'Ji bo windayan divê gav werin avêtin'

Dayikên Şemiyê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê bang li saziyên neteweyî û navneteweyî kirin ku bila ji bo windayan gavan biavêjin û têkevin nav hewldanan.

Dayikên Şemiyê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê (ÎHD) bi wesîleya 30’ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çîrokên wan de hovîtiyeke mezin, şîneke bêdawî û êşkence hebe jî têkoşîna wan a ji bo heqîqet û edaletê li dijî zilm û înkarê ye.

Bang li saziyên darizandinê hate kirin ku bila dawî li cezanebirînê bînin, derbarê kesên piştî hatine destgîrkirin dûre hatine windakirin bila lêpirsînan bidin destpêkirin û bi van lêpirsînan bi awayekî bêalî û wêrektî bidomînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Em bang li desthilatdariyê dikin ku bila Peymana Parastina Kesên Bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Neteweyên Yekbûyî îmze bike û li gorî wê tevbigere. Em bang li mekanîzmayên parastina mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî dikin ku bila li hemberî zextên giran ên xizmên windayan jî gavan biavêjin û têkevin nav hewldanan.”