Ji bo Yekîtiya Neteweyî: Parastina Rojava peywireke neteweyî ye
Sazî û dezgehên siyasî yên Kurdistanî yên li Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û got “Em hesabê sûcê şer ê li ser gelê xwe ji hemû mêtingeran bipirsin.”
Sazî û dezgehên siyasî yên Kurdistanî yên li Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û got “Em hesabê sûcê şer ê li ser gelê xwe ji hemû mêtingeran bipirsin.”
Partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê ku xwe weke "Ji bo Yekîtiya Netewî" pênase dikin, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
“Gelê me yê ezîz ên li her çar aliyên welatê me dijîn; li ser Rojava êrîşeke nû hate kirin. 16 balafirên dewleta Tirk a dagirker gelek gund û bajarên Rojava bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê: 16 birayên me hatin kuştin ku 11 ji wan li Dêrikê bûn. 20 mirovên me jî birîndar bûn. Gelek saziyên binesaziyê hatin rûxandin. Hat ragihandin ku nexweşxaneyekê zirareke mezin dîtiye. Encamên êrîşê heta niha baş derneketiye holê.
Em weke partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê yên ku li jêr îmze kirine; em dewleta Tirk a dagirker, mêtinger û her wiha exlaqê şer pê re tune, bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin hemû gelên herêmê û mirovahiya cîhanê bizane ku Komara Tirk nikare li ser gelê me lîstikan bike. Em dizanin; divê her kes bizanibe ku; dewleta Tirk bi xwe bombe li Kolana Îstîklalê teqand. Hewl da êrîşa xwe ya duh bi şev bi kuştina sivîl û bêguneh û sûcdarkirina birayên me yên Rojava rewa bike. Her kesê bi zîrekî û têgihîştî dizane ku teqîna li Stenbolê lîstikek li dijî me Kurdan e. Her wiha mînakên ku dewleta Tirk bi hesabên siyasî yên navxweyî kiryarên terorîstî yên mîna teqîna li Kolana Îstîklalê pêk anî ji nehatine jibîrkirin. Yanî em bi feraseteke çete ya faşîst û nexweş re rû bi rû ne, ku ji bo çen dengên din jî bi dest bixe, di kuştina welatiyên xwe de dudilî nabe.
EM Ê BI RIZGARKIRINA KURDISTANÊ HESAB BIPIRSIN
Birayên me yên ku li Rojava ku rêxistineke çete ya mîna DAIŞ'ê ji erdnîgariya xwe paqij kirin, çirûska azadiyê ya Rojhilata Navîn in, ji bo mêtingeran jî bûne kabûsek. Sedema rastî ya êrîşê ev e. Gelê me jî mîna gelê xwe yê li cîhanê tu carî dest ji têkoşîna maf û azadiya xwe bernade. Em ê bi azadkirina Kurdistanê ne tenê hesabê êrîşa şeva borî ya bêhiqûq, ne rewa û bê sedem, lê belê hemû êrîş, hemû sûcên şer û hemû kiryarên dijhiqûqî yên li dijî gelê xwe bipirsin.
Em partî û dezgehên siyasî yên Kurdistanî yên li Ewrûpayê; emxwişk û birayên xwe yên li Rojava jiyana xwe ji dest dane şehîdên xwe yên hevpar dihesibînin. Rehma Xwedê li wan be; em ji birîndarên xwe re şifayê dixwazin.
Hesappirsîna ji êrîşa duh û êrîşên berê yên wisa, avakirina welatekî ku gelê me bi azadî û demokratîk bijî, deynê me ye. Parastina Rojava peywireke neteweyî ye.
PARTI Û SAZIYÊN SIYASÎ KURDISTANÎ YÊN LI EWROPA