkiliyên xwe hene. Her roj xebatên xwe yên dîplomatîk jî hene. Heta niha raya giştî ne xirab e. Piştevaniya raya giştî heye.

‘YA HÊZÊN NAVDEWLETÎ DIKIN, DURÛTÎ Û NOKERÎ YE’

Lê sekna dewletan bi rastî ev bêwîjdanî ye, nankorî ye, mirov dikare her tişt bibêje. Bêdeng in. Duh Serokê Fransa yê berê Birêz Holand gotiye ku, “Dewleta Tirk êrîşê yên li dij DAIŞ’ê şer kirine, dike” ev gotinek rast e. Ma ne YPG li dijî van hêzên cîhadî çêbû! Li dijî El Nûsra û DAIŞ’ê bû rêxistin û li dijî wan şer kir! Ew koalîsyonên navdewletî jî piştevanî kirin. 5 hezar şehîdên xwe çêbûn. Niha dewleta Tirk ji vê pir pir aciz bû ye û dixwaze tola DAIŞ’ê rake. Hinekî DAIŞ’î û El Nûsra, Ehrar El Şam dane kêleka xwe eşkere eşkere êrîşî Efrînî kir. Kê dixwaze bikuje, her roj li gorî wana dibêje, “îro yên hatine kuştin hejmarên wan 3 hezar û nizanim çiqas kes bûne” yanî serok dewleteke bi kuştinê mirovan her roj kêfxweşiyê dijî. Ewqasa hov, xwînrêj e. Li hemberî vê dewletî, hêzên ku heta niha hevalbendên YPG’ê bûn, niha temaşe dikin. Baş e, ev dewleta bi çekê kî li gelê Efrîn û YPG’ê dixe? Bi çekê Amerîka, Almanya, dewletên Ewropa dayî wan vî şerî dikin. Ev çi ye? Ev ne durûtî ye? Dirûtî ye, nankorî ye. Gelê Rojavayê Kurdistan li dijî DAIŞ û El Nûsra jiyana xwe danîn holê, şer kirin; ji bo mirovatiyê van şeran meşand, pêşî li wan girtin ku, ev çete neçin Ewropa û Amerîka çalakiyan bikin. Niha DAIŞ derbeyek xwar, niha jî Tirk hevalbendên DAIŞ dixwazin tola wan rakin, ew jî lê temaşe dikin. Ev namerdî ye. Vê yekê divê her kes bizanibin. Ez bawer im, fermandar û rêveberên YPG-YPJ, hemû rayedarên Rojavayê Kurdistan jî elbet vê ji bin çav derbas dikin. Lê tiştekî pir balkêş heye, her kes bi balkêşî temaşe dike. Ev koalîsyona navdewletî bû, Amerîka bû û nizanim kî bû, kanî? Hevalbendên wan li Dera Zorê heman çeperê de ne, li Efrînê jî ew bi top û balafiran wan li wan didin. Ev nakokî ye. Lê ev meseleyê wan e, divê ew vê nakokiyê çareser bikin.

‘BI HIŞMENDIYA ÎTIHAT-TERAQÎ ÇAWA EREMENÎ QIR KIRIN, NIHA JÎ DIXWAZIN KURDAN QIR BIKIN’

Em wekî gelê Kurd me çi dixwest? Me dixwest ku dagirkeriya Tirk di pêşengtiya Erdogan û MHP, heta Ergenekonê de ev hişmendiya kUjer a Îtîhat-Terakî çawa ku di sala 1915’an de di bin navê gotin; “Osmanî di xeteriyê de ye” mîlyon û nîvek Ermenî qir kirin. Wekî din gelên din jî gelek kuştin, qetlîam kirin. Niha jî Ergenekon, MHP û AKP bûne yek dibêjin; “Li ser dahatûya Tirkiyê xeterî heye” bi heman hişmendiyê dixwazin vê carê jî Kurdan qir bikin. Siyaseta ku dimeşînin, siyaseta qirkirinê ye. Ev jenosîd e, wekî din îzahata wê nîne. Me dixwest ku çi dewlet ji vê re nebin şirîk. Mixabin Rûsya jî bi awayekî fermî bû şirîk. Niha balafirên ku tên li Efrînê dixin, gund û bajarokên Efrînê xirabe dikin, bi erêkirina kî tên? Bi erê kirina Rûsya tên, bûne şirîk. Me nedixwest ku, Rûs wisa dijitiya gelê Kurd bikin. Ev nedihat hêvî kirin. Lê Rûsya vê kir. Ev 53 roj in wisa dike. Heta wê saetê civaka Kurd digot; “Rûsya wê tiştne ji me re bike, wê ji herêmê re bike” lê derket holê ku, Rûsya li berjewendiyê xwe dinêre. Nabêje; “Ev nijadperest e” yan jî “Kurd bindest in, feqîr in” wisa lê nanêrin. Putîn li vana nanêre, li berjewendiyê xwe dinêre û wisa dimeşîne. Heman demî Amerîka li berjewendiyê xwe dinêre, nabêje; “Ev hevalbendên min bûn, vaye 2-3 sal in me li dijî DAIŞ bi hev re şer kir. Mutefîkên min, bi çekên min êrîşî hevalbendên min dike, ez wan bisekinînim” wisa nabêje. Helbet ev durûtî ye. Ev hêzana wisa ne, li berjewendiyên xwe dinêrin.

‘LI EFRÎNÊ NIHA WEHŞET TÊ KIRIN’

Lê baweriya me bi wîjdana mirovahiyê heye. Em bawer dikin di raya giştî de jî, heta hinek dewlet jî li hember vê radiwestin û wê hîn jî rawestin. Gelê Efrînê ne bi tenê ye. Mafdar e, li ber xwe dide, xwedan vîn û wê bi ser bikeve. Her rojê diçe wê piştevanên xwe jî zêde bibin. Ji bo wê dagirkeriya Tirk newêre komkujiyê bike. Ev girîng e. Ji ber ku raya giştî çêbû. Ew jî dizanin, eger tiştekî wisa bikin wê binkeftina wan hîn zûtir bibe. Ji bo wê dixwazin taktîk bikin, bitirsînin; li vî alî, wî alî dixin, her roj dixin bin zextê û bi şerê psîkolojîk dixwazin bidin revandin. Du re jî biçe bajar xirabe bike û hevalbendên xwe bîne li wir bi cih bike. Hesabê Erdogan ev e. Lê em bawer dikin ku gelê me yê li Efrînê sekna wan wê hesabê wan vala derxe. Lê ev hêzên navdewletî wisa halekî bê wîjdan de ne. Her kes dizane ku Efrîn cihek aramî bû. Dewleta Tirk teror bir wir, her der xirabe dike. Mesela gundan xirabe dike, talan dike, dizî dike. Li ser mirovan gule dirîşîne û dikuje. Evana ne bes in? Ev yek rayedarên Tenduristiya Nexweşxaneya Efrînê îro daxûyanî dan gotin “Heta niha 232 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Ji vana 35 zarok in û ji 600 zêdetir kes jî birîndar bûne. Yanî ew mirovên sivîl in. Niha li Efrînê ne şer heye. Çi heye? Wehşet heye, wehşet! Şer wisa nabe? Eger ji xwe bawer dikin, bila werin li hemberî wan şervanana şer bikin! Wisa nakin. Çi li pêşiya wan heye, xirabe dikin û dema ku dinêrin li cihek gel têde nîne hemû şervan in, lê dixe xirabe dike û wisa dixwaze pêş de biçe. Ango tiştê li wir diqewime wehşetek e. Vê wehşetê jî her kes ên ku dikarin tiştek bikin lê nakin û temaşe dikin, divê ew xwe lêpirsîn bikin; bê ka çiqasa wîjdana mirovatî li gel wan heye.

‘EV TIFAQEKE LI DIJÎ HEBÛN Û YEKÎTIYA SÛRIYEYÊ YE’

Dewleta Sûrî heta yê Îranê jî di ser de ev plana destpêkê qebûl kirine, lê her diçe niyeta Erdogan û bi esasî niyeta Rûsya jî hinekê din Eşkere dibe. Ez bawerim ew jî aciz in, lê heta niha tiştek nekirine. Lê di qinaeta min de rayedarên Sûrî îro ev pêvajoya navber Rûs û Tirk de pêş dikeve, fam nekirine. Rûs dixwaze ku Erdogan bike hevalbendê xwe. Ji bo vê ev destûrê dide dewleta Tirk. Bê guman berjewendiyên xwe yên wekî din jî hene, lê dixwaze bike hevalbendê xwe û her cihê ku Tirk xwe têde bi cih dikin; kî bi cih dikin? Ehrar El Şam bi cih dikin, El Nûsra bi cih dikin. Wekî din ne hewceye em navan bibêjin, gelek komên çete hemû tevger kirine, evana hemû dijminê Rejîma Sûrî, dijminê Beşar Esad in. Erdogan jî eşkere dibêje; “Beşar Esad qatîlê mîlyonek mirov e.” Baş e, Rûs çima li Îdlîb bi cih kirin, li Bab û Cerablûsê bi cih kir, li Ezazê bi cih û niha jî dixwaze di Efrînê de bi cih bike. Dixwaze tevî Erdogan pêşeroja Sûrî ava bike. Ma ji Beşar Esad tiştek têde dimîne? Li gorî min, ev îtîfaqa Tirk û Rûsan êdî pêşeroja deshilata Beşar Esad jî kir xeteriyê. Nexwe Rûsya wisa difikire. Eger ku wisa nefikire, çima ev Ehrar El Şam û El Nûsra dixe her derê? Çima Tirkan dixiyê? Ev eşkere ye. Niha ev wekî li dijî Kurdan diyar dibe, lê bi esasî li dij Sûriyê ye, li dijî gelê Erebe jî. Rûsya li gorî berjewendiyê xwe herhal ji wan re dibêje; “Ez ê we diparêzim” lê heman demî dixwaze Tirkan ji xwe re bike hevalbend, wisa wê Sûriyê 3 perçe bike. Yanî ev mûdaxeleyê Rûsan, Sûrî perçe kir. Wê çawa Sûrî ya pêşerojê ava bike? Wisa bajaran xirabe bike, wisa Kurdan bike dijmin wê çawa ava bibe? Ji bo wê ev îtîfaqa, îtîfaqek bi esasî li dij hebûna Sûriyê ye, li dij yekîtiya Sûriyê ye. Lê heTa niha nerazîbûneke berbiçav raber nekirine. Ji bo wê jî, ez dibêjim hîn fêm nekirine. Ger fêm bikirana wê helwesta xwe daniya holê. Lê hîn wate nedanê. Yek jî Tirk bikevin ku derê, ji wir dernakevin. Kete Qibrisê ma derket? Dernakeve. Ew ne ji Cerablûsê derdikeve, ne ji Babê derdikeve ne jî ji Efrînê derdikeve. Niha li Cerablûsê çi heye? Wêneyên Erdogan li her derê xistine, yanî li wir Tirkbûnê pêş dixe. Jixwe dibêjin; “Ev erdê me ye!” Dewlet Bahçelî parêzgerê Erdogan e, carna tiştên ku Erdogan nikare bibêje, ew dibêje. Got ku; “sed sal berê ev erdê me bû, niha jî em ketine. Divê rejîma Sûrî pir zêde wir de vir de neaxive. Esas milkê me ye.” Yanî evana çavê xwe berdane Sûrî. Lê rayedarên dewleta Sûrî jî wisa aciziyên xwe raber dikin, lê tiştekî nakin. Bêçare mane. Bi esasî ev mesele digîhê wan jî. Bi kurtahî belkî hinek kesên nerehet hebin. Di hinek dewletên din jî em dibihîsin, nerehetî hene. Ne ku her kes vê hovîtiya Erdogan qebûl kiriye. Lê kesek wisa eşkere li dij raweste heta niha derneket. Lê dîplomasiya Kurd divê mirov hewl bide. Di wan xisûsan de jî gumane hinek pêşveçûn çêbibin. Divê mirov li ser hêza xwe ya cewherî be, lê hewldanên mirov jî hebin. Ji ber derî negirtîne, deriyên vekirî hene û îhtîmale ku di wir de jî hinek pêşveçûn çêbibin.

‘DEM DEMA KU HER KES TIŞTA KU DIKEVE SER MILAN PÊK BÎNE YE’

Pir eşkere ye ku em dikevin serdemeke nû. Ji berxwedana Efrînê re “Berxwedana Serdemê” hate gotin. Berxwedana Serdemê bi xwe re tevahî gelê Kurd bir serdemeke nû. Di wê serdemê nû de erk dikeve ser milê hemû hêz û saziyên Kurdistanî. Îro ji her demekî bêtir, ruhekê netewî û yekbûyî pêwîst e. Divê em hemû li dorê berxwedana Efrînê bicivin, piştevanî bikin, pê re bin. Ji bo ku ev êrîşa faşîzma dewleta Tirk em bişkînin. Ji ber ku ev êrîş îro li ser Efrîne, bi esasî li ser tevahî hebûna gelê Kurd û pêşeroja gelên herêma Rojhilata Navîn e. Ji bo vê divê her kes li erka xwe xwedî derkeve. Em bang dikin hêzên cîhanî jî, divê ku berjewendiyên qirêj tenê neyên esas girtin, mirovatî nemire, li mirovatiyê divê xwedî derkevin, qêrîna berxwedana Efrînê, deng û behsa mirovatiya sedsalê ye. Divê ev bê bersiv nemîne. Ji ber ku li wir li hemberî hovîtî û êrîşek bi her şêwazê teknolojîk, vîneke mirovî li ber xwe dide. Ji bo wê divê mirov vê temaşe neke û wê teqez tiştên ku bikaribin bikin wê hebin. Bi taybet ji bo ciwanên Kurd, jinên Kurd di vê derheqê de çi bikeve ser milê wan bikin. Beşdarî çalakiyan bibin, beşdarî berxwedanê bibin. Bang ev e, seferberî ev e; her kes misoger tiştek bike. Ev dem ne dema ku mirov li malê birûnê, di televîzyonê de temaşe bike! Divê mirov bi xwe jî tiştek bike. Ev demekî wisa ye.

‘GELÊ EFRÎNÊ NIHA PÊŞENGTIYA HEMÛ KURDISTANÊ DIKE’

Vê carê yê esas mohra xwe lêxe û esas pêşengtî bike, esas encamê diyar bike gelê me yê qehreman, gelê Efrînê bi xwe ye. Vî gelî heTa niha di bin ewqas bombardimanan de Efrîn neterikand, li ber xwe dan; em bawerin wê ji vir û pê ve jî wê li ber xwe bide û bi ser bikeve. Gelê me divê ji vê bawer bike. Berxwedana 53 rojan, bingeha zaferê ava kiriye. Di qonaxa duyem de jî bi heman şêwazî û bi biryar mirov dom bike, ev hovîtî wê bi bin bikeve. Gelê me wê bi ser bikeve. Serkeftina gelê me di herêmê de wê bibe serkeftina azadî û demokrasiyê. Wê bi xwe re rojekê nû hilîne, ronahiyê ava bike. Ji bo wê bi wate ye. Divê ku gelê me yê Efrînê bizanibe, niha pêşengtiyê ji tevahî Kurdistanê re dike. Pêşengtiyê ji gelê herêmê re dike. Ronahî li wir heye. Li wir şewqa azadî û demokrasiyê dixuyê. Ewqasa bi wate ye. Ji bo wê divê bi rastî ew di çi karî de ne bizanibin û li gorî wê ew jî fedakariyên pêwîst bikin. Heta niha fedakarî kirine, lê ev şer e, ev berxwedane û hîn zêde fedakariyê dixwaze. Divê di navbera xwe de ew bi xwe jî kar par ve bikin, rêxistina xwe xurt bikin, li hev xwedî derkevin. Nebêjin; “Ev mala kî ye, ne mala kî ye, ew ji kîjan gundî ye, ew ne ji kîjan gundî ye” her kes li hev xwedî derkevin. Hemû pêkhateyên li herêmê; Ereb dibe, Kurd dibe li hev xwedî derkevin, wisa yekdestî ava bikin û li kêlekê şervanên xwe cih bigirin. Wisa bibe, em bawer dikin ku wê zafer a gelê me be.

‘WÊ HEMÛ HESABÊN VAN KIRYAR Û HOVÎTIYAN BÊ STANDIN’

Divê ku gelê me bizanibe li Efrînê ev kiryarên dewleta Tirk kirine, yek jî li erdê namîne, wê hesabên wan yek bi yek bên pirsîn. Ew hovitiya Erdogan kirî, ti caran jê re namîne. Wê hesap bê pirsîn û tola şehîdên me bê rakirin. Ev tiştên ku wan li Efrînê kirî wê teqez hesabê wê bê pirsîn. Divê vê gelê me bizanibe, Têkoşîna Azadiya Kurd dikare vê hesabê bipirse û îro ew derfeta hîn zêde heye. Ji ber êdî mesele ne tenê Efrîn e. Mesele êdî bû meseleyek gelê Kurd û dagirkeriya hovîtiya Tirk. Îradebûna gelan, îradebûna gelê me wê bi pêşengtiya berxwedana Efrînê biçe serkeftinê. Bîr û baweriya me wiha ye. Li ser esasê vê bîr û baweriyê em di serî de gelê me yê Efrînê, cardin tevahî gelê Kurdistan û dostên gelê Kurdistanê hemû bi rêzdarî silav dikin û serkeftinê dixwazin.