Ji doza Musa Anter re 3 meh maye ku bikeve demboriyê û rûniştina dozê pêk hat

3 meh beriya ku doza zanayê Kurd Musa Anter ê ku di sala 1992’an de li Amedê hat qetilkirin bikeve demborî, rûniştina dozê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.

Doza Mûsa Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnav “Yeşîl” hatibû qetilkirin re kirin yek.

3 meh beriya ku doz bikeve demborî rûniştina dozê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.

Rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerê kurd Mûsa Anter ku ji bo beşdarî Mîhrîcana Çand û Hunerê bibe hatibû Amedê, di 20’ê îlona sala 1992’yan de hate qetilkirin. Di Îlona 2022’an de doz di xetereya ketina demborî de ye.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû, Hevserokê Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê, Endama (MYK) Nuray Çevîrmen, Rojnameger-Nivîskar Huseyîn Aykol, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasan Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan tevlî rûniştina dozê bûn.

 Di rûniştinê de hat diyarkirin ku têkildarî mirina bersûc Cemîl Işik ê Elmanyayê ku derbarê wî de polîsan ji Wezareta Dadê agahî temin kiriye, lê bersiva daxwaza wan nehatiye dayîn.

ÎHD’Ê XWEST BEŞDARÎ DOZÊ BIBIN

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di danişînê de axivî û daxwaz kir ku ÎHD beşdarî dozê bê kirin. Parêzer Alîşan Şahîn jî li ser navê OHD’ê axivî û xwest ew jî wek OHD’ê beşdarî danişînê bibin. 

Lawê Mûsa Anter, Dîcle Anter jî axivî û got: “Bi salan e îfadeya Abdulkadîr Aydan nehatiye girtin. Lê niha bi fermana Erdogan tê xwestin ku Aydan ji Swêdê bînin Tirkiyeyê. Ev rewşekî bi nakokî ye. Xwezî heta niha îfadeya wî bihata girtin.”

Ji parêzerên dozê Nuray Ozdogan jî bal kişand ser rîska demborîna dozê û got: “Di mijara demborîna ceza de hûn biryarekê bidin, em beyanên xwe dubare dikin. Bi qestî tê xwestin ku doz bi demborînê re rûbirû bimîne. Em dibêjin ku divê demborîn nebe mijara nîqaşê jî. Em li bendê ne ku dadgeha we şertên civakîbûna vê cînayetê binirxîne û bigihîne encamekê. Em dixwazin di vê dosyeyê de xala 72’emîn a TCK’ê were sepandin. Di vê astê de 30 sal in em li benda girtina bersûcan in. Em daxwaza xwe ya cihêkirna dosyeyê dubare dikin. Heke hûn daxwaza me red bikin, divê li benda îfadeya Aygan jî neyê rawestandin. Jixwe sûc sabît in. Em dixwazin gavek beriya gavekê bersûc werin cezakirin.”

DAXWAZA BEŞDARIYA ÎHD Û OHD’Ê HAT REDKIRIN

Parêzerên bersûcan xwest daxwaza beşdariya îHD û OHD’Ê bê redkirin. Dozger têkildarî daxwazan mutalaya xwe da û daxwaza beşdariya ÎHD û OHD’ê ya dozê bi hênceta “rasterast ji sûc xesarê nedîtine” red kir. Dadgehê jî biryara xwe ya navberê eşkere kir û daxwaza beşdariya dozê ya ÎHD û OHD’ê bi heman hêcetê red kir. Daxwaza ku şertê kontrola edlî ya bersûc Hamît Yildirim were rakirin hat redkirin.

Serokê dadgehê daxwaza dosye were veqetandin jî red kir û danişîn taloqî 15’ê îlonê kir.