Kampanya hashtag ya #DelistPKKNow hat destpêkirin

Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxwaza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ kampanyaya hashtagê destpêkir.

Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxwaza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ li ser medyaya dîjîtal kampanyaya hashtagê ya #DelistPKKNow da destpêkirin.

Gelek karberên medya dîjîtal yên li gelek deverên cîhanê tevlê kampanyayê bûnî bi wan gotinan “PKK emin, em li wirin”, “PKK azadiya jinê ye”, “Rengê jiyana me ye PKK” , “PKK gel e gel li wir e” daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kirin.

Kampanyaya Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê didome.