Ji Rêveberiya Xweser şandeyek bi rayedarên Rûs re hev dît

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Moskowayê bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re hev dîtin.

Li gorî daxuyaniya Buroya Têkiliyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk şandeyeke Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li Moskowayê bi rayedarên Rûsya re hev dîtiye.

Têkilî hevdîtinê ev agahî hate parvekirin: ''Şandeya MSD'ê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku Îlham Ehmed jî di nav de bû, li ser vexwendeya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi nûnertiya Wezerata Karên Derve ya Rûsyayê re hev dîtin, ku di hevdîtinê de Mîkhaîl Bekdanov jî hazir bû.''

Buroyê got, ''Hevdîtin xweş bûn. Bi çarçoweya biryara navnetewî ya bi hejmara 2254'an çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê, tevlêbûna MSD'ê ya li nav xebatên siyasî û sûcên Enqereyê yên li ser serweriya Sûriyeyê hate gotûbêjkirin.''

Şandeya MSD'ê ku Seroka Meclîsa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed jî di nav de bû, herî dawî Îlona 2020'an bi Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov re rûniştibû, bang li Rûsyayê kiribû ku destekê bide muxalefeta neteweyî ya demokratîk û ji bo diyalogê bi rola xwe rabe.