Ji ser girtiyan peyamê didin derve

-Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir desthilatdarî bi êşkence û qetlîamên li girtîgehan dixwaze peyamekê bide derve.

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir Kurd, şoreşger, jin û kesên di warê demokratîk de mafên xwe dixwazin û li dijî faşîzmê li ber xwe didin di girtîgehan de ne û got “Ji wan re tê gotin we li derve siyaset kir, we li ber xwe dan, hûn teslîm nebûn lê li vir ez teslîmiyetê li ser we ferz dikim.”

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji ANF’ê re axivî. Taşdemir diyar kir ku ji girtîgehan nûçeyên mirin û êşkenceyê tên û got “Wekî dûmahîka polîtîkayên zext û şikandina îradeyê ya li derve, girtîgeh jî bûne laboratûvara şîddetê. Mafên girtiyan tên binpêkirin, mirov tên cezakirin, wan diavêjin hucreyan, berdana wan tên astengkirin.  Darbekarên 12’ê Îloê wê demê ji bo şikandina îradeya civakê bi taybetî Kurd, jin û şoreşger avête girtîgehan. Feraseta darbekar bi pêla şîddetê re xwest peyamê bide derve. Hemû kesên li dijî polîtîkaya xwe bi girtîgehan dixwest terbiye bike. Niha jî heman tişt pêk tê. Desthilatdariya AKP û MHP’ê yê ku dûmahîka darbekarên 12’ên Îlonê ne, li girtîgehan polîtîkayeke taybet didin meşandin.”

TESLÎMIYET LI SER GIRTIYAN TÊ FERZKIRIN

Taşdemîr diyar kir girtiyan bi salan bi berxwedan û têkoşînê hinek maf bi dest xistine lê li ser girtiyan teslîmiyet tê ferzkirin û got “Li hemberî vî tiştî naxwazin kes dengê xwe bilind bike. Di bin kontrola Wezareta Edaletê de girtî yan jiyana xwe ji dest didin an jî tê îddîakirin xwe kuştine. Garîbe Gezer bi rêya name, malbat, parêzerên xwe êrişa zayendî û faşîzma li wir teşhîr kir. Wezareta Edaletê ji bo ku vê qîrînê nebihîze, derbarê vê meseleyê lêpirsîn jî neda destpêkirin. Wekî ku mirineke wisa pêk nehatiye û daxwazên parêzeran jî red kir. Kurd, şoreşger, jin û kesên di warê demokratîk de mafên xwe dixwazin û li dijî faşîzmê li ber xwe didin di girtîgehan de ne. Ji van kesan re tê gotin we li derve siyaset kir, we li ber xwe dan, hûn teslîm nebûn lê li vir ez teslîmiyetê li ser we ferz dikim.”