Ji bo Yaman û Gul edalet hate xwestin

Şaxa ÎHD’ê ya li Îzmîrê ji bo Husamettîn Yaman û Soner Gul ên ku di sala 1992’an de ji aliyê dewletê hatibûn qetilkirin, edalet xwestin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ji ber pandemiyê bi awayekî online li dar xist. Di çalakiyê de aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ku ji sala 1992’an ve winda ne, hat pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Caner Canli, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku wê bi Dayikên Şemiyê re daxwaza xwe ya edaletê bidomînin. 

Canli, diyar kir ku Husamettîn Yaman (21) û Soner Gul (21) xwendekarê zanîngehê bûne û ji ber hilgirtina pankartê Yaman 15 rojan di girtîgehê de maye û wiha got: “Husamettîn Yaman û Soner Gul di sala 1992’an de bi hev re hatin destgîrkirin. Malbatên Yaman û Gul destpêkê serî li Miduriyeta Polisan a Stenbolê û piştre jî li tevahiya saziyên eleqedar dan. ÎHD û Rêxistina Efûyê ketin nav hewldanan. Lê destgîrkirina Yaman û Gul nehat qebûlkirin.”

Di berdewamê de Canli, destnîşan kir ku di 19’ê kanûna 2019’an de Polisê Tevgera Taybet Ayhan Çarkin ku li xwe mikûr hatiye û gotiye ku Yaman û Gul piştî destgîr kirine li qadeke daristan wan kirine lepirsînê û ew qetil kirine. Canli, da zanîn ku piştî li xwe mikurhatina Çarkin parêzerên malbatan gilî kirine û ev tişt anî ziman: “Li gel van hemû hewldanan doz ket demboriyê. Bidawîkirina bêcezahiştin dosyaya Yaman û Gul peywira makeqanûnî ya Dewleta Tirk e. Em ê dev ji daxwaza xwe ya edalete ya ji bo Yaman û Gul û hemû windayan bernedin.”