‘Ji bo windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin wê têkoşîna me bidome‘

Di çalakiya ÎHD’ê ya Îzmîrê de, li aqûbeta 6 kesên li bajarokê Bêspîn ê Silopiyayê hatin destgîrkirin û wendakirin, hat pirsîn.

ÎHD’ê di çalakiya xwe ya “Bila winda bihên dîtin, fail bihên darizandin” a vê hefteyê de aqûbeta 6 kesên li bajaroka Bêspîn a navçeya Silopiyayê hatibûn destgîrkirin û windakirin pirsî. Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila winda bihên dîtin, fail bên darizandin” ku ji du hefteyan carekê dike li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in, li wijdanê xwedî derbikeve” û “Fail diyar in windakirî li kû ne” hatin vekirin.

ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de Şemdîn Culaz, Mehmet Salîh Demîrhan, Halît Ozdemîr, Îbrahîm Akil, Hamdo Şîmşek û Hîkmet Şîmşek ên di 13’ê Hezîrana 1993’yan de li bajarokê Bêspîn ê navçeya Silopiyaya Şirnexê destgîrkirî hatine windakirin pirsî.

Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli yê serboriya kesên hatine windakirin xwend, bi bîr xist ku piştî 20 salan li qada ku dihat fikirîn gundî li wir hatine veşartin kolan hatibû kirin û hestiyên winda hatibûn dîtin. Canli da zanîn ku tevî vê yekê jî hemû bersûcên dihatin darizandin bi zirxê bêcezatiyê hatin parastin.

Canli, dubare kir ku ji bo windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin.