Kalkan: Sara û Rûken fermandar in, em şervanên wan in

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Têkoşîna Mersînê xeleka dawî ya parastina Rêber Apo ya li hemberî komployê ye, pratîka bi rengê Zîlan e. Sara û Rûken fermandarên me ne, em şervanên wan in.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser Komploya 9'ê Cotmehê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ji ber qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî destpê kir, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şeş meh in dewam dike û çalakiya fedaî ya gerîlayên YJA Starê ya li Mersînê bersiv da pirsên Medya Haber TV.

Dûran Kalkan di destpêka axaftina xwe de berxwedana li Îmraliyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir û bi bîr xist ku li Îmraliyê êşkenceya tecrîdê, sîstema qirkirinê dewam dike.

Kalkan xemsariya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi bîr xist ku li pişt biryarên xwe nasekine û destnîşan kir ku divê têkoşîn bê dayin.

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ TÊKOŞÎNA HER KESÎ YE'

Di vê der barê de Dûran Kalkan got, "Zêdeyî 2000 parêzerî serlêdan kirin. Hinek jê 6 meh in, hinek jî 3 meh in disekinin. Ji çar aliyên cîhanê hiqûqnas, ramanger, hunermend, zanyar, nivîskar ji bo biçin Îmraliyê serlêdanê dikin, dixwazin hevdîtinê bikin, ji fikrên wî sûdê werbigirin, fikrên xwe pê re parve bikin. Lê belê bersiv ji wan re nayê dayin. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê her tişt girtiye, hiqûqa xwe jî pêk nînin. Li her derê hiqûqeke cuda li ser kar e. Li girtîgehekê cuda, li ser kesekî cuda tê meşandin." Kalkan anî ziman ku sîstemeke xapandinê heye, demokrasî, hiqûq, edalet hemû ji bo wan çîrok e û diyar kir ku divê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkoşîna hiqûqê hîn bi xurtî bê meşandin.

Dûran Kalkan işaret bi girîngiya zêdekirina hewldanên parêzeran ên ji bo çûyîna Îmraliyê kir û got, "Divê hîn bêhtir têkoşer bin. Ne tenê parêzer, her wiha wekîl, hunermend, nivîskar, her kesên li Kurdistanê û Tirkiyeyê divê karibin bixwazin biçin Îmraliyê. Girîng e zext bê kirin, ev sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bê şikandin. Ev yek ne tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidestxistina mafên Kurdan ve eleqedar e, ev yek di heman demê de pêwendiya xwe bi demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn, demokrasî û azadiya mirovahiyê ve heye. Her kesî eleqedar dike." Kalkan destnîşan kir ku têkoşîna li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê têkoşîna her kesî ye, bi kêrî her kesî tê."

'YEKÎTIYA EWROPAYÊ, EMERÎKAYÊ SÛC KIRIN, BANG LI WAN DIKIM; XWE JI VÎ SÛCÎ RIZGAR BIKIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi bîr xist ku Komploya Navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama vê komployê de ji Sûriyeyê hate derxistin 24 salan temam dike û got, "Bûye bûyereke êrîşê ya çaryek sedsalê. Di vê çaryek sedsalê de çi qewimî, girîng e baş bê fêhmkirin."

Dûran Kalkan komplo weke êrîşeke plankirî ya ji bo îmhakirina Abdullah Ocalan pênase kir û wiha axivî: "Di vir de êrîşkariyek heye, êrîşa îmhayê heye. Kê ev kir? Ji ezmanan nehate xwarê, yên kirin eşkere ne. Serokatiya DYE'yê biryar li ser vê da, Clinton îmze kir, alîkarên wî gotin, 'me amade kir, bi serok dane îmzekirin'. Ev hemû bi belge ne. Biden jî endamekî Partiya Demokrat e. Her wiha rêveberiya DYE'yê niha di destê rêveberiya Partiya Demokrat de ye. Îngilistan û Îsraîl tevlî vê bûn. Em zanin bê zexteke çawa li Rûsyayê kirin."

Kalkan bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berê xwe da Ewropayê û got, "Planek ji 8 xalan pêşkêş kir. Bi rastî jî rewşeke welê bû ku dikarîbû her tişt bihata guhertin. Lê belê Ewropayê çi kir? Rêya Îmraliyê nîşan da, dersînor kir. Di serî de Elmanya û Fransa, ew weke kesê nayê xwestin ragihandin. Firsend nedan ku li wê derê bimîne. Ber bi Kenyayê ve şandin. Piştre jî ji bo Tirkiyeyê li gorî dilê xwe bi xwe ve girê bidin, di sala 1999'an de radestî Tirkiyeyê kirin. Ecevît got, 'Me fêhm nekir bê DYE çima dide me'. Lewma hêz hene ku biryar li ser Komploya 9'ê Cotmehê dane, meşandine, 15'ê Sibatê meşandin û sîstema Îmraliyê afirandin. Ev hêz ji vê yekê berpirsyar in.

Çima ev kirin? Çima êrîşî Rêber Apo kirin? Ji ku dixwest pirsgirêka Kurd bi rengê demokratîk bê çareserkirin, jiyaneke mirovane ya demokratîk dixwest. Gelo ev daxwaz nebaşî li kê dikir ku bi hev re êrîş kirin? Wijdan divê. Sûcekî mezin kirin. Di serî de DYE bang li hemû hêzên tevlî komployê bûne dikim, ku ji ber neheqiya li Kurdan kirine, bi wijdan tevbigerin, nirxandina demokratîk û hiqûqî bikin û ji xwe vê rewşa sûc rizgar bikin. Eger vê nekin, navê wan Partiya Demokrat jî be, xwe demokrat nîşan bidin jî wê kes ji wan bawer neke. Gelek nebaşî bi gelê Kurd kirin, divê vê yekê biguherînin. Qet nebe divê neheqiyê ji holê rakin."

'BI RENGEKÎ ORYANTALÎST NÊZÎ BÛYERA ÎRANÊ DIBIN'

Yek ji mijarên ku endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan nirxand, serhildana jin û gelan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû.

Kalkan di destpêkê de di şexsê Jîna Emînî de şehîdên azadiya jinê hemû bi bîr anî û destnîşan kir ku serhildana li vê derê rastiyeke girîng rast pêş çavan, dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' xiste meriyetê û nîşan da ku li Îranê, li tevahiya cîhanê pêwîstî bi çi heye.

Dûran Kalkan got, "Hêzên azadîparêz ên li Rojhilat di nava hewldanên berfireh de ne. Ev gelekî girîng e. Di vir de çend xal hene ku hêjayî nirxandinê ne. Ya yekmeîn; hinek radibin di bin navê rexnekirin, sûcdarkirin û nebaşkirina rejîma îro, dikevin wê rewşê ku Şoreşa 11'ê Sibata 1979'an nebaş bikin û pesnê rejîma şah bidin. Ev nêzîkatiyeke şaş e. Me ew şoreş dît. Em baş zanin bê şahtiya Îranê çi bû. Rewşeke bi vî rengî şaş e, divê nêzîkatî ne bi vî rengî be. Rêber Apo piştre got, ji rê hate derxistin. Şerekî girîng ê modernîteyê bû, qada afirandina modernîteya alternatîf bû, ji rê hate derxistin. Piştre jî veguherandin rêveberiya Îslamê, rêveberiya îro hate avakirin. Hin rêveber -têne naskirin- bûne parçeyek ji modernîteya kapîtalîst. Derfet hebû ku modernîteya demokratîk bê afirandin, lê berevajî vê yekê kirin.

Şoreşa 1979'an cuda bû. Şoreşeke tifaqê ya mezin bû ku civak bi temamî tevlî bûbû. Yekîtiyeke demokratîk hebû. Pêşengên wê şoreşê jin bûn. Îran temsîla rojhilat dike; gavên civakîparêziya komunal, demokratîk û azadîparêz li ser bingeha Îranê hatin avêtin. Îran xwedî kevneşopiyeke bi vî rengî ya civakî ye. Lewma xwediyên wî fikrî bi çavekî oryantalîst dinirxînin, Îranê paşverû dibînin, bi çavê Ewropayê lê dinihêrin.

'HATE ISPATKIRIN KU HÊVÎ LI ROJHILAT E, BI JINÊ RE YE'

Rejîm ji bingeha xwe hejiya. Ji ber ku kes ne li bendê bû. Ji her kesî hebû ku wê komkujî, zext û zilm bê kirin, lê kes tênekoşe. Nêrîneke bi vî rengî biçûkxistinê hebû, şaş e. Nêrîna hegemonîk emperyalîst e. Nêrîna serweriyê ye. Lê belê bi van bûyeran careke din ispat bû ku hêvî li rojhilat e, bi jinê re ye. Bi rastî jî rewşeke gelekî girîng e. Ji bo hêvî bi mirovahiyê re peyda bibe, tişta pêwîst hat dîtin. Berxwedana jinê li çar aliyên cîhanê belav bû. Vê yekê bandor li her kesî, li civakan kir. Her kes hîn ê hewl dide fêhm bike. Lewma divê mirov ji hev cihê bike.

Ev jî şoreşeke. Li Îranê şoreşa azadiya jinê pêk tê, bi pêşengiya jinê şoreşa azadiyê bi cih tê. Pêwendiya vê şoreşê bi wê şoreşa 1979'an re heye ku şahtî hilweşand. Ne heman e, lê belê divê kokên wê baş bêne dîtin. Îran li Rojhilata Navîn ew welat e ku şoreş lê pêk tê, tevgerên civakî lê radibin. Ji xwe beriya 43 salan jî qewimî. Hinekan dest danî ser; gotin dewleta Îslamê. Weke ku li dijî Ewropayê xuya dikin, lê belê di nava hev de ne. Sîstema ku civak xistin vî halî, afirandin. Li gorî vê rewşê divê ew şoreş neyê nebaşkirin, mirov nekeve wê rewşê ku mîna pesnê şahtiyê dide. Di sedsala 20'î de yek ji pêşketinên li Rojhilata Navîn hilweşandina şahtiya li Îranê bû."

'DIVÊ BERSIV JI DAXWAZÊN GELAN, JINAN RE BÊ DAYIN'

Têkildarî helwest û nêzîkatiya dewleta Îranê jî Dûran Kalkan ev nirxandin kir: "Li aliyê din rejîma Îranê her tiştî bi hêzên derve ve girê dide. Dibêje ajanê Emerîkayê û hwd. Dibe ku hêzên derve hesaban ji xwe re dikin. Her kes li dijî her kesî têdikoşe, lê belê rast nîne ku her tişt jî bi hêza derve ve bê girêdan, daxwaza herî biçûk a azadiyê bi navê 'hêza derve, guneh û hwd.' bi zextê bê tepisandin. Rejîma Îranê şaş dike. Hewl dide hinekî sererast bike, lê diviyabû çi bikira? Diviyabû bi berxwedêran re rûnişta. Civak çi dixwaze, diviyabû lê guhdarî bikira. Li şûna ku çareseriyê peyda bike, dest bi komkujiyan û hwd. kir. Divê ev neyê kirin. Bi vî rengî nagihêje ti cihî. Jinên ku îro dimeşin beriya 43 salan jî li dijî şah li gel wan dimeşiyan. (...) Lewma divê hîn bi berpirsyarî nêzîk bibe. Divê daxwazên gelan, jinan bi cih bîne. Ya ku ji rêveberiya dilsozê civakê, ji rêveberiya tevgera civakî ev dihte hêvîkirin. Bala xwe bidinê, helwesta kevneşop a rejîma Îranê ya heyî helwesta dewletê nîşan dide. Wê demê têkiliya xwe bi civakê re nemaye. Ji ber vê yekê me nêzîkatiyên dewletê şermezar kir. Ya rast em li benda helwesteke rast bûn. Bû qîrîneke azadiyê. Em alîgirê wê ne ku pirsgirêkên li Îranê bi şer, tundiyê neyê çareserikrin. Em dixwazin bi rêbazên siyasî demokratîk û têkoşîna gel bê çareserkirin ya rast û esasî jî ev e.

Daxwazên bi pêşengiya jinê li Seqizê destpê kirin, rewa ne, azadîparêz in. Civaka Îranê daxwaza azadiyê dike, rabûye ser piyan. Rastiya Îranê vê temsîl dike. Daxuyanî dan û gotin wê lêkolîn bikin, lê belê divê nekeve nava hewldanên metirsîdar. Daxwaz rewa ne, çaakî rewa ne, bi şertê ku şîdetê nekin, divê têkoşîn dewam bike, çalakiyên rêxistinbûyî dewam bikin. Dewleta Îranê jî divê bi çalakgeran re rûnê. Li ser bingeha van daxwazan xwe biguherîne, nû bike. Îranîbûn vê yekê ferz dike. Rewşeke berevajî wê hîn metirsîdar be."

'WAN JINAN SILAV DIKIM KU PORÊ XWE KIRINE ALA AZADIYÊ'

Li ser vê mijarê Kalkan herî dawî got, "Jinan porê xwe kirin ala azadiyê. Hemûyan silav dikim. Bi rastî jî wê karibin cîhanê biguherînin. Sedsala 21'ê wê bi rastî jî bibe sedsala jinê. Şoreşa li Îranê bi pêşengiya jinê dikare bibe şoreşa azadiyê. Li Kurdistanê ji xwe şoreş pêk tê, ya ku li cîhanê belav bibe jî ev e."

Kalkan destnîşan kir ku xeta azadiya jinê li ser rêya xwe dewam dike, wê Îranê, Rojhilata Navîn azad bike, pirsgirêka Kurd çareser bike, bi azadiya jinê cîhaneke nû ava bike û got, "Rewşa li Îranê hejand, ti tişt wê êdî mîna berê nebe. Rejîma heyî jî divê nekeve nava hewldan û lêkolînên ji bo vegera li rewşa berê. Guherîn wê pêk werin. Tevlîbûna Îranê wê têkoşîna li Rojhilata Navîn hîn xurtir û encamgir bike. Em bi hêvî ne, wê serketî be."

'YA KU DIYAR DIKE, ŞER E'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi dewamî şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand.

Kalkan diyar kir ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hovane tê kirin û got, "Bi bikaranîna her cûre amûrên sûc; bi bikaranîna çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer ên qedexekirî dixwazin Kurdan qir bikin. Dixwazin Kurdîtiya Azad tune bikin. Li dijî vê yekê jî keç û xortên Kurdan bi lehengî li ber xwe didin. Di asteke bêhempa de berxwedan tê kirin. Divê mirov vê bexwedanê her tim silav bikin, şehîdên leheng bi bîr bînin. Herî dawî hevalên li Girê Cehennemê bi çekên kîmyewî şehîd ketin, hatin infazkirin. Hevalên di bin fermandariya hevrê Zinar de şehîd bûn hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim, di şexsê wan de şehîdên Zap, Avaşîn û Metînayê bi bîr tînim. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî jî eşkere kir, şer giran dibe, dewam dike. Aliyan ji bo encamgirtinê hêzên xwe seferber kirine. PKK û gelê Kurd jî li ser vê bingehê li ber xwe didin.

Şer û têkoşîneke giran heye. Pêvajoyeke krîtîk e. Ya rast me di nirxandinên xwe de timî got; li deverên cuda bûyerên siyasî diqewimin, ev bandora xwe heye. Lê belê ya ku diyar dike, şer e. Ev jî li Zap, Avaşîn û Metînayê diqewime. Yên ku dixwazin li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi zanebûn bijîn û siyasetê bikin, divê vê rastiyê bibînin. Bêyî ku vê bibînin, her gotin, her plan rast nîne, nikare karekî serketî bikin. Li Zap, Avaşîn û Metînayê di asta herî bilind de şer diqewime, ketiye nava hev. Li wê derê her roj sûc tê kirin, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê şer tê kirin. Têne belgekirin, têne nîşandan lê belê ji ber ku li dijî Kurdan tê kirin, nerazîbûn nayê nîşandan. Ji ber ku her kes şirîkê vî sûcî ne. Çekên qedexekirî, çekên ku sûc in têne bikaranîn. Çapemeniya Tirk nîqaş dike; dibêje wê Rûsyayê bombeya taktîk nukleer û hwd. bikar tîne. Tu bi salan e bi kar tîne. Tu ji bo xwe weke mafekî dibîne; dibêje ez ê bi kar bînim lê yên din nabe bi kar bîne. Ev sûc hîn jî dewam dike.

Me ji NATO'yê, ji DYE'yê pirsî; me got, gelê Kurd li benda daxuyaniyekê ye. Eger Rûsya dide bila bibêjin ji Rûsyayê distînin. Lê belê Tirkiye endamekî NATO'yê ye. Çek çekên NATO'yê ne. Haya wan jê heye, destûrê didin yan na, divê bibêjin. Dibin şirîkê vî sûcê AKP-MHP'ê. Bi her awayî piştgiriyê didin. Ev eşkere bû. Hate dîtin ku cîhan çi ye, têkilî çawa bi rê ve diçin, dewlet şebekeyeke çawa ya berjewendiyan e.

'DIVÊ HER KES BI BERPIRSYARÎ RABE'

Fermandariya me çi got? Her kesî eleqedar dike. Divê her kes tevlî bibe, li her derê têbikoşe. Dijminê mêtinger qirker ji bo encamê bi dest bixe, ji bo gerîla bieciqîne bi her rengî êrîşan dike. Amûrên sûc ên qedexekirî bi kar tîne. Li çar aliyê cîhanê derfetên Tirkiyeyê pêşkêş dike û dixwaze piştgiriyê werbigire.

Divê berxwedan bê mezinkirin. Girîng e her kes bi berpirsyarî tevbigere, têbikoşe û nebêje ku min eleqedar nake. Nebêje ez nikarim bikim, divê wê hêzê bi xwe re bibîne. Bi tenê nikaribe bike divê bi rêxistinî bike. Wê hêzê bi xwe re bibîne... Gerîla şer dike. Li Botanê, li qada Zagrosê, li Amedê şer diqewime. Şehîdên li Amedê bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî bi lehengî li ber xwe dan, li Amedê ji bo rê nedin dijmin, ji bo xaka Amedê biparêzin di asteke awarte û bêhempa de hewl dan. Divê her kes vê rastiyê bibîne. Girîng e mirov van mirovan nas bikin.

Belê navenda şer Herêmên Parastinê yên Medyayê; xeta Xakurkê, Heftanîn, Zap, Avaşîn û Metîna ye. Lê belê şer li her devera Bakur, Tirkiyeyê, Başûr belav dibe. Hinekî belav bû, hin aliyên xwe kêm ma. Ji bo aliyên kêm mane temam bibe divê her kes bi berpirsyarî tevbigere. Bang li ser vê yekê ye. Divê neyê gotin, ku em nikarin bikin, her kes kare tiştekî bike. Tenê bila lêbikole, bixwaze bike, ji dijmin re bibêje dijmin, ji neheqiyê re bibêje neheqî. Ji bo kirina tiştekî nêt û biryar lazim e. Rê û rêbazên wê kare bê peydakirin. Lewma divê kes nebêje em nikarin bikin, an jî hêza me têrê nake."

'ÇALAKIYA BI RENGÊ ZÎLANÎ YA JI BO PARASTINA RÊBER APO Û TÊKOŞÎNÊ'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser çalakiya fedaî ya li Mersînê jî ev nirxandin kir:

"Me got, şer belav dibe. Divê çalakiya li Mersînê rast bê fêhmkirin. Hem cihê vê çalakiyê di nava şerê giştî de hem jî bandora vê çalakiyê li ser şer divê baş bê nirxandin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê û biryargeha me daxuyanî dan. Daxuyaniyên girîng û bi wate bûn. Divê her kes encamekê jê werbigire. Rêveberiya Tirkiyeyê got, 'kes nema ye, em kontrol dikin û hwd.' lê belê ev çalakî ji vê gelekî wêdetir e. Serhildana li Îranê çawa ku her tişt hejand, çalakiya Mersînê jî her tişt hejand. MGK neçar ma ku bicive. Niha nîqaş dikin. Di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de xetek bi navê 'Xeta Zîlan' heye. Xeta meşandina têkoşînê û serxistina têkoşînê ya bi rêbaza Zîlan e, parastina rastiya Rêbertî ye. Li hemberî êrîşa 6'ê Gulana 1996'an a li dijî Rêber Apo, têkoşîna Zîlan a 30'ê Hezîrana 1996'an bû xetek. Vê xetê kevneşopiyek da destpêikrin. Têkoşîna Mersînê jî xeleka dawî ya vê yekê ye. Nîşaneya wê yekê ye ku Rêber Apo bi rêbaza Zîlanî tê parastin, nîşaneya meşandina têkoşîna azadiyê ya bi rengê Zîlanî ye. Mirov dikare çalakiya li Mersînê bi çalakiya 30'ê Hezîrana 1996'an a li Dersimê binirxîne. Di dema destpêkirina êrîşên komploya navneteweyî de weke xeta parastina Rêber Apo derkete holê. Ev yek jî bi sala 25'an a komployê de li dijî sîstema qirkirin û tecrîdê weke xeleka dawî ya parastina Rêber Apo, pratîkkirina rêbaza Zîlan derkete holê. Bi vî rengî divê bê dîtin. Ev xeteke yanî. Ew xet e ku şerê azadiyê, wêrekî û xeta serketinê di asta herî bilind û fedakar de tê meşandin. Girîng e çalakiya li Mersînê bi vî rengî bê dîtin. Pratîkkirina bêhempa ya rêbaza Zîlan e. Tê dîtin ku xeta fedaî ya Apoyî di asta herî bilind de bi her awayî bi serketî bi cih hatiye anîn. Divê li ser vê bingehê bê fêhmkirin. Hevrê Sara û Rûken ên ku ev çalakî kirin bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî bi rengê Zîlanî û Zinarî têkoşiyan, çalakî kirin û bi ser xistin.

'SARA, RÛKEN FERMANDAR IN, EM JÎ LEŞKERÊN WAN IN'

Bûn xwediyê serketineke mezin, bûn bersiv ji sala 25'an a komployê re. Nîşan dan ku divê têkoşîn çawa bê dayin, nîşanî jin, ciwanên gelê Kurd dan ku divê çawa têbikoşin, xeta vê yekê destnîşan kirin. Divê her kes li çalakiya Mersînê binere û li gorî vê yekê rexnedayina xwe bide. Ji xwe tê nîqaşkirin, nikarim hemûyan bişopînim, lê divê nîqaş bi rengekî rast bê kirin. Ji bo her kesî aliyên xwe yên lêpirsînê heye, ji ber ku çalakiyeke hesabpirsînê ye. Wê demê divê her kes hesabê xwe bide. Rêber Apo got, 'Zîlan fermandar e, em leşkerên di bin fermana wê de ne'. Sara, Rûken fermandar in em şervanên wan in. Xeta rast, helwesta rast bi vî rengî ye. Kurd, welatparêz, jin, Tirk, karker, kedkar wê li gorî vê yekê binirxîne. Xwediyên dewlet-desthilatdariyê bêguman wê bêne lêpirsîn. Erdogan û derdora wî bi erzanî diaxivin; gelo te çi kir ku jinên Kurd neçar dimînin ewqasî çalakiyan bikin, têdikoşin? Te ev yek kir; bi her kesî re hevkarî kir, qetil dike, dixe zindanan, pêşeng, karker û kedkaran... Zilm nema ku li Bakur, Başûr û Rojhilat nekir. Ev jin çanda xwedawendiyê temsîl dikin. Ew ruhê mirovahiya azad in, nûnerên bijarte yên jiyana azad in. Her tiştî bi zanebûn dikin, lê belê kê ew neçar hiştin ku vê bikin? Yên ku ew neçar hiştin radibin li şûna ku hesab bidin radibin diaxivin. Ji bo îmhakirina Kurdan te bi her kesî re tifaq kir. Xayin kî ye, terorîst kî ye, kî terorê dike? Gelo ji te mezintir xayin heye!? Ma Kurd ehmeq in? Ma van hemûyan nabînin?

Niha jin, ciwanên Kurd hemû wê bi vî rengî bin. 30 salan bi rêbaza Zîlanî şer kirin; niha jî wê li ser xeta Sara û Rûken şer bikin. Her roj wê li hemberî wan bibin mîna Rûken û Sarayan. Heq dikin ku bi çalakiyeke bi vî rengî bersiv ji wan re bê dayin. Yanî gelo ji wan heye ku wê hesabê kiryarên wan neyê pirsîn? Rêber Apo, rêveberiya me gelek caran hişyarî dan; gotin' Kurd Kurdên berê nînin, zane ne, cîhanê nas dikin, hînî têkoşînê bûne. Bi aqilane tevbigerin, naxwe hûn ê zerarê bibînin'. Li hemberî vê yekê helwest nîne, lê belê êrîşkariyeke bi sadîstî, çavsorî heye. Nijadperestî, neteweperestiyeke şoven heye, ji bilî xwe tiştekî nabînin. Mirovahî bi vî rengî dibe gelo? Tu kî ye, çawa dibe ku tu ewqasî xwe mafdar dibîne? Her kesên dixwazin biaxivin divê rast biaxivin. Divê rastiya serwerên Tirk bibînin, bibînin bê çi çawa tune dikin. Divê hinekî jinûve bê nrixandin, peyama çalakiya Mersînê rast fêhm bikin.

Ji bo hêzên demokratîk şoreşger, ji bo gelê Kurd, jin, ciwan, xeta welatparêziyê, xeta demokratîk şoreşgeriyê ev e ku ji xwe re bikin esas. Pîvan ev e, xeta rast ev e, xeta pêşeng ev e. Wê çi bibe? Eger hêza te hebe tu jî bike, tune be bi qasî ku heye bike, lê belê dua bike ji bo yên ku dikin, li ber wan ranebe, ji ber xwe ve neaxive, pozbilindiyê neke. Mafê kesî nîne ku pozbilindiyê bike. Kurd di rewşeke man û nemanê de ye. Dema ku şerê Zapê destpê kir rêveberiya me daxuyanî da, got 'şerê îmha û tunekirinê ye'. Jiyaneke azad tenê bi şikandina van êrîşan dibe. Ev jî bi têkoşînê dikare bê şikandin. Têkoşîna herî bi lehengî ya vê yekê jî li Mersînê hate kirin. Yên ku li Mersînê çalakî kirin, fermandarên me yên HPG û YJA Starê yên ku çalakiya li Mersînê afirandin pîroz dikim, silav dikim, hêvîdarim serketinên bi heman rengî wê dewam bikin. Hevrê Sara û Rûken careke din bi rêz û minet bi bîr tînim. Wan her tim rêya rast nîşanî me dan, em ê li ser xeta wan bimeşin û teqez bi ser bikevin."