Ji HPG’ê li Erziromê ‘Pêngava Şoreşgerî’

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya “Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Marhîr, Şehîd Argeş û Şehîd Eylem” de, li Erziromê li dijî leşkerên Tirk 3 çalakiyên cuda lidar xistine.

Navenda Raghinandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di çalakiyên 19 û 22’yê Gulanê lidar xistin de herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehît Mahîr, Şehît Argeş û Şehît Eylem de, di 18’ê Gulanê de li qada Şehîd Sîdar a navçeya Şenkayayê ya Erziromê artêşa Tirk operasyonek daye destpêkirin. Dema ku leşker di nava tevgerê de bûn di 19’ê Gulanê saet 03.00’an de, hêzên me li dijî wan çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi Skorskyan rakirine. Dîsa di 19’ê Gulanê de hêzên me yekîneyeke nepen xistine jêr kontrola xwe û ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Di 22’ê Gulanê de hêzên me komek leşker jî şopandine û di saet 18.30’an de ji nêz ve li leşkeran dane. Di vê çalakiyê de jî 2 leşker hatine kuştin.”