‘Ji mirinên li girtîgehan AKP-MHP berpirsyar e‘

Di Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Îzmîr û Denîzliyê de hat destnîşankirin tecrîda li Îmraliyê dest pê kir bi awayek sîstematîk li tevahiya girtîgehan belav bûye û hate gotin ku ji mirinan desthilatdariya AKP-MHP’ê berpirsiyar e.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Îzmîrê û Denîzliyê berdewam dike.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Îzmîrê di roja 101’emîn de berdewam kir. Çalakî îro li ber Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê hat lidarxistin. Rêveberên HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz piştgirî dan malbatan. Di çalakiyê de wêneyên girtiya nexweş Aysel Tûglûk hatin hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.

Hevseroka Rêxistina HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk di çalakiyê de axivî û da zanîn ku daxwazên malbatan daxwazên wan in û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir bi awayek sîstematîk li tevahiya girtîgehan belav bûye. Her roj li girîgehan bûyerek din a êşkenceyê çêdibe. Cezayên kêfî li girtiyan tê sepandin. Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin û astengkirin. Girtiyên li dijî îşkenceyê û sepanên kêfî derdikevin jî bi cezayên hucreyê tên cezakirin. Girtiyên nexweş nayên berdan. Girtiyên cezayên xwe qedandine, nayên berdan. Bi kurt û kurmancî hemû mafên girtiyan tên desteserkirin. Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Aysel Tûglûk nayê berdan û wê terkî mirinê kirine. Yên ku Aysel Tûglûk bernadin, Çevîk Bîr berdan. Dema mijar dibe Kurd her cûre bêhiqûqî û bêdaletî dikeve dewrê.”

Çelîk anî ziman ku ji hemû pêkanînên li girtîgehan û mirinan desthiladariya AKP-MHP’ê berpirsyar e.

Parlamenter Necdet Îpekyuz jî axivî û 101 roj malbat ji girtiyên xwe li dijî bêdaletiya desthilatdariya AKP’ê li ber xwe didin û têkoşîna xwe didomînin. Îpekyuz anî ziman ku yên li dijî bêdaletiyê û neheqiya li ser girtiyan dengê xwe dernexe ew jî şirîkên sûc in.

DENÎZLÎ

Nobeda Edaletê ya Songul Îlker a dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Denîzliyê girtî ye jî ji bo lawê wê berdan û tedawî kirin dest bi çalakiya rûniştinê kiriye û çalakiya wê di roja 6’emîn de berdewam kir. Îlker anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya lawê ku li dijî desteserkirina desteserkirina mafê xwe yê tenduristiyê daye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam dike û xwest her kes ji bo lawê piştgiriyê bide.