Bi sedan Efganiyên ku metirsiya jiyanê li ser wan heye paşve tên vegerandin- HAT NÛKIRIN

Piştî bûyera ku şevê din li Navenda Paşve Vegerandinê ya li Harmandali ya Îzmîrê qewimî, di demekê de ku agahî nedan parêzerên ku xwestin haya wan ji miwekilên xwe çêbibe, gelek otobus ji navendê derketin.

Li gorî agahiyên ku Parêzer Meral Kaban da ANF'ê, îro li otobusên ku ji Navenda Paşve Vegerandinê ya li Harmandaliyê ya Îzmîrê derket, bi sedan Efganî hene. Parêzer Kaban diyar kir ku agahî ji wan re hatiye ku balafir amade ye û destnîşan kir ku di nava kesên ku dixwazin paşve bişînin de hin Efganên ku li welatê wan cezayê îdamê li wan hatiye birîn jî hene. Her wiha Kaban tekez kir ku ji bo paşve vegerandinê derheqê hin penaberan doz hatiye vekirin û tevî ku biryara rêveberiyê ya rawestandina pêkanîna vê heye jî lê bi awayekî neqanûnî hatine dersînorkirin.

Piştî bûyera şevê din saet 01.00’ê ya li Navenda Paşve Vegerandinê ya li Harmandali ya Îzmîrê qewimî, cendirme, ambûlans û wesayîtên agirkujiyê sewqê navendê hatin kirin. Baroya Îzmîrê û parêzerên endamên Komeleya Huqûqnasên Hevdem û nasên penaberan çûn cihê bûyerê. Parêzer û malbat li cihê bûyerê sekinîn û dîtin ku otobus ji navendê derdikevin. Parêzer ketin nava hewildanê ku nehêlin otobus ji navendê derbikevin, lê gelek otobus ji Navenda Paşve Vegerandinê ya Harmandali ya Îzmîrê derketin. Nehat hiştin ku parêzer miwekîlên xwe bibînin.

RÊVEBERÎ GUH NADE BIRYARA SEKINANDINÊ

Parêzer Meral Kaplan a endama Komeleya Huqûqnasan a ji bo Azadiyê ji ANF’ê re axivî û wiha got: ‘’Tiştê em dizanin piştî qewimîna bûyerên şevê din hevdîtina parêzer û noter, karê derxistina wekaletnameyê hemû hatin rawestandin. Tu kar nayê kirin. Kesê jî naxin hundir. Bi qasê em dizanin karên dersînorkirinê tê kirin û piştî vê şerek çêdibe. Lê niha li hundir çi diqewime, em pê nizanin. Duh ji Baroya Îzmîrê çar hevalên me yên parêzer çûn. Bi hêceta zirar dane mal, derbarê penaberan lêpirsîn hatiye destpêkirin, lê kesên lêpirsîn li wan hatiye kirin kî ne em nizanin. Niha tu derfetekê me yê têkilî danîna bi wan re tune ye. Hatine şandin yan na? Ji bo ku ceza li wan bibirin niha li vir tên sekinandin? Em wê jî nizanin.

Her wiha hat zanîn ku li ser karê dersînorkirinê jî niqaş çêbûye. Hevalên me yên parêzer ên vê sibehê çûne navendê bi çavên xwe dîtine ku gelek otobus ji navendê derketine. Ev otobus piranî ji bo dersînorkirina penaberan tim li navendê amade ne.

Bi qasê em dizanin doz li penaberên li navendê hatine vekirin. Ger ji bo betalkirina dersînrkirinê doz bê vekirin, têkildarê biryara dersînorkirinê ya ku rêveberiyê derbarê van kesan de daye, wê pêkanîna wê bê rawestandin. Ger pêkanîn were rawestandin rêveberî neçare vê li ber çavan bigire. Lê bêyî ku vana pêk bînin, niha prosedurên dersînorkirinê pêk tên. Lê wek min got heta niha derbarê kê de biryara dersînorkirinê heye yan jî kê hatiye dersînorkirin me nekariye agahiyeke zelal bi dest bixin.”

TU AGAHÎ NEDAN

Parêzer Hazal Aydin a endama Komeleya Huqûqnasên Hevdem jî got ku şevê din dengê qêrînê ji navendê hatiye bihîstin û bi zorê girteka dersînorkirina bi dilxwazî bi penaberan dane îmzekirin û wiha axivî: “Tu agahî nedan me. Em dibêjin qey wan bi zorê dişînin. Jixwe ji navendê otobusek tijî derket, me xwest em nehêlin derbikevin, lê me nekarî. Otobus tijî penaberên Efgan bû. Malbat jî li wir bûn, ên ku cil û berg, pere anîbûn hebûn, nehiştin ew jî bikevin hundir.

Karê ku dikin nehiqûqî ye, nikarin kesekî ku ji ber şer reviyaye bişînin welatê xwe. Ger ku biçe, divê biçe welatekî ewle yê sêyemîn.”