Jinên Ereb li ber hêzên Rûs rabûn

Şêniyên Girê Spî li ber hêzên Rûs rabûn ku alîkarî bir gundê El-Asady û gotin, "Pêwîstiya me bi alîkariyê nîne, em dixwazin hêzên dagirker ji welatê me bên derxistin."

Hêzên Rûs doh piştî nîvro xwestin alîkariyê li şêniyên Girê Spî belav bikin ên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan neçar man koçî gundê El Asady ê navbera Reqa û Girê Spî bikin.

Jinên ji Girê Spî nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê dan û ji hêzên Rûs xwestin ku bi QSD û rejîmê re bibin yek û dewleta Tirk a dagirker ji Girê Spî û Serêkaniyê derxînin.

'TIRKAN JI XAKA ME DERXÎNIN'

Jineke ji Girê Spî nerazîbûn nîşanî hêzên Rûs da û got, "Em wan tiştên ku we anîne naxwazin. Em gelê Girê Spî dixwazin vegerin Girê Spî, gelê Kobanê dixwazin vegerin Kobanê û yên Serêkaniyê jî dixwazin vegerin Serêkaniyê. Bila her kes li xaka xwe bi rengekî aram bin. Em, hûn, Esad û QSD bibin yek û dixwazin Tirkan ku dijminê me ne ji xaka xwe derxînin.

OSO tê namûsa me ji me werdigire, jinan ji malan derdixînin, serê wan jê dikin û zêrên wan didizin. Em van jî naxwazin. Em dixwazin Tirk ji herêma me derkevin. Em birçî ne, lê nanê me heye û ew têr dike.

'EM DIXWAZIN BI AXÊ JÎ ZIKÊ XWE TÊR BIKIN, TENÊ BILA DAGIRKERÎ BI DAWÎ BIBE'

Em xaka xwe, welat û aramiya xwe dixwazin. Em dixwazin aram bin, em naxwazin balafirên şer li ser me bigerin. Îro teqînek pêk hat, hin mirovan jiyana xwe ji dest dan. Em şekir naxwazin, mirov ji birçîbûnê namirin. Em naxwazin balafirên şer bombeyan li mirovan bibarînin. Em dikarin li welatê xwe axê bixwin û bijîn, lê tenê bila dagirkerî bi dawî bibe."