'Jiyana wî bi têkoşînê bihurî'

Hunermend Cewad Merwanî derheqê birayê xwe Azîz Akin ku 25'ê Mijdarê jiyana xwe ji dest dayî got, ''Birayê min gelek êşkence dît, li girtîgehê ma lê ti caran dev ji têkoşîna xwe neqeriya. Heta dawiya jiyana xwe serê xwe li ber dewletê netewand.''

Azîz Akin (67) lêkolê dirokê ku heftiya bihurî xwîn çûbû ser mêjî û rakiribûn Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.

Akin ku kedeke mezin dayî têkoşîna azadiay Kurd li gundê Botaşê yê navçeya Farqînê ya Amedê hate veşartin.

Birayê mezin ê hunermend Cewad Mervanî, Azîz Akin gelek salan li girtîgehê ma.

Merwanî têkilî birayê xwe got bi salan têkoşîna azadiyê da, sala 1993'an hatiye detgîrkirin û got ,''Birayê min dema ku hatî destgîrkirin haya me jê nebû,mehekê me agahî jê nestand. Me digot dewletê ew qetil kiriye û avêtiye deverekê. Wê demê li Kurdistanê gelek kuştinên wiha dibûn. ''

Merwanî bi berdewamî diyar kir piştî mehekê agahî ji wan re hatiye ku hatiye girtin û got, ''Dema destgîrkirinê gelek êşkence lê hatibû kirin. Jixwe dema ku hatî girtin hê ciwan bû.''

Merwanî zext û zordariya dewleta Tirk a salên 90'î, Hîzbûlkontra û cerdevanan bi bîr xist, diyar kir birayê wî salên 90'î li dijî Hîzbûlkontra bi salan têkoşiyaye, liş dijî dewletê û Hîzbûlkontra serê xwe rakiriye, sala 1993'an hatiye girtin, gelek êşkence lê hatiye girtin.

Merwanî got, ''Birayê min ji doza PKK'ê 22 sal ceza lê hate birîn, 16 salan girtî ma. Dema ku hatî girtin ciwan bû ji ber ku êşkenceya giran lê hate kirin dema ku derketî nexweş derket. Dema girtîgehê xwîn çû ser mêjiyê wî lê di wan şertên giran de jî têkoşîna xwe domand. ''

Merwanî her wiha got birayên wî yên din jî ketine girtîgehê, yek jê 12 salan û yek jê 3 salan maye, wan deman wî Serxwebûn ji girtîgehê, ji birayê xwe re dişand.

Merwanî got dema ku birayê wî Akin ji girtîgehê derketiye dîsa têkoşîna xwe domandiye û got, ''Dema ku birayê min hate girtin em mecbûr man ku koçî Edene û Mêrsînê bikin. Malbata wî ya sirgûn demeke dirêj bi firotina mal û milk debara xwe kir.'' 

Merwanî got, ''Piştî ku ji girtîgehê derket li Farqînê vegriyan. Dema ku birayê min hatibû girtin Hîzbûlkontra û cerdevanan dest li ser erd, mal û milkê me danîbûn. Lê dema ku birayê min derket erd, mal û milkên me ji wan stand.''

Merwanî diyar kir piştî ku birayê wî ji girtîgehê derkeyiye nexweşiyên wî dewam kirine û got, ''Di êşkencê de ji ber ku pir li serê wî dane tim digot serê wî diêşiya. Piştî ku ji kongreya HDP'ê ya Amedê vegeriya dîsa got serê wî pir diêşe. Jixwe piştre xwîn diçe ser mêjiyê wî. 6 rojan li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê mae û 6 rojan li beşa lezgîn ma.

Biraayê min gelek êşekce lê hate kirin, li gitîgehê ma, gelek zor û zehmetî dît lê ti caran dev ji têkoşînê neqereiya. Heta dawiya jiyana xwe serê xwe li ber dewletê netewand û raz aşkere nekir. Yek ji wan kesan bû ku dijmin nekarî piştê lê bişkîne. Ti caran ji têkoşînê nehate xwarê. Hewl dida ku peywirên xwe layiqî bi cih bîne. Ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kedeke mezin da. Yên li pey man jî vê kedê didin.''

Ji bo Azîz Akin roja yekşemê saet di navbeyna 12:00-18:00'an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorfê wê sersaxî were qebûlkirin.