Ji bo Seyhan ê hat qetilkirin kombûn: Divê leşker werin cezakirin

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo Seyhan Dogan ê 13 salî ya hatî qetilkirin kombûn, bertek nîşanê destgîr nekirina leşkerên kujer dan.

Di çalakiya vê heftiyê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê ya bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” ku li ber Sumerbank a kevin a Konaka kevin de lidarxistî doza Seyhan Dogan ê 13 salî ku 29’ê Cotmeha 1995’an li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatibû destgîrkirin hat eşkerekirin.

Endamê Komîsyona Zarokan ya ÎHD’ê Alî Aydin diyarkir ku şeva serdegirtina malê Seyhan tevî birayê wî yê 6 salî Haznî û 6 kesên din hatibûn destgîrkirin û got, di encama hewldanên Dayik Asya Dogan piştî çend rojan Haznî serbest hat berdan. Aydin da zanîn ku Haznî ji wan re gotiye ku wê şahidî ji êşkenceya li Seyhan hatî kirin kiriye.

Aydin her wiha ragihand ku tevî Dogan, Davût Altinkaynak (12), NedîmAkyol (13), zawayê Seyhan Dogan Abdullah Olcay (18), xwendevanên amadeyî Abdurrahman Coşkûn û Mehmet Emîn Aslan (18) û Suleyman Seyhan ê 58 salî di dema destgîriyê de hatine wendakirin.

Herî dawî Aydin  bibîrxist ku sala 2015’an bi tawanbariya “Bi zanebûn kuştina çendîn kesan” Fermandarê Cenderme yê Mêrdînê Hûrşît Îmren, Fermandarê Cenderme yê Kerboranê Mehmet Tîre jî di navê de derbarê 18 kesan doz vekirine û got ku bi hêceta ewlekariyê doz sewqê Adiyamanê hatiye kirin û bersûc bi rengê ne girtî tên darizandin.