Ji NASA'yê wêneyê panoramîk ê Marsê

Amûra Perseverance ya Ajansa fezayê ya Emerîkayê NASA'yê ku li Marsê daniye, wêneyên panoramîk ên zelal şandin.

Robota fezayê ya Perseverance li qada ku heftiya bihurî xwe lê danî 140 wêneyê zelal girt. Dîmena panoramîk ku NASA'yê  çêkirî, ji van wêneyan çêdibe. Bergeheke çolî bala mirov dikişîne. 

Wêneyên panoramîk kratera Jezero nîşan dide. Li gorî zanyaran li vê kraterê beriya bi 3,5 milyar salî goleke mezin hebûye ku çemek diçû serê.

Ji zanîngeha Arîzonayê Jîm Bell got, ''Em li ser sîteyeke pir baş bi cih bûn''

NASA hêvî dike li Gerestêrka Sor du salan 30 eşantiyonê keviran behev bike ku hêvî dike li ser wan şopa jiyanê bibîne.

Kamerayên Perseverance wê bibe alîkar ku zanyar dîroka jeolojîk a kraterê û şertên atmosferê diyar bike û bibe alîkar ku kevirên ku wê bînin cîhanê tespît bike. Tê payin ev eşantiyon salên 2030'î dema serdaneke Marsê bînin Cîhanê.

NASA roja Duşembê dîmenên dema daketinê bi dengê bayê Marsê re weşandibû.