Jinên Tîrêjên Rojê li polîs û faşîstan da

Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi çek û teqemeniyên bi destan hatine amadekirin gelek çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de polîsek hate kuştin, 7 wesayîtên luks ên faşîstan, du market û dikaneke nalbûriyeyê hatin şewitandin.

Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir wan li Mêrsîn, Sakarya, Tekîrdag, Kocaelî, Mêrsîn û Colemêrgê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev çalakî hatine kirin:

“Di 26’ê Mijdarê de li navçeya Avcilara Stenbolê 2 wesayîtên luks û dikana nalbûriye yê faşîstê AKP’yî yê bi navê Serdar Alali ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Di 27’ê Mijdarê de li Başakşehîra Stenbolê 5 wesayîtên luks ên faşîstan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Di 28’ê Mijdarê de li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê yekîneyên me bi teqemeniyên bi destan hatine amadekirin li marketa A101 û Şokê ya rejîma faşîst a Tirk dan. Di her du marketan de xisareke mezin çêbû.

Di 28’ê Mijdarê de li navçeya Sapancayê ya Sakaryayê yekîneyên me ji du milan bi çekan û teqemeniyên bi destan li wesayîteke polîsan dan. Di vê çalakiyê de polîsekî ku gule li serî ket, miriye.

Di 26, 27, 28’ê Mijdarê de Stenbol, Tekîrdag, Kocaelî û Mêrsîn di serî de li gelek bajaran yekîneyên me bi hemwextî bi wesîleya salvegera 44’emîn a PKK’ê bi fîşekên hewayî çalakî kirine.

Di 25 û 26’ê Mijdarê de li taxên Kişlaya Kevn û Mezarlikê ya Geverê û li taxên Medya, Aşitî û Sanayî yên Qosera Mêrdînê li ser dîwaran nivîs hatine nivîsandin.”

Înisîyatîfê di daxuyaniyê de salvegera 44’emîn a PKK’ê pîroz kir û diyar kir ev çalakî ji bo salvegera avabûna PKK’ê û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine kirin.