Ji bo Rêberê Gelê Kurd serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hate dayin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û got, "Metirsî li ser jiyana wan heye."

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku 9 meh agahî ji wan nayê girtin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzeran bi daxwaza tedbîrê roja 24'ê Kanûnê serlêdan kirin û bi bîr xistin ku axaftina herî dawî ya bi Abdullah Ocalan re 25'ê Adarê bi rêya telefonê hate kirin û wiha hate gotin, "Ji wê demê ve 9 meh in me nekarî li ser rewşa muwekîlên xwe agahiyê bigirin. Di vê demê de ne pêwendiyeke fîzîkî bi muwekîlan re çêbûye ne jî bi telefon an jî nameyan pêwendî hatiye çêkirin. Lewma serî li dadgeriya înfazê hatiye dayîn. Dadgeriya înfazê diyar kir ku ji ber cezayê dîsîplînê heye hevdîtina bi malbatê re nayê kirin û ji ber ku 6 mehan sînordarkirina hevdîtinê heye hevdîtina bi parêzeran re nayê kirin. Îtiraz li vê biryara li dijî hiqûqê hate kirin û nimûneyên van dosyayan hatin xwestin, lê belê ev daxwaz bi hincetên ewlehiyê hatin redkirin."

Parêzeran di dewama serlêdanê de daxwazên xwe bi vî awayî bilêv kirin: "Jiyana serlêdêrên ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve agahî ji wan nayê girtin, bi awayekî potansiyel di xetereyê de ye. Li gel temenê wan ê mezin û rewşa tenduristiya wan, îzolasyona mûtleq a dûr û dirêj yekparebûna wan a ruhî û fizîkî tehdîd dike. Nebûna mekanîzmayên kontrolkirinê û rêyên serlêdanê yên têrker, xetereyê mezintir dike. Ji bo ev zirara binpêkirina xala 17'an a Qanûna Bingehîn (qedexeya êşkenceyê) bi dawî bibe, ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bê kirin, em daxwaza biryara tedbîrê dikin a ku di xala 73'yan a rêziknameya navxweyî de hatiye diyarkirin."