Ji referandûmê re çend saetên jimarî man û 3 senaryo hene

Li Başûrê Kurdistanê ji referandûmê re saetên jimarî man û hê jî gelek senaryo têne axaftin. Bajarê kilîd ê referandûmê Kerkûk e û hê jî pirsa wê ‘çi bibe?’ mirov mijûl dike.

Referandûm wê bibe yan na li Başûrê Kurdistanê hê jî rojevê mijûl dike, ANF senaryoyên heyî tomar kir.

SENARYOYA PÊŞÎ: PÊKHATINA REFERANDÛMÊ YA BI GIŞTÎ

Senaryoya pêşî ew e ku referandûm li Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Helepçe (li gorî yasayên Başûrê Kurdistanê di statûya bajêr de ye, lê li gorî yasayên Iraqê hê jî navçe ne) û bajarên Kerkûkê, li navçeyên wê bê kêmasî were kirin.

Lê ev dever li gorî destûra Iraqê ya 2005’an ‘herêmên ne zelalbûyî’ ne. Li gorî vê xalê Kerkûkê jî di statûya herêmên ne zelal de ye.

Her wiha Şengal, Celawla, Xaneqîn, Kelar, Dakûk, Xurmatû û gelek deverên dî jî di nav çarçoweya vê yasayê de ne. Lê niha bêhtir bal çûye se Kerkûkê.

Gelek alî dibêjin zor e ku referandûma ku sînorên Başûrê Kurdistanê diyar dike were kirin.

SENARYOYA DUYEM: REFERANDÛM BI NÎVÎ WERE KIRIN

Senaryoyeke dî jî ew e ku referandûm wê li ‘herêmên ne zelal’ pêk neyê û tenê li deverên ku di kontrola PDK û YNK’ê de ne, li Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helepçe were kirin.

Ev senaryoya ku jê re ‘referandûma nîvî’ tê gotin wê bike ku tansiyona di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û dewletên herêmê de bikeve lê ji bo Kerkûkê û herêmên ne zelal tawîzên ku êdî veger jê nebe bi xwe re bîne.

Li ser vê senaryoyê şîroveya ku tê kirin: ‘’Li Başûrê Kurdistanê cihên ku divê referandûm lê were kirin Kerkûk e û ew herêmên ku nîqaş li ser hene; jixwe pêdiviya Hewlêr, Duhok û Silêmanî bi referandûmê nîn e. Heke referandûma van herêman bihata ferzkirin wê çarçoweyeke wê ya yasayîtir heba.’’

SENARYOYA SÊYAN: BETALBÛNA REFERANDÛMÊ

Tirkiye, Îran û Iraq dibêjin teqez divê referandûm betal bibe. Bi ser de Tirkiyê got, ‘vê taloq nekin betal bikin’, hikûmeta Iraqê dibêje, ‘ne niha û ne jî ti demê’. Îranê jî bi rengekî vekirî gef xwar û behsa senaryoyên felaketêkir.

Bi Seroktiya Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê Brett MecGurk, Neteweyên Yekbûyî (NY), Ingiltere û Fransayê 13’ê Îlonê li Duhokê seriyek dane Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û ‘planeke alternatîf’ danê.

Li ser vê planê rayedarên PDK’ê gotin ku ‘plana alternatîf mîsogeriyeke navdewletî nade’ û heke mîsogeriyeke navdewletî bidin ew dikarin referandûmê betal bikin.

Li hêla YNK’ê jî Mele Bextiyar, Sedî Ehmed Pîr, Kosret Resûl Elî gotin ew bi vê plana alternatîf dikarin referandûmê betal bikin.

BAJARÊ KU WÊ ÇARENÛSÊ DIYAR BIKE: KERKÛK

Rêxistinên partiyên Başûr duh li Kerkûkê, li avahiya Bajêr a YNK’ê civiyan. Piştî civînê Alîkarê Berpirsê YNK’ê yê Kerkûkê Rawend Mele Mehmûd got, ‘’em rast nabînin ku referandûm were kirin. Em ê helwesta xwe ya fermî êvarî ragihînin.’’ Lê hê daxuyanî nehatiye kirin.

Piştî vê civîna li Kerkûkê PDK û 9 partiyên biçûk bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang kirin ku ‘li Kerkûkê bila her kes biçe ser sendoqê’. Lê YNK, Tevgera Goran û Komala Îslamî tevlî vê daxuyaniyê nebûn.

Li Kerkûkê partiya xurt YNK ye. Di hilbijartina parlamentoya Iraqê de li Kerkûkê YNK 6, PDK 2, Ereban 2 û Tirkmenan 2 parlamenter derxistibûn.