Jin ji bo Doza Kobanê li pêşiya girtîgehê li hev civiyan

Jin beriya destpêkirina rûniştina Doza Kobanê li ber Girtîgeha Sîncanê li hev civiyan û gotin, "Têkoşîna jinê wê bi ser bikeve."

Rûniştina 1’emîn a 19’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 17 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, wê li Eywana Danişînan a Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin.

Beriya danişînê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, rêveberên rêxistinên HDP’ê yên Amed û Enqereyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwestin li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan nehiştin ku daxuyanî bê dayîn.

Jinên ku li pêşiya girtîgehê disekinin, astengiya ku polîsan derxistî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” protesto kirin.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li pêşiya girtîgehê daxuyanî da û wiha bertek nîşanî astengkirina polîsan da: “Hevalên me yên jin li hundir li benda me ne. Em ê piştevaniya wan bikin. Em ê nîşan bidin ku ne di nava çar dîwaran de û ne jî di bin dorpêça hêzên ewlekariyê de kesek nikare bi têkoşîna jinan paşdegav bide avêtin. Dê ev kes bên darizandin û serkeftin dê ya têkoşîna jinan û dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ be.”

Jin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” derbasî eywana danişînê bûn.