Kampanyaya hevgirtinê ya bi rojnamevanên girtî re: Nûçeyekê jî tu bişîne

DFG û MKGP'ê ji bo piştgiriyê bidin rojnamegerên girtî kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişîne” dan destpêkirin û gotin, “Gotin qediya, dema çalakiyê ye.”

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) girtina 9 rojnamevanên Kurd, li ber avahiya xwe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê û gelek rojnamevan di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” ku wêneyên 25 rojnamevanên Kurd ên girtî li ser bû vekirin. Girseyê dirûşmên “Amed bêdeng nemîne xwedî li çapemeniya xwe derkeve” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kir.

 Di daxuyaniyê de metna Kurdî ji aliye Rêvebera MKGP’ê Roza Metîna û ya Tirkî jî ji aliye Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ve hat xwendin.

Metîna, diyar kir ku Komara Tirkiyeyê kete sala xwe ya sedemîn lê hêj jî azadiya çapemenî, fikr û raman di bin lingan de ye. Bi domdarî Metîna destnîşan kir ku di 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin û wiha pê dê çû: “Rojnamevan dema li mala xwe hatin destgîrkirin, polîsan ew bi êşkenceyê birin girtîgehê. Destên wan ji pişt ve hatin kelemçekirin û hewl dan serê wan bitewînin. Dîmenên vê êşkenceyê ji aliyê emniyetê ve hatin weşandin. Bi vî rengî peyamê didin rojnamevanên din. Rojekê hûn wê teqez hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin.”

‘EM HEBÛN Û EM Ê HER HEBIN’

Bi domdarî Metîna êrişên li ser çapemeniya azad bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek desthilatdar hatin û çûn û hemûyan jî çapemeniya azad kirin hedef. Bi bombeyan êrişî avahiyên rojnameyan kirin, rojnamevan hatin kuştin û hatin girtin lê belê çapemeniya Kurd tu carî gav paşde neavêt. Berovajî vê yekê, bi ser rastiyê de çûn û lîstikên qirêj ên deshilatdaran teşhîr kirin.Hûn ê di bin zilm û behiqûqiya xwe de bimînin û aqûbeta we wê ji ya desthilatdarên din xerabtir be. Tevî her şert û mercan jî em hebûn û em ê her hebin. Em li vir in û yên ku di demekî herî nêz de wê biçin jî hûn in.”

Di berdewamê de Metîna balkişand ser darizandina rojnamevanan a ji bo nûçe û endamtiya saziyên rojnamevanan û wiha pê de çû: “Hûn êdî gotina ‘Ev ne rojnamevan in’ nikarin bi tu kesî bidin bawerkirin. Yên ji bo desthilatdara we çepikan lê dixin qey rojnamevan in? Em ne ew rojnamevan in ku hûn têxin xetekê û bêjin ‘Çi hewce dike bike.’ Em ê tu carî jî wisa nebin. Hûn nikarin rêxistinên ku em endamên wan in û nûçeyên me, bi dosyayên ku we amade kirine, bi krîmînalîzekirin û terorîzekirinê re encamê bigirin. Dema gelê Kurd û çapemeniya gelê Kurd kîmyaya we xera dike, hûn dest diavêjin dosyayên berê û hûn ji refan dadixin. Hûn dibêjin qey hûn ê bi vî rengî rizgar bibin. Hewldana we ya ji bo guhertina rojevê jî bi encam nabe.”

‘NÛÇEYEKÊ JÎ TU BIŞÎNE’

Di dawiya axaftina xwe de Metîna bal kişand ser kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişîne” û wiha bang li rojnamevan û saziyan kir: “Em bang li rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên xwe ji bedeldayînê paşve nadin û azadiya agahîgirtinê ya civakê diparêzin, dikin. Em ji tecrûbeyên xwe yên berê dizanin; heke îro yên hedef tên girtin em bin, sibe wê hûn bin. Dibe ku sibe êdî gelek dereng be. Em dikarin vê zilmê bi hev re têk bibin. Tiştên ji me standin em dikarin li xwe vegerînin. Ev hêza me heye, bes em li ber xwe bidin û bi hev re bin. Loma em dibêjin, gotin qediya dora çalakiyê ye. Ji vir em dixwazin kampanyayekê ragihînin û em dixwazin dest pê bikin. Bi nivîs û nûçeyên ku hûn ê bişînin hûn dikarin li dijî kesên êrişî JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) dikin, bi me re têkevin nava piştevaniyê. Em hemû hempîşeyên xwe vedixwînin kampanyaya ‘Nûçeyekê jî tu bişîne.” Ew ê nûçe û nivîsên we hêzê bide me, qeydên li lingê çapemeniyê geriyane wê bişikên.”

 Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.