Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî lidar xistin

Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê got, "Di daketina qadan em dikarin tecrîda li Îmraliyê bişikînin."

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xist.

Di daxuyaniya înîsiyatîfê de hate gotin, "Zêdebûna tevlîbûna ciwanan li nava çalakiyan a vê dema dawiyê moralê me zêde kiriye. Divê tevlîbûna ciwanan zêde bibe. Ciwanêm me divê qadan dagirin. Bi vê yekîtiyê em ê karibin tecrîdê bişikînin."

Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên ku hatin lidarxistin bi vî rengî ne:

"21'ê Çileyê li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê, yekîneyên me bi çeken ferdî li wesayita polîsên dewleta Tirk xistin. Di vê çalakiyê de polîsekî Tirk ê faşîst ku bû hedefa fîşekên me, rakirin nexweşxaneyê û hate cezakirin.

21'ê Çileyê li Serdivan a Sakaryayê 5 wesayitên luks ên karsazê faşîst Mûrat Sancak ê AKP'î ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

22'ê Çileyê li Manavgat a Antalyayê 2 wesayit û kafeyek faşîstên Tirk ên AKP-MHP'î ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

22'ê Çileyê li Ayvalik a Balikesîrê 2 yat û 3 wesayitên Tirk ên faşîst ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin."