Jinên Tîrêjên Rojê li polîs û gardiyanan xistin: 2 birîndar

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê li dijî gardiyan û polîsan çalakî kir. Di encamê de polîsek û gardiyanek birîndar bûn. Sê wesayitên luks ên gardiyanan jî hatin şewitandin.

Înîsiyatîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku 1'ê Kanûnê li navçeya Bakirkoy a Stenbolê li dijî "maleke ku gardiyanên dewleta Tirk a faşîst lê diman bi teqemeniyan çalakî hate kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "gardiyanekî faşîst birîndar bû, 3 wesayitên luks ên gardiyanan ji aliyê yekîneya me ve hatin şewitandin."

Înîsiyatîfê diyar kir ku heman rojê li nvaçeya Gokturk a Stenbolê nîvê şevê ji du baskan ve bi çekên ferdî û bombeyan li hemberî wesayiteke polîsên sivîl a li dewriyeyê digeriya, çalakî hate lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê, polîsên di wesayitê de bi panîkê ketin, li derdorê şenandin. Hate ragihandin ku di vê çalakiyê de polîsekî faşîst bi giranî birîndar bû.

Di daxuyaniya Înîsiyatîfê de hate gotin, "Tecrîda li ser Rêber Apo her roj girantir dibe û em nikarin agahiyê li ser tenduristiya wî bigirni. Yekîneyên me heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin divê bênavber çalakiyan bikin, bi ruhê seferberiyê tevbigerin, faşîzmê tune bikin, xwedî li Rêber Apo derkevin û li her qad û kolanê bibe tirsa dilê dijmin."