Kalkan: Divê em komployê di mêjî û dilê xwe de têk bibin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan diyar kir, hêzên mêtinger-komploger ji bo ku di her êrîşê de bi ser bikevin bi teqezî hewceyî bi xayintiyê dibînin û got ew ê di sala 24'an de pergala komploger têk bibin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan ji malpera fermî ya PKK'ê gotarek nivîsand û komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi qonaxên komployê yên dîrokî û hêlen van qonaxan ên ji hev cihê, armancên komployê  nirxand.

Kalkan diyar kir, ku ew di sala 24'an a komployê de heke têkoşînê geş û gurtir bikin dikarin sala 24'an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan bal kişande ser destpêka komployê û got, ''Heke em bala xwe bidin ser ku Komploya Navnetewî 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kiriye, em tam li nîveka salvegera 24'an a komployê û  têkoşîna dijî komployê de. Li gel 15'ê Sibatê tê maneya qonaxeke nû ya komployê, li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê ku komployê derxistiye holê, tê maneya têkoşînê.''

Kalkan têkoşîna ku li dijî Komploya Navnetewî geş dibe bi bîr xist û got, ''Her ku diçe komplo bi berfirehî tê fêhmkirin, têkoşîna bi aramnca ku êrîşkariya komploger were teşhîrkirin, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li dijî komployê her ku diçe geştir dibe, zêde dibe û berbelav dibe. Pêngava me ya berxwedanê ya 'Dema Azadiyê ye'' ya bi armanca hilweşandina pergala êşkence û tecrîdê ya Imrlaliyê, bi vî rengî li Kurdistanê û cîhanê berbelav dibe. Em pê bawer in ku îsal jî bi vê bingehê wê têkoşîn geştir bibe, berbelavtir bibe û dawiyê pergala êşkence û tecrîdê bi temamî were parçekirin. Em armanc dikin bi parçekirina pergala Imraliyê komploya navnetewî têk bibin, hişmendî û siyaseta qirker ku li ser Kurdan tê ferzkirin ji holê rakin û bêkêr bikin.''

Kalkan bi berdewamî got: ''Ji bo ku em bigihijin encameke wiha jî bêguman em milîtanên Apoyî, gelê welatparêz, jin, ciwan, em hemû hêzên şoreşger demokratîk hemû hêza xwe seferber dikin, çi hewce bike em ê bikin û hewl bidin encamên wiha bi dest ve bînin ku komploya navnetewî bi asteke girîng pûç bikin. Ji bo ku em encameke wiha derxînin holê, bi ser bikevin, beriya her tiştî divê em komployê rast fêhm bikin, kûr fêhm bikin û li dijî vê rêbazên têkoşînê yên encamgir bi vê bingehê bi rengekî zengîn derxînin holê.''

Li ser armanca komloyê Duran Kalkan got, ''Êrîşeke wiha bû ku îmhakirina Rêber Apo dabû ber xwe. Êrîşa li ser Rêber Apo ne hedefeke wiha ji xwe re me re, bi rengekî berbiçav îmhakirin dabû ber xwe. Komplogeran ev wiha diyar kirin û bi cih anîn. Ji ber vê jî divê em rastiya komploya ku beriya bi 23 saaln hatiye danîn, hatiye bi cih anîn, armancên wê rast fêhm bikin û jê dûr fêhm bikin. ''

Derheqê ferqa Komloya Navnetewî ya ji êrîşên din Kalkan got, ''Beriya wê çaxê bi tasfiyekirina PKK'ê hewl dihate dayin ku Rêbertî were şikandin. Komplo jî bi îmhakirina Rêbertî tasfiyekirina PKK'ê da ber xwe. Hedefên xwe ji hev cihê ne. Ji ber ve jî ji hêla rêbazê ve ji hev cihê ne. Divê em van cihêtiyan bibînin'' û got, ''Komploya Navnetewî êrîşeke wiha ya faşîst-qirker e ku ku îmhakirina Rêbertî, tasfiyekirina PKK'ê dabû ber xwe, bi esasî dabû ber xwe ku qirkirina Kurdan a li ser pirsa Kurd, bibin serî. Ji ber vê jî komplo ji pirsa Kurd, ji qirkrina Kurdan, ji hişmendî û siyaseta qirkirinê ne cihê ye. Berevajî, êrîşeke wiha ye hişmendî û siyaseta qirkirinê ji bo ku Kurdistanê parçe bike, qirkirinê li civaka Kurd ferz bike aniye rojevê û dibe êrîşeke bi plan û rêxitinî ku îmhaya Rêber Apo daye ber xwe.''

Kalkan bi berdewamî qonaxên dîrokî yê êrîşên îmhayê yên hêzên mêtinger-qirker ên li ser Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr xist û got, ''Dema ku em li pêvajoya dîrokî dinerin, dema ku em gihaştin asteke diyar a rêxistiniya ciwan a Têkoşîna Azadiyê, em dibînin ku hêzên mêtinger-qirker êrîşa pêşî ya îmhayê dibînin. Ev jî bihara 1977'an bû. Bi êrîşên Dîlok û Enqerê xwestin ku vê pratîk bikin. Bi bêkêkriina Rêber Apo û qedroyên pêşeng ên koma Apoyî hate xwestin ku Tevgera Azadiyê ji pêşiya qirkirina Kurdan rakin. Divê mirov qetilkirina hevrê Hakî Karer bi vê çarçoweyê binirxînin.'' Kalkan di nirxandina xwe de diyar kir piştî ku di vê de bi ser neketine hêzên qirker-komploger serî li derbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlona 1980'yî dane, ev jî bi berxwedana Zindana Amedê ya Mazlûm, Kemal, Xeyriyan û Pêngava Lehengiyê ya 15'ê Tebaxê hatiye pûçkirin, li ser vê jî NATO ji sala 1985'an û pê ve rasterat tevlî nav vê pêvajoyê bûye, di sala 87-88'an de ''xwestin ku gerîla biçewisîni, Rêber Apo îmha bikin. ''

Kalkan her wiha diyar kir piştî ku bi van êrîşan nekarîn PKK'ê bişkînin bi hedefa têkbirina PKK'ê ''Li Elmanya Dusseldorfê bi armanca ku vê hedefê pêk bînin, planeke nû ya êrîşê hate danîn, ku asta vê ji sînorên TC'ê dibihurî, gihaşte asteke herêmî, cîhanî'' û Şerê Başûr ê sala 1992'an bi bîr xist. Kalkan got, ''Divê mirov wî şerî ne tenê şerekî çekdarî yê tenê li Xakurkê, Zap û Heftanînê bibîne. Belê di navendî de ew şer hebû lê geşedanên mezintir ên îdeolojîk-siyasî hebûn. Rewşa Iraqê, Operasyona 'Çekîç Guç', avakirina Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li ser PDK-YNK'ê, li gel artêşa Tirk, ajotiya hêzên PDK-YNK'ê bi desteka DYE'yê li ser gerîla, parçeyên vê planê bûn'' û got, ''Êrîşa ku payiza 92'an dest pê kriî, ji 93'an heta bi 98'an bi armanca ku li bakur gerîla were çewisandin û îmhakirin hate domandin. Şerê mezin çêbû, xwestin ku PKK'ê û gerîla tine bikin lê wan derb xwar. Nekarîn ku meşa PKK'ê, Rêbertî bi van êrîşan rawestînin.''

Kalkan bi berdewemî diyar kir piştî ku bi van êrîşan jî bi ser neketin li rêyên nû geriyane û got, ''Bi êrîşa li ser Rêber Apo hêvî kiirin ku bi ser bikevin, plana vê danîn, stratejiya xwe li gorî vê guhartin û Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an bi vê bingehê anîn rojê. Di hemû êrîşên de berê de tevger û gel dikirin hedef xwe. Pêşî êrîşa wan li ser teverê û gerîla bû, bi çewisandina tever û gerîla, bi belawelakirina wan dixwestin ku encamê bigirin. Dema ku dîtin ev stratejî bi ser neket, vê carê stratejî guhartin. Îmhakirina Rêber Apo kirin navenda êrîşên xwe, bi vê bingehê armanc kirin ku PKK'ê tasfiye bikin, gerîla bêkêr bikin û astengiyên li pêş qirkirina Kurdan rakin. Bi vî rengî komplo derkete holê.''

Kalkan got ev hemû êrîş ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine pûçkirin, piştî ku nekarîne ku bi rengekî veşarî Ocalan îmha bikin, pêvajo dirêj bûye, bi tirsa ku Ocalan bibe probleme siyasî, plana Komploya 15'ê Sihatê hatiye danîn û got, ''Bi vê jî xwestin ku Rêber Apo teslîmî Tirkiyê ikin û bi îdamê îmha bikin. Bi vê sedemê 15'e Sibatê kontrgerîlayên Tirk Rêbertî ji Kenyayê teslîm kirin. Bi teqezî, ên ku Rêbertî bi vê bingehê dan, ji bo ku were darvekirin dan. Ji alî me ve di komployê de xala ku divê were fêhmkirin ev e. Ango rastiyek  bû ku yasayên TC'ê bêpirsgirêk Rêber Apo îdam bikin. Ên ku teslîm kirin, bi vê zanîn û fikrê teslîm kirin.''

Kalkan li ser cihêtî û xala hevpar a Komploya 15'ê Sibatê û 9'ê Cotmehê wiha got: ''Ji vî alî ve Komploya 15'ê Sibatê ji komploya 9'ê Cotmehê cihê ye. 9'ê Cotmehê bi rêbazên veşartî Rêbertî îmha bikin, bi komploya 15'ê Sibatê jî, bi teslîmkirinê, bi destê TC'ê xwestin ku îdam bikin. Îdam neguherî. Tenê rêbaz guherî.  Cihêtiya Komploya 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê ev e. Ti cihêtiyeke wan a dî ji hev nîne, dewamên hev in û yek komploy ye. Komploya 15'ê Sibatê bi rengejî nû domandina komploya navnetewî ye.''

Kalkan diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa ku rêbazên îmhakirina veşartî ya Komploya 9'ê Cotmehê pûç kiriey, li dijî îdama komploya 15'ê Sibatê jî têkoşiyaye, ew pûç kiriye û got, ''Rêber Apo li dijî komployê planên têkoşînê danîn, bi rêxistinê re par ve kir û danî, bi vê bingehê li dijî darvekirinê têkoşîneke berfireh hate danîn'' û agirbesta 2'yê Tebaxa 1999'an, banga vekişîna gerîla, banga Komên Aştiyê ya ji Çİyê û EwropaYê bi bîr xist û got, ''Li gel van hemûyan, bi nirxandinên ku danî holê, hewl hate dayin ku pêşî li îdamê were girtin û hedefa îdamê ya Komploya 15'ê Sibatê were pûçkirin.''

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan bi berdewamî got li ser van geşedanan dewleta Tirk jî ji aliyê ve rewş nirxandiye, îdam ji bo paşeroja xwe taloke dîtiye, jê tirsiyaye ku Kurd li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir li hev kom bibin û got, ''Fikra, 'li şûna vê, jixwe girtî ye, di pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê de ye, bi îdamê re li şûna ku rê li berxwedanê were vekirin, di nav pergala êşkence û tecrîdê de birizînin, bêfikir bihêlin, ji hêla îdeolojîk- siyasî ve têk bibin, rêxistinê belawele bikin, bi demê re PKK'ê tasfiye bikin,ji bo xwe rêbazeke rastir dîtin.''

Kalkan bi berdewamî diyar kir bi bernameya çareseriyê ya ''Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad'' hikûmeta Ecevît hatiye hilweşandin, li şûna hikûmeta Ecevît, AKP anîne ser desthilatê bi AKP'ê re tasfiyekirina provakatîf a navxweyî anîne ê, Rêberê Gelê Kurd bi xeta Xweseriya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk, bi çareseriya Neteweya Demokartîk ev jî pûç kiriye û got, ''Bi vî rengî dîngiriya AKP'ê jî rola xwe nelîst, bi ser neket. L idjî ferzkirina tasfiyekariya navxwe bi derfetên kêm mudahele kir. Xasma jî bi guherîna paradîgmayê û piştî ku îzaha teorîk a berfireh gihande ber destê rêxistinê tasfîyekarî jî tasfiye  kir.''

Kalkan bi berdewamî diyar kir, piştre bi civîna Desteya Ewlehiya Millî ya 23'yê Tebaxa 2005'an li dijî PKK'ê biryar li ser konsepta şerê giştî yê taybet hatiye danîn, rêveberiya Tayyîp Erdogan jî li vê zêde kirine.

Kalkan her wiha Plana Çokşikandinê ya 30'ê Cotmeha 2014'an a di civîna Desteya Ewlehiya Millî ya Tirk bi bîr xist û got, ''Êrîşa îmhayê ku li hundir ji hêla MHP'ê û li derve bi destê DYE, PDK'ê, heta niha bi rengekî tund û bi plan, bi pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê tê domandin .Bi vî rengî tê xwestin ku Rêbertî û PKK were îmhakirin. Hedefa dewleta TC'ê bi teqezî ev e.''

Kalkan bi berdewamî diyar kir sala 1998'an dema ku komploya navnetewî hatî hazirkirin hêzên komploger dirûşme jî danîbûn, bi rengê, ''Ji Apo re na, ji PKK'ê re herê'' û got niha jî ev dirûşm kirine, ''Ji Apo û PKK'ê re na, ji geşedanên ku wan afirandina re belê''. Kalkan got, ''Dixwazin xeta Apo bi navê PKK'ê jî tine bikin. Tê xwestin ku geşedanên ji ber PKK'ê, xeta Rêbertî û PKK bi zext û zordarî were çewisandin, bidestxistin û bikin weke PDK'ê. Bi vî rengî tê xwestin ku di nav pergalê bikin û hêza Kurd li gor berjewendiya pergala cîhanî were bikaranîn.''

Kalkan got, ''DYE û hêzên wiha dixwazin xwe bispêrin ser PDK'ê. Tê fêhmkirin ku di nav AKP'ê de jî hin derdor qanih kirine. Aşkere neyê gotin jî dixwazin Kurdatiyeke xayin, noker ku xwe dispêre ser PDK'ê bihêlin û hebûna Kurdan, Kurdistanê tine bikin, tasfiye bikin û qir bikin.''

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan bi bedewamî got, ''Di rewşeke wiha de ku em dikevin sala 24'an a têkoşînê, bi vê bingehê divê em ber pirsan, şoreşa zêhnî pêk binin, vê kûr bikin, pergala ku komplo xwe dispêriyê bi berfirehî analîz bikin, wê rast fêhm bikin, heq jê derkevin, bi tundî jê qut bibin, pergala xwe ya alternatîf zêdetir biserifînin, bi coşî û kelecaniyê wê ava bikin. Beriya her tiştî divê em komployê di mêjî û dilê xwe de têk bibin, da ku em bikaribin ji hêla têkoîna polîtîk-leşkerî ve têk bibin. Heçî nikaribe komployê di mêjî û dilê xwe de têk bibe, nikaribe heq jê derkeve, nikarin rêbazên rast ên têkoşînê ên li dijî têkoşoînê bibînin. Ji ber ve, divê em weke Rêbertî bikin. Pêşî em şoreşa xwe ya hişmendî û ûcdanê bikin, em komployê di mêjî û dilê xwe de têk bibin. Bi temamî ji pergala komploger qut bibin. Em pergala xwe rast fêhm bikin û ava bikn. Heke bi vê bingehê em têbikoşin em dikarin pergala komploger têk bibin. Rêbaza komploger ji holê rakin.''

Kalkan herî dawî got, ''Heke em karibin vê pêk bînin, sala 24'an bi rastî jî dikare bibe sala ku komplo bi temamî têk çûyî, pergala êşkence û tecridê parçe bûyî, azadiya fizkî ya Rêber Apo pêk hatî.''