Ji Koma Amara klîba 8'ê Adarê ya bi navê 'Lê Dayê'

Koma Amara bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê klîbek weşand.

Koma Amara bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê klîbek bi navê 'Lê Dayê' weşand.

Di daxuyaniya komê de hate gotin, "Jin rengê jiyanê ye, mîna axê her biharê tovên nû di bedena xwe de şîn dike. Di her sedsalê de diherike, nû dibe. Di sedsala 21'ê de bi bihara gelan re, bi deng, reng, berxwedan, hebûn û xweseriya xwe ne tenê rojek, her roj 8'ê Adarê ye.

Em jî bi navê Koma Amara, di vê sedsala ku berxwedaneke ewçend mezin û bi wate lê tê kirin, hewl didin bi hunera xwe pêşengiyê ji berxwedanê re bikin. Bİ navê Koma Amara em vê stranê diyarî dayikan û jinan hemûyan dikin. 8'ê Adarê diyarî Rêber Apo, jinên berxwedêr û dilxwazên azadiyê dikin. Cejna we pîroz be..."