Ji bo Serokkomariya Iraqê 26 kes bûn namzet

Parlamenta Iraqê wê 8'ê Sibatê Serokkomarê nû hilbijêrê. Ji niha ve 26 kes bûne namzet.

Erka Serokkomariya Iraqê bi rengekî kevneşop ji Kurdan re tê dayin. Di halê hazir de Berhem Salih ê YNK'î Serokkomar e.

Di 8'ê Sibatê de wê Parlamenta Iraqê Serokkomarê nû hilbijêre. Eşkere bû ku 26 kesî namzetiya xwe daniye.

Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê namzet divê welatiyekî Iraqî yê ji dayik û bavekî Iraqî be û ne kêmî 40 salî be. Her wiha divê têkiliya xwe bi Partiya Baas a hatî girtin re tune bû û rabirdûya xwe paqij be.

Ji bo namzetek bibe Serokkomar divê di dengdana destpêkê de ya li parlamentê ji sê paran du parê dengan (213 parlamenter) werbigire. Bi giranî kesê ku blokên siyasî li ser li hev kirine tê hilbijartin.

Di nava namzetan de 11 Kurd hene, lê şensê wan ê hilbijartinê kêm e. Wezîrê Karên Derve yê Berê û Wezîrê Maliyeyê yê PDK'î Hoşyar Zebarî, Şîlan Fûad, Latîf Reşîd ê ji malbata talabanî, dadgerêw Kurd Rizgar Emîn ê ku dîktatorê Iraqê Saddam Huseyîn darizan di nava namzetên Kurd de hene.

Ev namzet qebûl nakin ku Berhem Salih cara duyemîn bê hilbijartin. Tevî vê yekê jî Berhem Salih weke namzetê favorî tê dîtin.