Jinên Tîrêjên Rojê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de çalakî lidar xistin

Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê çalakî lidar xistin.

Jinên Tîrêjên Rojê têkildarî çalakiyên ku li hemberî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê lidar xistin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"1'ê Sibatê li navçeya Gundogmûş a Antalyayê 2 wesayitên luks ên faşîstên AKP-MHP'ê ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

1'ê Sibatê li navçeya Tarsûs a Mersînê febrîeqyeke rûn a baskên ciwanan a AKP'ê ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin û bi milyonan dolarî xisar li serokê baskê ciwanan ê AKP'ê bû, ku xwediyê febrîqeyê bû.

2'ê Sibatê li Gokturk a Stenbolê stasyoneke bazê ya fîrmaya Turk Telekom ku a dewleta Tirk a faşîst e bû hedefa yekîneyên me û hate têkbirin.

2'ê Sibatê li Hendek a Sakaryayê benda kontrolê ya GBT a polîsên Tirk a faşîst bû hedefa yekîneyên me yên bi çekên ferdî û teqemeniyan. Di encamê de 2 polîs bi giranî birîndar bûn. Yekîneyên me piştî çalakiyê bi ewle ji qadê vekişiyan."