Ji koledariyê ber bi şerê azadiyê ve

Watha Hamîd Xelef ku ji aliyê bav û kekê xwe yên DAIŞ'î ve ji bo endamekî DAIŞ'ê hate firotin û 7 mehan di zindanê de êşkence lê hate kirin, ev saleke di nava refên QSD'ê de şervaneke azadiyê ye.

Şervana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Medya (Watha Hamîd Xelef) Erebek ji Meyadînê ye. Piştî ku DAIŞ'ê navçeya wan dagir kir, jiyana wê bi temamî guherî. Bav û kekê wê tevlî DAIŞ'ê bûn û Medya bi pereyan firotin endamekî DAIŞ'ê. Ji ber ku sixêf li DAIŞ'ê kir, kekê wê kir ku ew bikeve zindanê. Ji aliyê jineke wêrek a ku pêkanînên li zindana DAIŞ'ê qebûl nekir ve hate revandin. Medya îro bi heman wêrekiyê tevlî nava Pêngava Bagera Cizîrê bûye û ji bo hilanîna tola hemû jinan şer dike.

Medya jineke Ereb e ku bejna wê dirêj e û esmer e. Hê 23 salî ye, lê belê tiştên bi serê wê ve hatin, ciwantiya wê herimandin. Bi wêrekî qala bûyerên bi serê wê ve hatiye dike û bi vî rengî dibe dengê jinên Ereb.

Medya ku cihê xwe di nava Tabûra Jinên ji Dêra Zorê ya QSD'ê de digire, ji ANF'ê re qala serpêhatiya xwe dike.

BAV Û KEKÊ WÊ TEVLÎ NAVA DAIŞ'Ê DIBIN

Dema ku DAIŞ navçeya Meyadînê dagir dike, bav û kekê Medya ku gelekî jê hez dikir, dibin endamê DAIŞ'ê û bi vî rengî derdikevin hemberî medya û jinên din ên Ereb. Medya bi vî rengî qala wê demê dike: "Beriya ku DAIŞ bikeve herêma me, malbata min gelekî baş bû. Em 6 xwişk û 3 bira bûn. Malbata min dilsozê hev bûn. DAIŞ'ê ji Sicirê Spî dest pê kir û bi pêş ve çû. Xwe gihand herêma me. Dema ku ji aliyê Sicirê Spî dihatin, serê mirovan jê dikirin û diavêjin nava çem. Piştî ku xwe nêzî me kirin, bavê min û kekê min tevlî nava wan bûn."

BI PEREYAN EW FIROT

Ne tenê tevlî DAIŞ'ê bûn, her wiha bûn xwediyê mejiyê wan. Û yek ji qurbaniyên wan ên destpêkê jî bû Medya. Medya wiha dewam dike: "Piştî DAIŞ kete nava Meyadînê, kekê min ez da DAIŞ'iyekî bi navê Mahmût Şam ku ew nas dikir. Min nedixwest, lê belê bavê min û kekê min di berdêla 6000 dolarî de ez dan. Ji ber ku min û dayika min nedixwest em çûn dadgehê, lê me ti encam jê negirt. Em bi girtî vegeriyan. Dayika min xwest ez pê re biçim. Ez jî ji neçarî çûm."

KEKÊ WÊ GILIYÊ WÊ KIR Û EW AVÊT ZINDANÊ

Zewaca bi koledarî salekê dewam kir. Ji ber ku nefret dikir û li malê sixêf li DAIŞ'ê dikir, kekê wê yê ku di nava îstîxbarata DAIŞ'ê de bû giliyê wê kir. Hisbe (Asayîşa DAIŞ'ê) ew bir, xist zindanê û êşkence lê kir. Bi vî rengî qala wan pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên 7 mehan dike: "Hem gelekî êşkence li min kirin, hem jî min gelek êş kişand. Elektrîk didan bedena me, dixistin nava ava sar û bi qemçiyan li me didan. Me êdî lenet li jiyana xwe dianîn. 24 saetan me ronahî nedidît. Me her tim xeyal dikir ku wê rojekê derî vebe û em ê jê birevin. Lewma çavên me timî li derî bû."

BI SAYA JINEKÊ REVIYA

Medya bi saya jineke Ereb a wêrek ji zindana DAIŞ'ê reviya: "Em komek jin bûn ku reviyan. Hevaleke me ya bi navê Merva ku mîna me girtî bû, em revand. Wê plana revê kiribû û nikarîbû xwe ragire ku jin di destê DAIŞ'ê de êsîr bin. Tevî xwe, em jî revand. Me xwe li nava sivîlan girt. Lê belê koma me hate girtin. Min xwe di nava sergo de veşart. Girtina wan gelekî bandor li min kir. Ji bo rojekê tola xwe û ya wan hilînim ez jiyam."

'LI SER NEXŞEYÊ WÊ CIHEKÎ REŞ Û TARÎ NEMÎNE'

Medya diyar kir ku piştî revê wê xwe gihandiye YPG'ê û got, "Ji aliyê fîzîkî ve jî, ji aliyê manewî ve jî ez qediya bûm. Hema bêjin 2 mehan min li Kobanê tedawî dît. Piştre tevlî nava QSD'ê bûm."

Medya, ji ber ku niha di nava Tabûra Jinan a Dêra Zorê de cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê de digire gelekî kêfxweş e: "Em dixwazin tola hemû zilma ku DAIŞ'ê kiriye hilînin. Ciwantiya min û tevahiya jiyana min ji min giritn. Gelekî tehde li Dêra Zor kirin. Di ser Iraqê derbas bûn û hê li mala wan dest diavêtin jinan. Jiyan li me herimandin. Ji ber vê yekê ez dixwazim tola hemû jinan û tola xwe hilînim. Herêmên hatine rizgarkirin kincê azadiyê li xwe dikin. Lê belê cihên ku hê DAIŞ lê ne, reş in. Înşalleh em ê wan herêman jî rizgar bikin. Dema ku em li malê bûn, nikarîbûn bi vî rengî bi azad biaxivin. Ez spasiya Rêbertî dikim, ji ber ku azadiya jinê afirandiye."