Jinên Kurd li Êrîvanê 8’ê Adarê pîroz kirin

Li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye Yekîtiya Jinên Azad, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

Pîrozbahî li Mala Gel a Êrîvanê hate kirin. Di çalakiyê de mêran gul li jinan belav kirin. Di pîrozbahiyê de Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Çîçek Rizgar got ku,” Em bi hêsanî nehatin van rojan. Bi bêrdêlên mezin em hatin van rojan.”

Rizgar got ku, “Em bang li hemû jinan dikin ku li ser xeta paradîgmaya azadiya jinan a Rêber Apo bibin yek û têbikoşin.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.