Kalkan: DAÎŞ faşîzma AKP-MHP'ê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "DAÎŞ a rasteqîn faşîzma AKP-MHP'ê ye. Ev yek îttîhat û terakkîtî ye. Talat û Enver îro di şexsê Bahçelî û Erdogan de tên temsîlkirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî bernameya 'Ulkeden' a televîzyona Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên der barê pêvajoyê de.

Kalkan Şoreşa Rojava ku kete sala 8'an pîroz kir û got, "Gef didome. Li sînor leşkeran zêde dike, dibêje; em ê bieciqînin û biqedînin. Em pê piştrast in ku wê li dijî her şêwe êrîşên faşîst, qirker xwe biparêze, jiyana xwe ya azad di xeta neteweya demokratîk de ava bike."

Kalkan di salvegera Komkujiya Pirsûsê de jî şehîdên Pirsûsê bi bîr anî û anî ziman, ev yek ne komkujiya destpêkê ye ku bi destê DAÎŞ'ê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin û êrîşên li Amed û Çûkûrovayê bi bîr xist.

ÎTTÎHATÎ ÇAVKANIYA DAÎŞ Û AKP-MHP'Ê YE

Kalkan diyar kir, ku di komxebata darizandina DAÎŞ'ê de ya li Rojava wan bêhêvîtî dîtine û destnîşan kir, divê rastiya DAÎŞ'ê rast bê fêhmkirin. Kalkan bal kişand ser zîhniyeta Îttîhat û Terakkî ku berhemeke hevpar a Elmanya û Tirkiyeyê ye û got, "Faşîzma netewe dewletê di bingeha qirkirina Kurd, Ermen, Rûm, Asûrî-Suryan de di dema Şerê Yekemîn ê Dinyayê de afirî. Mohra xwe li sedsala 20'an xist. Mirovahî di sedsala 20'an de têkoşiya; Hîtler, Mûssolînî têk bir, lê belê ji çavkaniya vê zîhniyet û siyasetê rizgar nebû. AKP-MHP nîşaneya vê zîhniyet û siyasetê ya li Tirkiyeyê ne. DAÎŞ parçeyekî wê ye ku li Erebistanê afirî. Lewma DAÎŞ'î, El Nûsratî, AKP-MHP'tî nîşaneya vê xetê ne. Ji ber ku çavkaniya vê zîhniyet û siyasetê nehate tinekirin mirovahî jê rizgar nebû. Lewma bi rêya DAÎŞ'ê dest bi êrîşê kir. Piştî ku DAÎŞ li Kobanê têk çû yekser destek dan AKP-MHP'ê. Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de kirin ku AKP-MHP ji Bakur êrîş bike. Piştre di 26'ê Tebaxa 2016'an de berê wê da Bab, Cerablûs û Ezazê. Di Cotmeha 2017'an de dema ku DAÎŞ li Reqayê têk çû, ji aliyekî ve êrîşî Kerkûkê kirin, li aliyê din jî êrîşî Efrînê kirin. Niha li herêmên Efrîn, Şengal, Kerkûk, Mexmûr û Bradostê van êrîşan didomîne. Divê rastiya êrîşê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê bi vî rengî bê nirxandin. Eger mirov bala xwe bidin ser wê wê bê dîtin ku qadên êrîşê ew qad in ku DAÎŞ'ê di sala 2014'an de xwest werbigire. Piştî ku DAÎŞ li Mexmûr, Şengal, Kobanê û rojhilatê Firatê hate têkbirin cismê esasî kete dewrê. Hêza esasî derkete meydanê, yanî faşîzma TC'ê, faşîzma AKP-MHP'ê. Ji Efrînê heta herêmên Bradost, Şengal û Mexmûrê êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomînin. Êrîşên dagirkeriyê yên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn destpêkirin didomîne, ya ku DAÎŞ'ê nekarî bike dixwaze bike. Wê demê DAÎŞ a rasteqîn faşîzma AKP-MHP'ê ye. Ev yek îttîhat û terakkîtî ye. Talat û Enver îro di şexsê Bahçelî û Erdogan de tên temsîlkirin. Ev yek eşkere ye. Eger ev rastî neyê dîtin ku di vê çarçoveyê de têkoşîn neyê kirin hingî serketin nabe. Yên ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê weke têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê nebînin ne dikarin têkoşînê xurt bikin, ne jî dikarin DAÎŞ'ê bi temamî têk bibin û mehkûm bikin. Eger bi ser faşîzma AKP-MHP'ê ve biçe hingî dikare faşîzmê têk bibe û mirovahî dikare ji faşîzmê rizgar bibe."

'DÎKTATORIYA ERDOGAN-BAHÇELÎ WÊ HEWL BIDE BI KOMKUJIYAN HEBÛNA XWE BIDOMÎNE'

Kalkan destnîşan kir ku êdî maskeyê li rûyê wan ketiye û got, "Bi gotina 'Em dijminê Kurdan e' êrîş dikin. Mîna yê ku ecela xwe hatiye êrîşî her deverê dike, niha mîna Saddam êrîş dikin. Rêber Apo got, 'piştî hilbijartinê wê rewş diyar bibe'. Her tişt diyar bû. Erdogan-Bahçelî wê hewl bidin bi komkujî, dagirkerî û qirkirinê desthilatdariya xwe bidomîne."

Kalkan bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re û got, "Mehek di ser re derbas bû, lê li Îmraliyê hevdîtin nîne. Soz dabûn ku wê hevdîtin bên kirin. Daxuyanî dan, soz dan. Bi hezaran çalakgerên greva birçîbûnê dest ji çalakiyê berdan. Wê hevdîtina malbatê û parêzeran bihata kirin. Wê qanûnên heyî yên TC li Îmraliyê jî bihata pêkanîn. Eşkere bû ku hemû derew in, lîstika şerê taybet e. Halbûkî Rêber Apo pêşniyarên ji bo çareseriyê destnîşan kiribû, her kesî pejirandibû. Faşîzma AKP-MHP'ê ku ev yek red kir, eşkere bû ku li pey lîstikan e, armanca xwe ya esasî ew e ku ji xwe re demê qezenç bike, hêza xwe komî ser hev bike, aliyê li hemberî xwe lawaz bike û hewl bide dijberê xwe tine bike. Nahêle ku li Îmraliyê hevdîtin bê kirin. Li her devera Bakurê Kurdistanê operasyon heye. Her roj bi dehan herêm tê qedexekirin. Sivîl, zarok tên kuştin. Gefê li Rojava dixwe, leşkeran li sînorê Kobanê û Girê Spî bi cih dike. Topan diavêje. Hewl dide dagirkeriya li Efrînê mezin bike. Êrîşî Şengal û Mexmûrê dike. Dagirkeriya li herêmên Bradost û Xakurkê berfireh dike. Dixwaze bi şerekî hovane hebûna xwe bidomîne."

'DAGIRKERÎ Û TALANKERIYA OSMANÎ DIKE'

Kalkan bal kişand ser pêwendiya êrîşkariya îdeolojîk, stratejîk a dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ya bi xeyalê 'Osmanî' û destnîşan kir, ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP weke hêza bingehîn di nava şerê Lîbyayê de heye. Kalkan anî ziman, ji ber vê yekê divê mirov li pêşberî êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê matmayî nemînin û got, "Tirkiye xist nava şerê Rojhilata Navîn, şerekî dinyayê. Ev yek dagirkerî û talankeriya îdeolojîk û stratejîk e."

'ÊRÎŞ HÎN BI ORGANÎZE Û TUND IN'

Kalkan bal kişand ser aliyê îdeolojîk ê vê stratejiya dagirkeriyê ya li dijî Kurdan û got, "Dijminatiyê li Kurdan dike, qirkirinê dike. Bi gotina 'Ez li dijî PKK'ê me' hewl dide Kurdên din bixapîne. Piştî ku PKK qedand ji xwe wê yên din tine bike. Armanca bingehîn a êrîşên ku ji sala 1983'an ve li dijî Başûrê Kurdistanê dike ev e. Generalên ku di salên 1992-95-97'an de ew êrîşên mezin kirin bi rengekî eşkere gotin, 'Em dixwazin PKK'ê tine bikin, PDK'ê jî kontrol bikin'. Divê Kurd hemû vê bibînin, bi vê zanibin. Êrîşên heyî niha hîn organîzeyî ne, hîn dijwar in."

Kalkan qetilkirina Endamê Komîteya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb û endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bi bîr xist û got, "Dewleta TC dibêje ku artêşê û MÎT'ê bi hev re kar kirine. Li Qendîlê, li Behdînanê çi karê MÎT'ê heye? Rêxistinbûneke PKK'ê heye, kontrola PKK'ê li herêmê heye. Bi hêsanî nikarin xwe bigihînin wan deveran. Wê demê hinekên li qada herêmî destek dane wan, ev yek eşkere ye. Eger MÎT ji PDK û YNK'ê piştgiriyê wernegire nikare êrîşî Qendîlê bike. Ev rewş eşkere ye. Qetilkirina hevrê Helmet bi vî rengî ye.

'HÛN ALÎGIRÊ HEVRÊ HELMET IN, YA JÎ ALÎGIRÊ ERDOGAN IN?'

Em vê yekê dipirsin; hûn alîgirê wan hêzan e ku Kurdan qir dikin, ya jî alîgirê Kurdan e? Hûn alîgirê hevrê Helmet in ku ji bo hebûnê û azadiyê li ber xwe da, ya jî alîgirê Tayyîp Erdogan in? Divê bi rengekî eşkere vê yekê nîşan bidin. Eger di nava wan de hinek hene ku xizmetê ji TC'ê re dikin û nikarin kontrol bikin hingî em dikarin bi hev re helwestê nîşan bidin, têbikoşin. Eger ne bi vî rengî be hingî berpirsyar in. Wê bi rengekî nebaş di dîrokê de hebin. Em li benda daxuyaniyekê ne.

'PKK DI HEMAN XETÊ DE YE'

Mînak; li Kobanê tifaqa antî DAÎŞ ava bû. Li Şengalê, Mexmûrê, Kobanê helwestek hate nîşandan. DAÎŞ bi wî rengî hate têkbirin. Em niha jî di heman xetê de ne. Hinek ji wê xetê derketin. Rêveberiya li Bexdayê digot ku PKK'iyan mirovahî rizgar kirine. Barzanî li Mexmûrê spasiya xwe pêşkêş kir. Gerîla çû Şengalê, pêşmerge çû Kobanê. Li dijî DAÎŞ'ê berxwedaneke Kurdan hate nîşandan. Niha di navbera DAÎŞ'ê û AKP-MHP'ê de ti cudahiyek nîne. Yên ku kirin DAÎŞ êrîş bike AKP-MHP bû. Niha AKP-MHP bi xwe dike. PKK li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dide, li dijî AKP-MHP'ê jî li ber xwe dide. Wê demê qet nebe divê destekê bidin vê berxwedanê, divê alîgirê vê berxwedanê bin. Divê ne alîgirê DAÎŞ'ê bin, divê destekê nedin xeta DAÎŞ'ê."

Kalkan destnîşan kir ku eger PKK ji holê rabe, wê hemû ji holê rabin, bikevin nava rewşeke nebaş û got, "Em bang li rêveberiya Bexda û Hewlêrê dikin, bang li rêveberiya PDK û YNK'ê dikin ku bi rasteqînî tevbigerin, helwesteke rast nîşan bidin û ruhê berxwedana Kobanê, Mexmûrê, Şengalê temsîl bikin.

'YA BI HEV RE YA JÎ QET'

Bila kes nebêje 'me Başûrê Kurdistanê rizgar kir, bila parçeyên din dûrî me bin, kes ber bi aliyê me ve neyê, em li vê derê bi rehetî bijîn'. Jiyaneke bi wî rengî nîne. Heta ku li Bakur, Rojava û Rojhilat Kurdîtî bê qirkirin wê Başûr nikaribe bi rengekî azad bijî. Ev yek nepêkan e. Ya em ê hemû bi hev re azad bin, ya jî kes wê ne azad be. Divê her kes vê fêhm bike, metirsiyê bibîne, li dijî siyaseta şaş derkevin, rêveberiya xwe ya siyasî ber bi rastiyê ve bîne. Divê destûrê nedin îstîxbarat, ajan, sîxurên Tirk, li ku deverê dîtin divê bi ser wan ve biçin. Ew dijminê Kurdan e, divê di nava xwe de nehêlin. Divê her kesên ku ji bo TC sîxuriyê dikin weke sîxurê Saddam bibînin û bi wî rengî bi ser wan ve biçin."