Ji bo navê 'Kurdistanê'' ceza li stranbêjê Kurd Ermîş birîn

Ji bo ku navê ''Kurdistan''ê bi kar anî, 1 sal û 6 meh û 20 roj ceza li stranbêjê Kurd Veysî Ermîş birîn.

Hunermendê Kurd Veysi Ermîş di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de xebatên xwe hunerî bi rê ve dibe. Ermîş di stranên gotine de peyva Kurdistan derbas dibe û li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal belav kiriye. Bi îdiaya ku Ermîş “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatiye vekirin. Rûniştina ewil a doza Ermîş li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Ermîş û parêzerê xwe Îrfan Arasan beşdarî danişînê bûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyê Ermîş parastina xwe kir û dadgehê pirsa parvekirinên kiriye aydî wî ne an na. Ermîş da zanîn ku parvekirinên kirine mijara sûc ne aydî wî ne û têkiliya xwe û ya rêxistinê red kir. 
 
Dadgehê ji Ermîş pirsa “Fermandar Egît” ku di stranekê de derbas dibe kir û beşdarî Newrozê bûye an na kir. Ermîş got ew beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûye û ev nabe sûc. Ermîş diyar kir ku li şûna strana wî di Newrozê de gotiye ji ber al û posterên li qadê hatine daliqandin tê darizandin. 
 
Dozger mutalaya xwe eşkere kir û xwest ku Ermîş were cezakirin. Parêzer Îrfan Arasan jî li dijî mutalayê parastinê kir û wiha got: “Em sûcdariyan qebûl nakin. Di nava sûcdariyê de îfadeya ‘Kurdistan’ wek sûc hatiye nîşandan. Îdiaya ku propagaganda PKK’ê dike heye. Bi hezarê salan e Kurdistan heye. Beriya PKK’ê jî Kurdistan hebû. Ev nabe sûc. Poster û alên li qada Newrozê hatiye vekirin sûc hatiye nîşandan. Lê ev nabe sûc ku hûn bixin stûyê miwekîlê min. Peyva Kurdistan nabe sûc.” 
 
Serokê dadgehê biryara xwe derbarê dozê de da û îdia kir ku Ermîş ji ber peyvên “Kurdistan” û “gerîla” aniye ziman sûcê “propaganda rêxistinê” kiriye. Serokê dadgehê salek û 6 meh û 20 roj ceza li Ermîş birî.  

Serokê Dadgehê bi berdewamî wiha got: “Ji ber ku qeyda we paqij e em we vê carê efû dikin. Dema ku em dibêjin em efû dikin, em cezayê taloq dikin. Dikare stranên kurdî bêje, amenna. Lê ger tu bêjî gerîlla tu pesnê PKK’ê didî. Bila haya te jê hebe, temam? Ha kurdî bistirê, kurdî ne qedex eye. Heta kanalek bi navê TRT ŞEŞ heye. Em gerîla û Kurdistanê di nav sînorên Tirkiyeyê de qebûl nakin. Hûn dikarin li cihê bi navê Iraqê stranan bêjin. Hûn nikarin di nav sînorên Misakî Millî de van peyvan bêjin. Hadê hûn dikarin biçin.”