Kampanyaya bi dîmen ya li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî berdewam e

Li Swêdê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk kampanyaya “Tu jî dîmenekê bikişîne û dengê xwe bide bihîstin“ berdewam e.

Bi hashtagê #OPCWinvestigate bertekên li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk berdewam in. Parlamenter û endamên Partiya Çepgir a Swêdê, li kampanyaya ‘Tu jî dîmenekê bikişîne û dengê xwe bide bihîstin“ dewam dike.

Endama Meclîsa Şaredariya Orebroyê Martha Wîcklûnd, got: “Raporên têkildarê ku li dijî Kurdan çekên kîmyewî tên bikaranîn, tên. Bi ya min giring e ku em bi Kurdan re bin û girêdayîbûyîna xwe ya bi wan ve nîşan bidin. Tu jî dîmenekê bikişîne û li ser medyaya dîjîtal parve bike.“

Seroka Orebroyê Anna Lîlja jî wiha axivî: “Divê bi cidî li raporên têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî bê nihêrtin. Bikaranîna çekên kîmyewî, şerekê sûc e. Hiqûq û qanûnên navneteweyî jî pê tên binpêkirin, divê demildest ev bê rawestandin.“

Endama Parlamentoya Orebroyê Nadja Awad jî ev gotin kirin: “Em Partiya Çepgir, bi dostên xwe yên Kurd û hiqûqa navneteweyî re ne. Divê hemû cîhan dengê xwe ji sûcên dewleta Tirk re bike. Çimkî heta ku dengê xwe neke wê li kirina sûcan dewam bike.“