Ji Reqayê ber bi çiyayên azad

Gerîllayê bi navê Egîd Reqa yê ku ji Reqayê berê xwe da çiyayên Kurdistanê dibêje ku “Min di nava PKK’ê de hevaltî dît. Di nav PKK’ê de hevaltiyeke gelekî xurt heye.“

PKK bandora xwe ya li Rojhilata Navîn xurttir dike û roj bi roj tevlibûna nav refên PKK’ê zêde dibe. Ne tenê gelê Kurd, hemû netewe û olên din jî tevlî têkoşîna ji bo mirovahiyê dibin. Egîd Reqa jî yek ji kadroyê PKK ye û armanca tevlîbûna xwe bi van hevokan tîne ziman “Hemû gel û netewe di nav PKK’ê de hene. Bêyî ku cudahî û ferq têkeve nava mirovan, hemû gelên bindest biparêze. Ev jî tişteke pir bi wate ye.

Egîd Reqa jî dibêje ku “Ez 18 salî me, di sala 2018’an de tevlî nav PKK’ê bûm. Zext û zilma dijmin a li ser gelê me dida meşandin, hişt ku ez tevlê nav PKK’ê bibim. Erkê hemû mirovan jî ev e ku gelê xwe biparêze. Ji ber vê yekî jî min pêwistî dît ku tevlî nav PKK’ê bibim. Min di sala 2016’an de PKK nas kir. Di destpêkê de min nedizanî PKK tê çi wateyê û çima ava bûye. Min li çiyayên Kurdistanê perwerde dît. Piştre min PKK û Serokatî nas kir. Di destpêkê de li çiyayan ez tengijîm, lê piştre mirov hîn dibe. Min di nava PKK’ê de hevaltî dît. Di nav PKK’ê de hevaltiyeke gelekî xurt heye. Li aliyê din jî min dît ku di nav PKK’ê de gelek netewe û gel hene û tu cudahî nakeve navbra wan. Ev jî tiştekî pir bi wate ye.

TIŞTA JI BO ME HÊJA HEVALTIYA ME YE

Serokatî tevgereke wisa ava kiriye Kurd ,Ereb, Siryan û Ermen hemû jî tevlî nav PKK’ê dibin. Ji ber vê jî ez ê heta kêlîka dawîn şer bikim û ez ê nehêlim ku dijminê faşîst axa me dagir bike û li ser gelê me zilmê bike. Jiyaneke me ya cîddî û hevaltiyeke me ya xurt heye. Piştî ez hatim vê derê min dît ku ez ji bo çi dikim. Ez dibêjim kesên tevlî nav PKK’ê dibin tu carî poşman nabin. Min heta niha di nav vê jiyanê de tiştekî şaş nedîtiye. Rojava niha ji DAÎŞ’ê rizgar bûye. Ez jî li çiyayên Kurdistanê şer dikim. Dema Rojava hatibû dagirkirin, gelên Bakur û Başûr hatin ji bo Rojava şer kirin. Vî tiştî bandoreke mezin li min kir. Pêwist e her çar parçeyên Kurdistanê û hemû gelên bindest li heqîqeta xwe bigerin û tevlî nav PKK’ê bibin. Jiyana di nav PKK’ê de hevaltiya wê ji her tiştî hêjatir e. Bîrdoziya Serokatî li her dera dinyayê belav bûye. Banga min ev e ku divê her kes vê jiyanê nas bike, li heqîqeta xwe bigere û ji bo azadiya xwe têbikoşe.”