Ji malbata Ercan 10 kes bi biryara Soylû hatin destgîrkirin

Piştî çalakiya fedayî ya 2 gerîlayên HPG’ê ya li Mersînê, 10 endamên malbata Dilşah Ercan ên bi biryara Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû hatin girtin, 3 roj in bi hincetên kêfî tên destgîrkirin.

Di 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya Mersînê li dijî navenda Polîsan a Tece ya li Taxa Denîzê çalakiyek pêk hatibû. HPG’ê îro di daxuyaniya xwe de got, “Şeva 26’ê Îlonê 2 hevrêyên me li navçeya Mezîtlî ya Mersînê li dijî artêşa dijmin çalakiyeke fedaî lidar xistin. Ev çalakî weke bersiveke li hemberî zextên li ser zindanan, komkujî û çekên kîmyewî yên li dijî gerîla hate kirin.”

Piştî çalakiyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû îdîa kiribû ku Dilşah Ercan vê çalakî pêk aniye û malbata wê kir hedef.

Dadgeriya Tirk a ku daxuyaniya Soylû ya di der barê "Dilşah Ercan" a ku tevlî çalakiyê nebû, weke ferman girt û li dijî malbata wê ket tevgerê.

Li Mersînê di serdegirtina mala malbata Ercan de 10 kesên ku di nav wan de bav, dayik, 3 birayên mezin, 3 xwişk û hevjînên wan jî hene hatin destgîrkirin.

Endamên malbatê ku ji 27'ê Îlonê ve li Midûriyeta Polîsan a Mersînê tên ragirtin, îro sewqî dozgeriyê hatin kirin.

22 kesên ku di nav wan de endamên malbata Ercan jî heyî, li Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê tên ragirtin.