Jin mîtîngek mezin dike

Jinan li Qada Çalakî ya Maltepe ku Mîtînga Jinan a Mezin lê bê kirin, Denîz Poyraz bibîr anî.

Desthilata AKP’ê ji Peymana Stenbolê vekişiya û biryara fesixkirina wê da. Wê Peyman di 1’ê Tîrmehê de ji rêvebirinê were rakirin. Li ser banga Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) ji aliyên Tirkiyê li Stenbolê civiyan û li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê li navçeya Maltepeyê civiyan.

Dirûşma “Mitînga Mezin a Jinan” wiha ye: “Em ê Dest Ji Peymana Stenbolê Bernedin.”

Qada mîtîngê ya li Maltepeyê ji aliyê bariyerên polîsan ve hat dorpêçkirin û jin du nokteyên lêgerînê de diherikin qadê. Balkêş e ku coşa jinan di asta herî jor de ye û dengê berzkirina dirûşman ji qadê olan dide.  

Jinan wêneyên endama HDP’ê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin hildan û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” berteka xwe didin nîşandan.