Ji bo Ocalan li sê bajarên Swêdê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Swêdê dijîn di dawiya vê hefteyê de jî xwepêşandan li dar xistin.

Ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Swêdê dijîn di dawiya vê hefteyê de jî xwepêşandan li dar xistin.

STOCKHOLM

Ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh li paytexta Swêd Stockholmê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîngê saet di 13:00 de li meydana Medborgarplatsenê dest pê kir. Çalakgeran wêneyên Ocalan û alên PKK û KCK'ê vekirin û xwestin Ocalan azad bibe.

Piştre bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê daxuyaniyek hat dayin û hat destnîşankirin, ku gelê Kurd wê bi ti awayî li pêşberî tecrîda li ser Rêberê xwe bêdeng nemîne.

Ji bo rakirina tecrîdê, bang li Yekîtiya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

OREBRO

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Orebro yê Swêdê dijîn, bi heman armancê li meydana Vaghûstorgetê mîtîngek pêk anîn.

Nûnerê NCDK'ê li vir axivî û xwest, tavilê destûr bê dayin ku parêzer û malbat biçin serdana Ocalan. Her wiha bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê jî hate kirin, ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

Çalakgeran, êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê û Kerkûkê jî şermezar kirin.

GAVLE

Çalakiya li bajarê Gavleyê jî, li meydana Storatorgetê pêk hat. Di çalakiyê de tecrîda 19 salan a li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Çalakgeran diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan, êrîşeke li dijî tevahiya gelê Kurd e û xwestin, tecrîd derhal were rakirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Destên dirêjî Ocalan bibe, em ê bişikînin", "Destên xwe yên bi xwîn ji Ocalan vekişînin", "Ocalan gel e, gel em in", "Bijî Serok Apo" û "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn.